JIN, JIYAN, AZADÎ
Di gerdûnê de her tişt demeke xwe ya diyar heye. Çêbûna însan di zemanekî diyar û mekanekî diyar de temam dibe. Zeman, mekan û însan di nav çerxekê de hev bandor dikin. Xelekeke felsefî wiha temam dibe, çerxa dem û dewran wiha dizivire. Çêbûn, pêkhatin, heyîn, hebûn wiha temam dibin.
Jinê, weke hemû afirînerên çandî û civakî bi hebûnê xwe hîma civakê daniye û di serboriya jiyanê ya mirovahiyê de xwediyê cihekî taybet e. Rûxmê vê di dîroka ku weke dayika hemû zanistan tê pênasekirin de cih negirtiye. Bi taybetî di dîroka dewletî, ango di dîroka şaristaniyê de tune hatiye hesibandin. Weke Serokatî dibêje, deshilatdaran ji bo ku deshilatdariya xwe teqez bikin di serî de koletî li ser jinê ferz kirine.
Nuray Erenler, Türkan Derin û Hacer Subaşı… Bi pêşengtiya ku ji bo azadiyê kirin dîrokê dan îspat kirin û mina çiyayan singê xwe berxwedanan re vekirin. Di vê oxirê de bûn stêrkên şevên tarî ronî dikin.
Sîmûrg efsaneyekî Mezopotamya ye û wekî teyrekî ku xwe ji xweliya xwe diafrîne tê pênase kirin. Li Kurdistanê jî her dem vê efsaneyê di kesayatên pîroz de mohra xwe li dîrokê xistiye. Bi derketina Tevgera Apoyî ve ev efsane kesayetê jina Kurd de derketiye lûtkeyê.
Her peyv an jî navlê kirin bi wateya ku lê tê barkirin hebûna xwe dide ava kirin. Bi gelemperî di zimanên qedîm de her peyv li gorî hebûna xwe ya jiyanê tê bi nav kirin. Nav ruh ango giyanê dide made. Armanca madeyê xwe bi wate kirin de divê bi enerjîyê ango bi ruh re bibe yek. Her peyv wateyek, ruhek û hebûna xwe heye.
Gerdûn, jîndar li ser du aliyan daye ava kirin. Dîroka mirovbûyinê jî li ser her du aliyan hatiye afirandin. Piştî demekê ev afirandin bi destê yek milî ve hatiye nivîsandin û şîrove kirin. Wekî ku ‘jîndara din qet di afirandina jiyanê de, dîrokê de an jî di hebûna mirovahîyê de cih negirtiye’ tê dest girtin. Lê taybetmendiya heqîqetê ew e ku çiqasî bê veşartin jî derdikeve ser rûyê dîrokê.
Di têkoşîna Komara Mahabadê de ji ber li ser gel bandorekî mezin çêdike ji aliyê gel ve bi navê ‘’Keça Nexedeyî’’ tê naskirin. Navê yê rastî nayê zanîn. Bi egîdî û têkoşîna xwe di nava Komara Kurdistanê de demekî kurt de deng vedide.
Her hebûn û jîndar li ser koka xwe şîn tê û her heqîqet li cihê windabû dibişkivê. Mirovahî û civakbûna mirovahî Mezoptomya di kevana bi bereket de jiyan afirandiye. Ava kirin, afirandin û xuluqkarî taybetmendiyên pîroz û efsûnî ne. Ev taybetmendî bi jinê, jina afrîner re hatiye pîroz kirin.
Girîng e ku mijara mêran were fêmkirin, ku ji ya jinan girîngtir e. Analîza serdestî û hêza mêran ne kêmtir ji koletiya jinan girîng e. Dibe ku ew hîn dijwartir be.
Her çiqas saziya dewletê wekî dahênanek bi tevahî mêran girîngî bi dest xist jî, şerên ji bo talan û talanê bûn rêbazek hilberînê. Çalakiya civakî ya jinan a li ser bingeha hilberînê, bi çalakiya civakî ya mêran a li ser bingeha şer û talanê ve hate guhertin. Di navbera dîlgirtina jinan û çanda civaka şervan de têkiliyek nêzîk heye.















