DI KURDISTAN’Ê DE PÊŞENGÊN GEL
Mêtingehî ya Kurdistanê naşibe mêtingehî û bindestiyê li welatên din. Welatê dergûşa pêşketina mirovbûnê bû ji bo berjewendî û domandina dewletên xwe ji împaratoriyan, netew-dewletan û hêzên hegemon re herdem bûye amûra kirîn, firotin û peymanên aşitî û şer kirinê.
- Di sosyalîzmê de Şoreşgerên ku di her kêliya jiyana xwe bi aso, hêvî û baweriya şoreşê hûnandine hene. Di jiyana xwe de her nefesa xwe, nêrîna xwe, zimanê xwe û hemû pêdiviyên jiyanê li ser esasê têkoşînê dane ava kirin û mêjiyê xwe ji bo azadiya gelê xwe dane razandin, dilê xwe ji bo evîna welatê xwe dane birêxistin kirin û laşê xwe ji bo xwebûna şoreşgeriyê dane feda kirin hene.
- Welatparêzî dema di mirov de dibe zanebûna heqîqetê têkoşînê bi xwe re tîne. Tîmsala welatparêziya Kurdistanê Apê Musa bi serê xwe serhildanek, serî rakirinek û partiyek bû.
Şoreş têgeheke ku xwîn di laşê mirov de dikelînê. Dema di kesayeta mirov de beden bigere dibe Şoreşger. Şoreşgerî jî ew kesayeta ku kêliyên jiyanê yên herî bi wate û nêzî heqîqetê diafrîne û jiyan dike.
Cizîra Botan ji dujminê xwe re digot: Êdî tu nikarî li ser min biryarê bidî. Hebûna te ya li welatê min tenê navê te ye! Tu rewatiya te li axa Kurdistanê nemaye! Xwerêveberî naveke din yê azadiyê bû. Cewhera felsefeya Rêber APO bû. Vê yekê civak zindî kiribû û anîbû li ser cewhera xwe. Ji xewa hezar salan rakiribû.
Bawerî ku bi zanebûn re tê sitrandin dibe armanc. Armanc jî ku azadiya welat be parêzvaniya fedaî dixwaze. Di welatparêziya Heval Mehmed de israr, biryar, qanihbuyin û baweriyekî kûr û fedaîtî hebû. Mehmed Tunç coş û hêza dilê Cizîrê bû.
Ji dîrokê re diyariyek afirand bi çûna xwe. Bi rûkenî, bi serbilindî, bê xem û xof ber bi heqîqetê ve meşiya. Hemû çavkaniya xwe ya jiyanê ji Rojê girtibû. Bi bawerî û biryarekî kûr asoyek avakir di xeta welatparêzî û welatperwerîyê de. Ji berxwedan û serhildanê tabloyekî efsûnî xêz kiribû di dilê Cizra Botan de. Ev tabloya efsûnî bu xeta welatparêziya hemdemî, bû tabloya sekna berxwedêriya welatperweriyê.
Di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de ev gotinên wê hîna jî zindî ne: Min bikujin, lê vê rastiyê zanibin; bi kuştina min wê bi hezaran Kurd ji xewê şiyar bin.
Bi sedan şopdarên riya Egîd û Mazlûman soza şopandina riya wan dane û soza azadkirina Kurdistanê dane, wê tu carî ala Egîd û Mazlûman danekeve wê di asîmana Kurdistanê de her tim bilind be û biheje.















