KU TR

Jinê, weke hemû afirînerên çandî û civakî bi hebûnê xwe hîma civakê daniye û di serboriya jiyanê ya mirovahiyê de xwediyê cihekî taybet e. Rûxmê vê di dîroka ku weke dayika hemû zanistan tê pênasekirin de cih negirtiye. Bi taybetî di dîroka dewletî, ango di dîroka şaristaniyê de tune hatiye hesibandin. Weke Serokatî dibêje, deshilatdaran ji bo ku deshilatdariya xwe teqez bikin di serî de koletî li ser jinê ferz kirine. 

 

Bêguman jin bê dîrok nîne û her koletî jî jiyan nekiriye. Lê ji ber ku timî ji aliyê deshilatdaran ve dîrok hatiye nivîsandin, dîroka koletiya jinê jî rast nehatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê sererastkirina vê dîrokê, hewldana Serokatî ya herî mezin e. Her wiha ji bo ku dîroka azadiya jinê were nivîsandin jî, Serokatî ji aliyê fikrî ve pêşnûmeyek daye pêşiya me û di her firsendê de hêviya nivîsandina dîroka azadiya jinê tîne ziman.

Bi taybetî dema ku erdnîgarî dibe Kurdistan, bindestbûn û koletî kûrtir dibe. Di encamên siyasetên dagirkeran de, kesayeteke ji rastiya xwe dûr ketiye û hatiye tepisandin heye. Lê li hemberî vê, civakeke ku civaka xwezayî bi cewherî jiyan kiriye û ew taybetmendiyên berxwêder hê jî bi awayekî kûr jiyan dike heye. Bi taybetî di jina Kurd de mirov vê yekê şênbertir dibîne. Her wiha Tevgera Azadiya Kurd ku di pêşengiya jinê de pêş ketiye, ew rihê têkoşer zindî kiriye û di şexsê vê têkoşînê de angaşta sererastkirina dîrokê û ji nû ve nivîsandina dîroka jina azad derdikeve holê.

Xebata bi navê dîroka tevgera jina azad, di erdnigariya Kurdistanê de lêgerîn û lêpirsîna vê têkoşînê dike. Ew çanda berxwêder a jinê, li Kurdistanê çawa zindî maye û di têkoşîna me de di şexsê pakrewanên jin de çawa tê temsîlkirin, vedibêje. Dîroka ji agir, di kîjan merheleyan re derbas bûye, kîjan ked û berdel hatine dayin, ji bo jina ku hatiye tepisandin çawa azadî bûye pîvaneke esasî, radixe ber çavan. Bi kurtahî em dikarin bibêjin; di her kêliya jinan de berxwedan, têkoşîn û fedakarî heye.

Ji ber vê yekê divê her jin  ew dîroka ji agir bizanibe, hewldana fêmkirinê nîşan bide û li hemberî vê têkoşînê, kesayeta xwe lêpirsîn bike. Divê îro têkoşînek çawa bê dayin, bi kesayet û zêhniyeteke çawa bê tevgerîn û peywirên demê çi ne jî diyar dike. Ji vî alî ve ji dîroka xwe ders derxistin û li ser vê esasê têkoşîn mezin kirin, berpirsiyariya her jinekî ye. 

Binevş Ceng