Serpêhatiya dîroka mirovahiyê û şaristaniyê tê zanîn, bi avakirin û înşakirina dewlet û arîstokrasiyê re çîn, bajar, kapîtal (wek sermaye an jî danehev) û serweriya mêr xwe di pergalkirinê de hakîm kir. Her ku çû jî mirovahî paşve çû, her çiqasî pergal û rêbazên ku dane meşandinê wek pêşketin û refaha mirovahiyê bê destgirtin jî ev ji bîlî xapandin, berovajîkirinê cuda ne tiştekî dine yê û ji heqîqetê reve.
Binevş Ceng
Mirovahî, dîrok, pêşketina gerdûnê an jî çi li ser navê heyîn, hebûn û xwebûnê hebe ji bo mirovan mijarên lêpirsîn û meraqênê. Ev meraq û lêkolîn mîrov dibe ber bi lêgerînên ‘’ez kîme, dîrok çiye, mirovbûn, zîndîbûn çiye, armanca gerdûnê çiye?’’ Her pirs bi xwe re rastiyên heyî dirûxîne û bersivên nû dixwaze. Ku lêpirsîna te rast be te dike neçirvanê heqîqetê, ku lêpirsîna te li gor pergala heyî domandinê be te dike çerxek ji pergala xwe. Felsefeya jiyanê li ser du lingan hatiye hûnandinê. Ev du ling bingeha xwe ji rastiya mirov digire. Hemû heyîn, hebûn û xwebûn li gor mêjî, hest, pênasekirin û wate lê barkirina mirov bi wate an jî bê wate bûye. Dûalîteya ku mirov di mêjî û hêstên xwe de jiyan kiriye wek başî û xerabiyê pênase kiriye û ev dûalîte sitavî hemû rastiya heyî kiriye. Lewma mirovbûnê çi li ser navê jiyan, zindî, mirov, fikir, felsefe, birdozî û hebûnê hebe wek tarî-ronahî pênase kiriye, di dema olên yek xwedayî de jî wek kerabî-başî, di felsefeyê de wek rastî-derew, di zanistê de wek kirde-biraser bi navkiriye û bi xwe jî ji wan wateya bawerkiriye û wan wek heqîqeta jiyanê, bingeha jiyanê an jî ya hebûnê girtiye dest û hemû asoyê mêjiyê xwe, sînorên hestên xwe û xwebûna xwe xistiye bin xeyda.
Vê zîhniyetê an jî wate avakirinê her tişt perçekiriye, jiyan zivirandiye qadek şer a bêdawî û her heyîn him li hember heyinên din û him jî li hember cure an jî etnîsîteya xwe kiriye dijmin û kujer. Wek ku Hobbes dibêje “Her heyîn kurmê hev e”. Gelo ev haqîqate an hatiye avakirinê? Ku em wek heqîqetê bigirin dest wê demê emê tekoşîna lêgerîna heqîqetê înkar bikin, ev dûalîteya heyî li ser esasê çewtkirina rastiyê hatiye avakirin. Li gor wê pênaseyê jin û mêr tu carî nikare li ser bingehek wekhev jiyan bike, dîvê her yek kole yek jî serwer be, dîsa tu netew bi netewa din re nikare di nava aşîtî, aramî û demokrasiyê jiyan bike, tu ol, ola din pîroz nabîne û tu mirov, mirovê din wek hebûn û xwebûnê nabîne. Ev rastî ji bo cihana mirovan derbasdare. Mînak tu şêr an jî piling ji bo ku keriyek xezal an jî bîzon bixwe bin serweriya xwe şerê desthilatdariyê nade meşandinê an jî baz ji bo ku li ser hemû teyrên cihanê bibe serwer zilm û zordariyê li wan nake, wan asîmîle, bindest û kole nake. Bi kurtasî zilm, zordarî, koletî, mêtingerî, dagirkerî, qirkirin û tahakkum desthilatdariya ku mirov avakiriye ye. Ne diyardeyên xwezayî û gerdûnîne. Ti afirandin an jî heyîn di xwezayê de ji bo xerakirinê, perçekirinê, tunekirinê û tahakumê çênabe. Çawa ku mirovahî ji kombûna mirovan klan, kabîle û hwd. avakir, di heman demê de ji mêjiyê mêr serwer ê kastîk katîl jî fikirandina û pêkanîna tahakumê jî bi pêşxist. Wek ku Rêber Apo jî dibêje “Bi kuştina ajalan mêr bû katîl”. Tahakuma despêkê li ser xwezaya yekêm da avakirin, piştre jî hat ferqkirin ku dikare li ser xwezaya duyem jî di her alî ve tahakumê bide avakirin. Tahakum û desthilatdarî bi destê kastîk katîlê mêr serwer wek şaneyek pençeşêrê di civakan de hat pêşxistin û berbelavî hemû jiyana mirovahiyê bû.
