KU TR

Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, hêmanekî herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye… Ji nijadkujiya fîzîkî xeternaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma emê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne? 

 

Yê ku qeyd û kelepçe li zimanê wî hatibe xistin, li mejiyê wî, dilê wî nerîna wî jî qeyîd û kelepçe hatiye xistin

Perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê herî girîng û bingehîn e; di nava mafên sê nifşan de cih digire. Di hevpeymanên Ewrûpa de heye. Di hevpeymana mafên kesî û şaristanî û hevpeymana mafên aborî, civakî, çandî ya Netewên Yekbûyî de jî ev maf heye. 

Tu neteweyeke bêziman nikare were hizirandin, lewma divê xebatên di berbarê zimanê Kurdî de çalaktir bin. Ma çima heta niha Saziyeke Zimanê Kurdî nîn e. Ataturkî jî dema nû komar damezirand, destpêkê Saziya Zimanê Tirkî saz kir. Divê em jî bi lez bigihên saziyeke bi vî awayî. Ger heta niha saziyeke bi vî awayî nehatiye avakirin, ev yek kêmasiyek e û divê di demek berî demekê   ev kêmasî ji holê were rakirin. 

Her wiha ev yek weke Akademiya Ziman jî dibe. Ya girîng ew e ku di demeke zûtirîn de, di warê zimanê Kurdî de saziyeke wiha pêk bê. Divê ev xal werin nîqaşkirin û bigihîjin biryara sazîbûna Zimanê Kurdî.

 Ji bo zimanê bijartî jî divê hêdî hêdî komîteyek li ser kar bike û bixebite. Niha dema vê ya rast e û derfetên vê yekê jî hatine afirandin. Divê ji bo Kurdiya bilind komîteyek were damezrandin. Kî ji ziman fêm dike, dikare dîroka ziman a heta roja îro lêkolîn bike, wan zanînan berhev bike û bi rêya xebateke demdirêj a vê komîteyê ve dikare zimanekî resen û hevpar ê kurdî saz bike. Yanî mirov dikare Soranî, Dimilkî, Kurmancî û Goranî jî pêş bixe. Piştre jî gel dikare vê yekê weke zimanê xwe bi kar bîne. Divê sîstema ziman wisa were meşandin. Heta ev yek pêk were jî divê her zarava di qada xwe de xebatê bimeşîne, bi wî zimanî klaman biste, biaxuve û çawa dixwaze dikare wisa bi kar bîne. Azadiyeke bêsînor... Em li vê derê nikarin zagonên vê yekê ava bikin. Ev tiştekî xwezayî ye. Ji bo tiştên xwezayî hem dem û hem jî cih hewce ye. 

 

Ya ez dixwazim bikim hem ji bo zimanê Kurdî, hem jî ji bo zaravayên din afrandina qadên azad e. Ger ez niha zimanê Kurdî weke zimanê fermî îlan bikim, dê ziman bi xwe zerarê bibîne. Sedema yekem pir kes jê fêm nakin. Ya duyem ziman hîna xwe ava nekiriye. Gelek zarava têkilhev bûne. Ev yek dê bibe sedema parçebûn û cahiliyê. Ger mirov a rast bibêje, her kes dikare bi zemîna ku me afirandiye biaxive, heta dikare bi zimanê eşîreta xwe jî biaxive. Divê mirov ne li dijî vê yekê be. 

Ji Nirxandinên Rêber APO yên li ser ziman hatiye berhevkirin.