ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ Û ŞERÊ TAYBET
Hinek peyv hene, mûyên laşê mirovan dikin şûjin, lê mixabin di vê serdemê de pir birehetî ji devên me derdikevin. Yek ji van peyvên erjeng û berhema sîstema dewletparêz jî qirkirin e!
Tê gotin ku “erdnîgarî qeder e.” Erdnîgariya me ji ber ku ji gelek aliyan ve navenda cîhanê ye; tu bixwazî-nexwazî, têkilî, nakokî, berjewendî, hevsengî û hwd. jî li vir tên sazkirin. Li ser xakeke ev qasî dibe zemîna têkiliyên qirêj, şerên neheq, hesabên bêyom; gelekî ev qasî paqij, şopdarê têkoşîneke mafdar û mirovhez; belkî jî henekeke “xwedayan” e.
Heta derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li Kurdistanê bi navê Kurdbuyinê tiştek nemabû. Dewletên nijadperest wisa difikîrîn ku êdî demarê serhildanê zuha û pûç bûne. Lê di pêşengtiya Rêber APO de serhildana bîst û nehemîn hat destpê kirin.
Şerê mirovahî di dîrokê de di navbera civaka komînal û dewletê de pêkhatî ye. Ev şer di pêşketina dîrokê de veguheriye nakokiya civakê ya herî mezin û ev nakokî wekî şerê desthilatdarî û demokrasî yê xwe daye der.
Di şerê taybet de amûrên herî bibandor, civakê ji hev dixe û civakê belav dike madeyên hişber in. Pergala Kapîtalîst ji bo ku civakek, mirovek, kesayet bi her awayi pê ve girêdayi ava bike bi gelek cûreyên bêexlaqî êrişî mirovbûnê dike.
Lanet û bêrûmetî ji bo kesayet tişta herî der-mirovî ye, heta der-xwezayi û der zindîbûyine. Tişta ku kesayet herî zêde ji hebûn û cewhera xwe dûr dixe ji xwe, ji gelê xwe, ji nasname û dîroka xwe re biyanîbûyine.
Di piranî azmûnên pêvajoyên aştiyê de, hêza desthilatdar dixwaze bide diyarkirin ku ew bi serketiye, yên hemberî wan neçarî diyalogên aştiyê bûne. Ji ber vê yekê, divê xwestekên xwe mînîmînalize bikin, heta teslîm bibin. Armanca diyalog û mûzekereyên wan ew e ku, hêza li hemberê xwe teslîm bigre û dev ji têkoşînê bide berdan.
Kurdên ku şoreşa civakî ya Neolîtîk pêkanîn, bandorên kûr ên çanda Neolîtîk hem di dîrokê de û hem jî îro dijîn. Ji ber vê yekê, ew di pevçûnek avahîsaziyê de bi şaristaniya dewletparêz re ne. Bi xwezaya xwe, nayê hêvîkirin ku ew bandorên dij-şoreşa li dijî Neolîtîkê, ku wan bandor lê kiriye, qebûl bikin.
...Ev hemû rewş in ku encamên wan ji qirkirinê bi xwe xerabtir in. Ji ber vê yekê, divê em pêşî li dijî xwe û şêwaza jiyana derewîn şer bikin. Ger kesek ku ji jenosîdê haydar e, tevahiya jiyana xwe li dora sekinandin û şerkirina wê neafirîne, ew ê bibe qurban an hevkarê wê.