Serpêhatiya dîroka mirovahiyê û şaristaniyê tê zanîn, bi avakirin û înşakirina dewlet û arîstokrasiyê re çîn, bajar, kapîtal (wek sermaye an jî danehev) û serweriya mêr xwe di pergalkirinê de hakîm kir. Her ku çû jî mirovahî paşve çû, her çiqasî pergal û rêbazên ku dane meşandinê wek pêşketin û refaha mirovahiyê bê destgirtin jî ev ji bîlî xapandin, berovajîkirinê cuda ne tiştekî dine yê û ji heqîqetê reve. Ku rastî an jî heqîqeta mirovbûnê xerabî, tarîtî an jî nebaşî be! Çima fikrên komûnal, wekhevî, demokrasî, azadî û sosyalîzmê di mirov de bi pêşket? Wê çaxê di cihekî, nêrînekê an jî pêşketinê de çewtî heye, berovajîkirin heye û bi zanebûn avakirina zilmkariyê heye. Wê demê divê em di despêkê de wê çêwtiyê sererast bikin ku ev wahşet û qeyrana ku xweza jî di nav de gerdûn jiyan dike fêm bikin û çareserbikin. Mînak li ber çavê hemû dinyayê de di hûndirê salekê de welatek û gelek ji demografya û nexşeya cihanê bi qirkirin û qatlîama hate tunekirinê (Xaze û gelê Filîstînê). Dîsa welatê ku hemû mirovahî bi xwe deyndarê wê ye ev du mehe bi qirkirin, tunebûn û komkujiyê re rû bi rû hat hiştin. Daîşa ku ji bo hemû mirovahiyê metirsîn bû, bi berxwedan, tekoşîn û şerê gelê Kurd yê Rojava hatin têkbirin û hemû cîhan ji komkujiyê xelaskir lê di şevekê de ev çeteyên ku metirsiya hemû cihanê bûn, bûn desthilatdar û ji bo ku mafê, deskeftiyên heta ji bo ku Kurda jî wek gelê Xazeyê tinêbikin hemû hêzen navneteweyî bi komployekê êrîş birin ser gelê ku qehremanê û xelaskerên cihanêbûn. Ên ku xerabî, tarîtî û nebaşiyê didin avakirin mirov bi xwe ne, ew mirov jî aqlê mêrê serwer ê kastîk katîle.
