Em di rojberên Pêngava 15’ê Tebaxê de ne. Li ser vê pêngava dîrokî gelek nirxandin hatin kirin û pênaseyên curbecur pêş ketin. Mirov dikare bêje yek ji pênaseyên herî rast, “hilweşandina qereqolên di mejiyan de” ye. Lewre di dîroka Kurd û Kurdistanê de Pêngava 15’ê Tebaxê ji gelek aliyan ve mîlad e. Kurd û Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hatibûn perçiqandin, li Dersimê bi destê tunc pelixîbûn; li Agiriyê kiribûn gorê û beton kiribûn. Kurd, miriyên li serpiyan bûn; Kurdistan jî bûbû heps û gora servekirî. Jiyaneke bêrûmet li Kurdan hatibû ferzkirin. Qereqolên dagirkeran di mejiyên me de hatibûn bilindkirin. Cendermeyekî beredayî, dikarî bû bêçek, biçe gundekî, hemû zilamên gund bide pêşiya, bi sed heqaretê wan bike binçavan. Kurd ziravqetî bûbûn, ne dikarin û ne diwêrîn serî hildin…
Rêber Apo, tam jî di werçerxeke dîrokî ya wiha de derketibû ser dika dîrokê. Di Manîfestoyê de gotibû, em ê ji şerma welat û gelê me hatine xistinê hêzê bigirin. Marks gotibû, “Şermkirin, hesteke şoreşgerî ye”. Ya ku PKK’ê û Rêber Apo kirî, cewher û tîmsala şoreşgeriyê bû…
Li ser vê pêngava dîrokî re 42 sal derbas bûn, em dikevin salvegera 43’êyemîn. Di şexsê Fermandarê Nemir Egîd de ez hemû Şehîdên Qehreman birêzdarî bibîr tînim.
Dema ku Gerîllayê Azadiya Kurdistanê Pêngava 15’ê Tebaxê dayî dest pê kirin, tirşikçiyên wê demê; bi navên “rêxistinên Kurd”, “rêxistinên çepgir-komunîst”, Tevgera Azadiyê bi terorîstî û maceraperestiyê sucdar kiribûn, li cem emperyalîstan giliyê me kiribûn. Çi balkêş e ku çêlîkên wan tirşikçiyan û oportunîstan îro jî Tevgera Azadiyê û Rêber Apo rexne dikin, dibêjin “hûn çima şer nakin?” Dost û dijmin her kes PKK’ê/PKK’yiyan nas dike, di mijara fedakarî û wêrekiya di oxira fikir û baweriya xwe têkoşînê de, tu kes nikare bi Mîlîtanên Rêber Apo re bikeve pêşbaziyê. Çawa ku wê demê zemînê siyaset û axaftinê tine bû, tekane riya xweîfadekirin û nîşankirinê bi helwesteke şoreşgerî şerê çekdarî bû; îro jî bi mezintirîn fikir, felsefe û bîrdoziya xwe ya hemdem Rêber Apo, bi mîlîtanên xwe re ji her kesî re meydanê dixwîne û dixwaze siyaseta demokratîk bimeşîne. Yên ku ji ber roniya guleyên tariya şevên di bin hikmê dagirkeran de diçirandin, xwe tavêtin koxên xwe; îro jî ji ber tirsa ronahî û germahiya Rojê, xwe tavêjin dalan û dehlîzên xwe yên tarî. Lê çi jî bikin, li hemberî pakî û roniya heqîqeta Rêber Apo, wê nikaribin rûyê xwe yê reş ji mêzîna dîrokê veşêrin, wê dîrok wan tirşikçî û oportunîstan bavêje bin sergoyê!
Bi wesîleya 15’ê Tebaxê, ji bo gelê me yê welatparêz, bi taybet jî ji bo jin û ciwanên Kurdistanê jî em dixwazin çend hevokan binivîsin…
Di van mehên dawî de herî zêde em gotinên wekî, “baweriya me bi dewletê nayê, em bi Rêber Apo û Tevgera xwe bawerin” dibihîzin. Di meyzandineke serveyî de ev gotinên hêja ne. Teqez niyet û helwesta wan jî baş e, lê kêm e. Lewra Rêber Apo dema ku ev pêvajo da destpêkirin, got “Tu belgeyên îmzekirî, temînat tine ye. Ev pêvajoyeke têkoşîn û muzakereyê ye!” Rêber Apo em hişyar kirin, teqez divê em nekevin rehawetê. Mînak, du heyvan bi Rêber Apo re hevdîtin pêk nehat, lê weke civak piranî me temaşe kir, ev şaş e, heta xeflet e. Madem em bi Rêber Apo bawer in, ku guman jê nîn e; wê demê hişyariyên Wî jî divê em pêk bînin: Dema ku pêvajo xitimî, Rêber Apo hate tecrîtkirin, pêwîst e kes di cihê xwe de rûnenê, bikeve tevgerê û dewletê ber bi çareseriyê ve tahf bide. Cewherê têkoşîna me ya niha û pêşerojê, “Têkoşîna di nava sîstemê de, li dijî sîstemê ye”. Bi gotineke din, ew ê di pêşerojê de dewlet+demokrasî hebe. Dewlet li cihê xwe ye, demokrasiyê jî em temsîl dikin; em çi qas hebin, demokrasî û azadî jî ew qasî heye, wê hebe. Ji bo wê jî pêwîst e kes li benda kesî nemîne, heta li benda Rêber Apo jî nemîne! Rêber Apo, têra 40 şoreşê perspektîf daye me û hê jî bi her nefesa xwe re nefesê dide me. Wê demê em jî weke jin û ciwanên Apoger, bi rihê 15’ê Tebaxê, Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk bigihînin serkeftinê! Helwesta welatparêzî û şoreşgerî jî ev e!
15’ê Tebaxê Pîroz Be!
Bawer Azad















