Rêber Apo
Hebûna çandî bi ziman gengaz e. Di vê mijarê de ziman, hêmanekî herî giring e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya (jenosîd) çandî ye… Ji nijadkujiya fîzîkî xeternaktir e. Ma bila Kurd tune bibin? Ger ev wiha bidome, wê Kurd bihelin û biçin. Ma emê nikaribin zimanê dayîka xwe bixwazin? Ger ez dê nikaribim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim, ger dê zarokên min nikaribin hînî zimanê xwe yê dayikê bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min dimîne?
Rêber Apo ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê” re peyam şand. Rêber Apo got, “Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e.”
Rola hêzên şerê taybet ên Tirk di vê pêvajoyê de tenê ew bû ku min bi balafirê bibin Îmraliyê, û ew jî di bin şert û mercên kontrolkirî de. Bê guman ev operasyona herî girîng a dîroka NATOyê bû. Ev ewqas eşkere bû ku tu cihekî ku lê hatibû ziyaretkirin nikaribû nerazîbûnê nîşan bide. Yên ku wiha kirin tavilê hatin bêbandorkirin.
Rêber Apo di hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo meşa "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatiye lidarxistin peyamek şand.
Rêber Apo ji gelê Şengalê re peyameke taybet şand û diyar kir ku ferman wê careke din qet li wan ranebe û ew maf û hebûna wan biparêze. Peyam li Bexçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê yê Şengalê ji aliyê endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve bi civîneke çapemeniyê hate xwendin.
Rêber Apo ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîrê, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re peyam şand û got: "Ez piştgirê xwişk-biratî û yekitiya gelê Kurd û Ereb im, ku ew xwedî bingeha dîrokî ye."
Peyama Rêber Apo ya ji bo eşîran wiha ye:
Di festîvala li Dortmundê de peyama Rêber Apo hate xwendin. Rêber Apo di axaftina xwe de ji Kurdên li Ewropayê re tekez kir ku gelên ku ji ber neçarî û zextan neçar mane sirgûn bibin, bi çand, ziman, ked û hunerê rehên xwe diparêzin.
Li Hewlêrê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê 'Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi zehmetî bi dest dikeve' konferansek tê lidarxistin.
Rêber Apo, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand.
Peyama Rêber Apo a di mitînga Stenbolê de hate xwendin wiha ye:
“Ji kesên bo aştî û demokrasiyê têdikoşin re...
Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî, xwişk û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin mimkûn e.