Aqlê mêrê serwer ê ku di roja me ya îro de perçekirin, tunekirin, di komkujî û qirkirinan de derbaskirina mirov, gel û netewa wek mafekî ji xwe re dibîne hemû dinya aniyê rewşa mezbahaya mirovan. Ji bo ku wê yekê jî bike argumanên pir bi bandor bi pêşdixe û di nav her gelî de jî şirîkekî an jî kastîk katîlekî wek xwe peyda dike. Polîtîkaya vê hişmendiyê ya herî bi bandor jî perçekirine. Dema tu tiştekî perçe bikî tevahibûna xwe wenda dike, ji ber wê yekê wate, nirx û hebûna xwe jî wenda dike. Dîlsojiya wan polîtîkayan mirov pir vekirî di gelê, netewa Kurd de dibîne. Dîroka Kurd û Kurdîstanê di her avayî de ku mirov bigire dest, ev rastî pir tuj tê dîtin. Kurdîstan welatek ku di nava çar dewletên nijadperest û kujer hatiye perçekirinê ye. Berî ku Kurdîstan were perçekirinê despêkê gelê, netewa Kurd tê perçekirin. Bi mîr, beg û eşîran re netewa Kurd bi ferasta malbatî û eşirî despêkê di mêjî de hat perçekirin, Rêber Apo ji bo wê demê dibêje “Dîroka ser nixûmandî”. Her eşîr, beg û mîr ji bo berjewandiyên xwe tevgeriyan û di encam de bi netevekê ve dane wendakirin. Ev feraset û perçekirina hişmendî heta avakirina netew-dewletan wek şerekî taybet û zirav hat meşandinê. Piştî avakirina netew-dewletan jî ji Kurdan re ne welat, ne ziman, ne nasname û ne jî hebûn ma, lewma serî rakirin lê ev serî rakirin jî ji ber perçebûyina mêjî û giyanê bi ser neketin. Ji ber ku piştî hilweşandina mêjiyê yekbûyî yê Kurda, êdî di nav netewa Kurda de kesên, komên, malbatên, eşîrên an jî partiyên ku Judenrat’in hatin avakirin.
Judenrat ango hevkarên dijminê Kurdan ji bo me Kurda tê çi wateyê divê her ferdekê Kurd jibîr neke. Çima Kurd “Kurmê dara xwe ne”, “Kurd hertim leşkerên hêzên dervene”, “Kurd ji hev re xayinin”, “Ji Kurda yekîtî nayê avakirin”(?). Ev peyvana ne ayîdî rastiya me ne, ev peyv bi destê mêrê serwerê kastîk katîl û hevkarên wan ve hatine înşakirin û bi me Kurda jî dane qebûlkirin ku em Kurd di rastiyê de jî wisa ne. Em wek gel kîne? Heqîqeta me çiye? Çima em di rih, mêjî, dil, hêst, welat, gel û netew de wisa perçe perçene? Kê çima û bi hevkariya kê ev perçebûn da avakirin? Divê her Kurd em bersiva wan pirsan despêkê ji xwe û ji pergala heyî bipirsin. Em ê wê demê pergala kastîk katîl ku di roja me ya îro de bi destê hegemonên cihanê bi rêve diçe û hevkarên wan Judenrata jî pir baş binin û li hember vegotinên wan ên ku mêjiyê mirov jahrî dikin, tekoşîn bidin û emê bibin neçirvanê heqîqeta rastiya xwe. Wek ku bi me didin qebûlkirin em ne netewek perçekirine ew derewek desthilatdaran û yên hevkarên wan e. Me yekbûyina xwe di berxwedana Kobanê de, di erîşên herî dawî yê li hember Rojava ku di serî de Başûr û Bakur rabûn ser piya li deskeftiyên xwe xwedî derketin de dît. Her çiqasî welatê me, gelê me û hebûna me hatibe perçekirin jî, rihê me û şaneyên me Kurdin, xwîna di demarên me de yekê. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bergehên welatekîne, ew welat jî Kurdîstane. Îro li her derê Kurdîstan û li cihê ku Kurd lêne Kurd li ser piyane, êdî dem dema qezençkirina û mayindekirina statûya xwe ye. Tenê ne li perçeyekî, wek welatêk yekzemîn, yek rih, yek nêrîn û bi yek armancê kîlîtbûye divê em mafê xwe, axa xwe û hebûna xwe avabikin. Bi xweparastinek hevpar û bi netewek yekbûyî ji bo me Kurda ne tenê pêwîstiye, peywirek û emrek sedsalêyê. Êdî ev sed sal, sed sala me Kurda û Kurdîstanêye, statû qezençkirin tê wateya ji hebûnê berbi xwebûnê ve û tê wateya ku hebûn dê bi azadiyê re tacîdar bibe.















