KU TR

Tê gotin ku “erdnîgarî qeder e.” Erdnîgariya me ji ber ku ji gelek aliyan ve navenda cîhanê ye; tu bixwazî-nexwazî, têkilî, nakokî, berjewendî, hevsengî û hwd. jî li vir tên sazkirin. Li ser xakeke ev qasî dibe zemîna têkiliyên qirêj, şerên neheq, hesabên bêyom; gelekî ev qasî paqij, şopdarê têkoşîneke mafdar û mirovhez; belkî jî henekeke “xwedayan” e.

Ku jiyan bûbane lîstokeke şanoyê, her kesê temaşe bike wê bigota “ev qasî jî nabe”; zilm û zordariya li ser gelê Kurd, hovîtî û êrîşkariya heyî, her kesê ji xwe re dibêje “mirov” wê rakiriba ser piyan!

Li ser vê xakê çîrok û efsaneyên heqî û neheqiyê kevin in. Gelek fatîh, siltan û şahê kujêr, dagirker hatin û çûn. Yekî ji wan jî li hemberî xwe seriyên tewandî nedîtin. Weke çîroka Seyîd Riza, bi ders û derdan dagirtî ye, ev jî cewhereke din a çîrokê ye…

Zanebûna dîrokî, efsûn û têgihiştina jiyanê dide mirov. Dema ku zanebûna dîrokê kêm be, hemû zanebûnên din jî kêmtir dimînin…

Niha mirov ji gelê me yê Bakurê Kurdistanê bipirse, bêje ‘Hûn çi qasî dîroka xwe dizanin? Jiyana we çi qasî li gorî heqîqeta we ye? Bandora şerê taybet çi qasî li ser we heye?’ Belkî hinek jê vê pirsê weke heqaret jî fêhm bikin. Lê ku em li jiyana rojaneyî binêrin, nûçeyên dikevin bultenan bixwînin, çîrokên biêş ên di nava civakê de tên ziman guhdar bikin, em ê bibînin ku ji gelek aliyan ve têgihiştina me ya dîrokî lawaz e, jiyana me ji heqîqeta me dûr e, bandorên şerê taybet li ser me hene; lewra jiyana me rastiya me nîşanî me dide. Ango em çi bijîn, em ew in! Tenê çend navên bûyî “sembol”, wê nîşanî me bidin ku weke gel em di çi astê de li gorî heqîqeta xwe dijîn! Îpek Er, Gulîstan Doku, Pinar Gultekîn, Rojîn Kabaîş…Çawa û ji aliyê kî ve hatin kuştin? Ev trajediya me ye, ku em jî nikarin ji xwe re îtîraf bikin. Hozan Sefkan gotibû, “Keça Kurd destê xwe dide mawzerê, nade dagirkeran.” Bi rastî jî keça Kurd wisa bû, an jî pêwîst bû wisa be. Di roja me de keç û xortên Kurd çi qasî li gorî vê helwesta rast û dîrokî dijîn? Hem jî di serdema ku ev navê hatî rêzkirin hatin kuştin de, li ser heman xakê sembolên heqîqetê jî hene; Delal Amed, Azê, Sêvê, Çavrê û bi sedan pakrewanên din…

Ji aliyekî din ve em li “rastiya” xwe binêrin…Nêzî du hevyan e bi Rêber Apo re hevdîtin nayê kirin, yanî tecrît û êşkenceya li Îmraliyê berdewam e…Baş e weke gelê Kurd (bi tevahiya rêveber û saziyên xwe ve) em çi dikin? Ji bo ku dewleta Tirk gavan bavêje em jiyanê radiwestînin, an em li benda gavavêtina dewletê ne? Herhalde tu kes nikare bêje “Tiştên em dikin jî hene û bes in.” Bes bûya, niha wê Rêber Apo û Kurdistan bi awayekî fîzîkî jî azad bûbane…

Ev dewleta ku hê jî bi awayekî fermî dev ji projeya qirkirina Kurdan neqeriya ye, em li bendê ne çi bike?

Rêber Apo gelê Kurd, weke “Gelê Serkeftinê” bi nav û pênase dike. Bi rastî jî dema ku gelê me li ser xetekî, di çarçoveya armancekî de tevdigere, çalak dibe, di asteke baş de armancên xwe pêk tîne. Di dîrokê de bi dehan mînakên vê hene. Mînak, îro dewleta Tirk jî bi Kurdî diaxive, fêhmkir ku êdî nikare Kurdan tine bike… Ger ku îro dewleta Tirk neçar ma be, tevlî pêvajoya Rêber Apo dimeşîne dibe; bi şermokî be jî agirbesteke dualî dimeşe, di asta ziman de be jî hin guhertin çêbûbin, ev hemû bi saya têkoşîna me pêk hatiye. Rêber Apo li Îmraliyê sekin û berxwedaneke efsanevî raber kir; Gerîllayê Azadiya Kurdistanê bi gotina Fermandarê Nemir Cûmalî Çorum, “Heta ku hestiyê me jî bihelin” li ber xwe da; gelê me jî bi awayekî birûmet li pişt Rêber Apo û gerîlla sekinî, ev encam derketin. Wê demê têgihiştina dîrokî, zanista siyasetê, ji hemûyan zêdetir jî felsefeya Rêber Apo vê fermanê didin me; rabin ser xwe; bi xwe bawer bin, li benda kesî nemînin! Di vê qonaxa dîrokî ya ku çarenûsa gelan tê tayînkirin de; divê hemû Kurd ji xwe bipirsin: Ez nebim kî, niha nebe kengî?

Yên ku van pirsan û geleke din ji xwe napirsin, divê bizanibin ku di bin bandor û jahriya şerê taybet de ne.

Bawer Azad