Sê welatên mirov hene; a ku mirov li ser çêdibe ax e, a ku mirov jê çêdibe dayîk e, a ku mirov pê çêdibe çand e.
Welat cîhê ku mirov bi her awayî di nava ewlehiyêde ye. Li vê derê dema ku mirov di hêla rastîyê de mêzedike dibîne ku, ev hersê hevdu temam dikin. Tu mirov bêyî ax nabe û ne pêkane. Ax dike jîyana mirov, civak û çand. Kes, civak û çand li derveyî axê girtina dest û pênase kirin wê her kêm be.
Dayîk; welatê mirov e ku mirov jê çêdibe ye. Bi xuliqînq ji malzarokê bigire heta roja dawîye emrê xwe. Ya ku mirov xwedî dike û ya ku mirov xwe dispêre dayîk e. Li ser mirov a herî ku dîyarker ew e. Ji ziman, rabûn runîştandinê bigre heta têşe girtina xislet (karekter)herî zêde bi nêzîkatîye dayîkê bi têşe dibe.
Çand; ew tiştê beyî ax û dayîk ne pêkane ku mirov bi fikire. Çand girêdayîbûyîna xwe ya herî mezin bi axê û dayîkê ve ye. Çand hemû tiştên ku hem di hêla wateyî û hem jî di hêla sazîkirin de hatine avakirin. Ev avakirin hem bi taybetîyên ax û xwezayê ve girêdayîye hem ji bi taybetîya kesên kû li ser wê axê dijîn ve jî girêdayîye. Ji ber wê çand kombûyîna rastîya xweza û rastîya mirove.
Çand baxçê hebuna mirove. Li ser cihên ku mirov lê dijîn li gor taybetmendî û ciherengîya wê axê jî xwe re qadek jîyanê avadikin. Cureyên axê, nebatan, dar, fêkîyan, çem, kanî, rûbar, deşt, çîya û hwd… Li ser dewlemendî, çawanîya çandê xwedî bandorek dîyarkerin. Di her çandê de pênaseya xweda, xweza û jîyanê, nasname û xisleta civakê bi xwe ye.
Hêzên deshilatdar ji roja ku dest bi rêxistinkirina desthilatdarîya xwe kirine vir ve her êrîşî çanda civakên xwezayî kirine. Ji bo ku xwe û pergala xwe ser piyan bigrin her êrîşê civakan kirine. Ji bo wan tûne bikin li hember wan şer dane despê kirin. An şerê fîzîkî an jî ya çandî lê bi gîranî bi şerê çandî êrîşên xwe domandine. Hebûn û tunebuyîna xwe domandine. Ji ber vê yan koçber kirine yan bi mirinê re rû bi rû hiştine yan jî bişaftine.
Hêzên desthilatdar çûne ku derê di serî de êrîşî jinê kirine û xwestinê di kesayeta jinan de civakê dîl bigrin, bipişîvînin û ji çanda wan dûr bixinîn. Ji ber kû di warê parastin û veguhestina çandê de ya herî afrîner û dîyarker jin e. Hêzên deshilatdar ji her êrîşî wê û deskeftiyên wê kirine, hin jî dikin. Ji ber wê di 30 hezar salên dawî de şerê herî mezin di navbera çanda jin-dayîk û deshilatdarîya zilam de qewimîye. Mêrê deshilatdar ji bo ku hebûna xwe mîsoger bike hewil daye çanda jin dayîkê ji holê rake. Bi dek û dolaban heta astekî ji bi serketîye. Hem bi zora ku pêk anîye hem jî bi hişmendîya kû bi rîya mîtolojî, ol, felsefe û zanist ava kiriye ev rewşa heyî bi her kesî daye qebûl kirin.
Pergala dewletî ya desthilatdar domandina hebuna xwe bi qeyran û tune kirina civakan de dibîne. Ji ber wê her di nav erîşan de ye. Di armanca êrîşên wî de her jin, ciwan û nirxên çandî hene. Me got di veguhestina nirxên civakî de ya herî dîyarker jine, jin ji ber ku di heman demê de dayîke çandê vediguhezîne zarokên xwe. Di dîrokê de desthilatdar her zarokên civakên xwazayî revandine û ew li gor berjewendîyên xwe mezin kirine. An kirine bendeyên xwe an jî şervanên xwe û hwd… Îro jî heman nêzîkatî tê domandin. Ev car tenê ne revandin û bende kirin. Bi hezaran cure lîstokan nêzî ciwanan dibin.
Ciwan hêza civakê ye. Bi her awayî domandina çand û civakêye. Civakek bêyî ciwan bi tune bûyînê re rû bi rû ye. Ji bo vê yekê desthilatdar dewlet jî pênç salîyê de zarokan jî malbatê digrin. Li gor xwe û çanda xwe wî/wê perwerde dike. Li kêlaka wî bi her cûre tîryak û hişbirê êrîşî ciwanan dike. Bi fûhûşê wan jî rastîya jin û nirxên civakî dur dixe û dil digire. Polîtîkaya pergala desthilatdarya esasî wihaye.
Civanên ku ji hişê xwe bêyî civaka jî hişê xwe buyî ye. Ciwanên ketî heman deme civaka ketî ye. Ciwanên ji raman, hêza polîtîk û fikir dûr mayî… Bê sinc mayî bingeha rizîbûyîna civakê ye. Pergal bi hemû amûrên xwe yê ragihandinê her bangî, êrîşî ciwanan dike. Ciwan û jin hêza sereke ya kû çand û civakan didin jîyan dinê. Ji ber vê jî yên ku bi êrîşîn herî zirav, herî kûr û herî hovane re rû bi rû dimînin ew in.
Civakên xwezayî encax dikarin bi parastina jinê hebuna xwe bi parêzin û bi parastina civanan jî hebuna xwe bi domînin. Ger bi hêza raman û polîtîk mirov nikare xwe bi parêze bi tû awayî nikare xwe bi parêze. Ger ku di warê hişmendî û çandî de mirov bikaribe xwe bi parêze tu artêş nikare mirov civakan têk bibe û tûne bike.
Jiber wê em jî wek esasek xwe parastinê divê xwedî li çanda xwe derkevin û bi parêzin. Ji bo parastina çandê divê civak bikaribe jin û civanên xwe bi parêze. Dema ev çerxa parastinê bê kargînî kirin em dikarin behsa xwe parastinê bikin. Ev çerx jî encax bi komînan dikare were kargînîkirin.
Payîz Destan















