ÇAND Û HUNER
Sê welatên mirov hene; a ku mirov li ser çêdibe ax e, a ku mirov jê çêdibe dayîk e, a ku mirov pê çêdibe çand e.
Welat cîhê ku mirov bi her awayî di nava ewlehiyêde ye. Li vê derê dema ku mirov di hêla rastîyê de mêzedike dibîne ku, ev hersê hevdu temam dikin. Tu mirov bêyî ax nabe û ne pêkane. Ax dike jîyana mirov, civak û çand. Kes, civak û çand li derveyî axê girtina dest û pênase kirin wê her kêm be.
Her mirov di şertên asayî de pîşeya xwe pêktîne. Ku karker be karker e, hunermend be hunermend e an jî sîyasetmedar be karê polîtîkayê dike. Lê ev asayîbûna jiyanê di nav gelê Kurd de li gor cîhanê nameşe. Li Kurdistanê karek an jî tenê peywirek hemwelatiyan tune ye. Tu karker, hunermend an siyasetmedar bî divê tu şerker, Şoreşger û têkoşer bî…
Çanda her gelî nasnameya jiyanê bi xwe ye. Lewma pênaseya gelekî ku tê kirin bi çandê mirov şîrove dike. Dema ku pênaseya Gelê kurd tê kirin çanda dengbêjiyê tê bîra mirov. Ji ber dengbêjî ji Gelê Kurd re ne tenê gotina strana ye. Dîrok e, evîn e, ziman e, jiyan e, şer e û şahiye…
Çand ji bo her gelî felsefeya jiyan û şêweyê jiyankirinê ye. Mirov bi çandê wate li gerdûnê bar dike. Lewma ji ji bo her gelî şert û mercên ku tê de jiyankirine çand şêwe girti ye.
Paradîgma û niqaşên hunerê -3
Paradîgma zelal e; ew li ser civaka exlaqî-polîtik hatiye avakirin. Huner bi her nêzîkatiyên azad nake û demokratik nake têdikoşe. Bi gotineke din, huner ne tenê hest û hîskirinek e, ew bûyerek estetîk e ku naverok û kalîteyê dide jiyana civakî. Ew vê yekê bi pêşxistina hestên estetîk, bi estetîka azadiyê dike.
Paradigma û nîqaşên hunerî -2
Armanca guhertina paradîgmatîk gihîştina cewhera mirovahiyê ye, ango komînalîteyê.
Paradîgma û niqaşên li ser Hunerê -1
Huner tê wateya afirîneriyê. Rêber Apo bi gotina "paradigma afirînerî ye" bi yek peyvekê nîşanî me da ku divê em di çi celebî de bin. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku qada ku paradigma dê herî zêde lê were sepandin û divê pêşengiyê bike qada hunerê ye.
Awazê Çiya ji bo bîranîna Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal ku beriya du salan li Mersînê çalakiya fedaî kirin, klîbek weşand.















