KU TR

Hinek peyv hene, mûyên laşê mirovan dikin şûjin, lê mixabin di vê serdemê de pir birehetî ji devên me derdikevin. Yek ji van peyvên erjeng û berhema sîstema dewletparêz jî qirkirin e!

Di xwezayê de qirkirin tune ye. Yekitiya cudahiyan û dewlemendkirina yên jev cuda heye. Xweza rengareng e. Qirkirin jî wekî dewletê, rastiyeke hatî avakirin e. Qirkirin, rêbaz û politikaya hebûnê ya dewleta faşîst e. Di cewherê xwe de hemû dewlet faşîst û qirqer in. Hinek polîtikayên xwe aşkere qaba/çors û hişk dimeşînin, hinek dewlet mirov û mirovahiyê bi ziravî dikujin. Mînak dewleta Îranê dibêje “em stûyê dijminê xwe bi tayê pembû jê dikin”, lê ji sêdaran jî texsîr nake. Dewletên weke Tirkiyê jî “dijminê” xwe tavêjin bîrên asîtê…

Qirkirin

Qirkirin, di lîteratura navnetewî de bi ked û xebatên dozger û hiqûqnasê Cihû Rafael Lemkîn hatiye bi kar anîn. Lemkîn, li ser qirkirina Ermeniyan lêhûrbûn kirine û ji bo ev bibe sucê dijmirovahiyê xebitiye…

“Genos”, bi Yewnanî tê wateya nijad, esil. “Cide” jî bingeha xwe “cidium” a dihat wateya “qetilkirin” ê girtiye. Genocide ji her du peyvan hatiye afirandin û “qirkirin”ê  îfade dike. Li gorî hiqûqa navnetewî qirkirin, beşeke civakî (netew, nijad, ol, mezheb û hwd.) ji ber cudabûn, bawerî, çandî, ziman û hwd. hedef bê girtin, beşek an jî bi tevahî bê tunekirin e. Ji bo bûyer wekî qirkirin bê qebûlkirin, ne şert e ew beşa civakê ya ku bûyî hedef bi temamî îmha bibe. Hewildan û beşek jî bê qetilkirin bes e.

Pênasekirina Neteweyên Yekbûyî, hiqûqa dewletan ya qirkirinê, pêwîst e rastiyê şîlo neke. Hiqûq bi xwe di kêliya qedandina sinc/exlaqê civakî de derketiye û rista wê ya esasî rewakirina zor û wahşeta dewletan e. Nemaze hemû dewlet bişafker/asîmîlasyonîst û qirker in. Wekî Rêbertî gotî qirkirin di rewşê netew, ol, mezheb, kêmarên bi bişaftinê tasfiye nebûbin, ji holê rakirina wan a di alê çandî de ye. Qirkirina çandî jî dîsa bi pênase ya Rêbertî, ji qirkirina fîzîkî xedartir, demdirêjtir û felaketeke mezintir e.

Welatparêz

Weke zarokên gelekî ku di bin pencên qirkirinê de ne, em dixwazin welatparêzî û qirkirinê bi hev re nîqaş bikin. Da ku di welatekî de qirkirin hebe, pêwîst e welatparêz çi bikin, baştir were fêhmkirin.

Welatparêz an jî welatperwer, ew peyvin ku mirovan, gelan bi ked, fikirîn, hezkirin, xwîna xwe û ji zîhniyeta sedhezaran salan werivandî û derxistiye zanebûnê ne. Welatparêz, parêzvaniya hemû nirxên welat yê maddî û manewî îfade dike.  “Perwer” dema tê ba peyveke din wateyên ‘bi eşq û evîn girêdan’ê lê bar dike. Ji bo mirovek karibe bibe welatparêz an welatperwer, beriya her tiştî dive “welat” hebe. Di civaka klan de rêgeza ‘yek ji me ji bo tevahî, em tev ji bo yekî/e xwe ne’ heye.  Di cudabûnê de “ez û yên din” wekî rastiyeke sosyolojîk heye. Di wê rewşê de pêdiviya parastinê der tê. Di têkoşîna li hember heywanên dirinde, şert û mercên xwezayê û klanên din de dayîk/jin stûna civakê ye. Rênîşaner û otorîteyeke xwezayî, navenda zîhniyetê û bedenbûnê ye.

Mirovbûn bi civakbûnê pêk hat. “Mir-hov”, tê wateya mirina hovbûn, derbasbûna mirovahiyê. Civak, komasiya mîlyonan salan ya di aliyê zîhniyet, jiyan, ceribandin û hînbûnan de ye. Em vê rastiyê bi awayekî din şîrove bikin; yên ne civakî bin, ji mirovbûnê derdikevin, niha jî wisa ye!..

Ji bo civakîbûnê zanyaran şeş xalên bingehîn tesbît kirine.

1)    Vebîr/ hafiza civakî

2)    Jîriya analîtik/Analîtîk zeka

3)    Ziman

4)    Çandinî

5)    Sinc û konevanî (exlaq û polîtîka)

6)    Jin

Bêgûman ev şeş xal jev neqût in. Bi hev re û hev dû pêş dixin. Helbet di rastiya mirov û civakê de rista dayîk/jinê li pêş e. Ku tenê jin/dayîk ji nav wan şeşan derkeve yên din hemû bêwate dimînin.

Aîdiyet li derdora jin/dayîkê, nirx, hest û fikrê wê çêbûye.  Dayîk û ax/xak ango welat, wekî hev tên dîtin û hîskirin. Lewre girêdan û bêrîkirina axê û welat bi dayîk û zîhniyeta wê ve têkildar e. Di pêşengiya jin/dayîkê de em bûn mirov. Dayîk weke welatê biçûk, welat weke dayîka mezin tê zanîn û pênasekirin. Ji ber kevnariya civaka dîrokî, erdnîgariya dewlemend û jiyana pîroz, girêdaneke xûrt bi dayîk û welat re derdikeve holê. Îro em girêdana bi dayîka mezin re wekî welatperwerî binav dikin.

Civakîbûn, nasname û nîşaneya mirovbûnê ye. Her civak û gel çanda xwe jî diafirîne. “Çand, cîhana mirov ya zîhnî ye. Fikirîn, ecibandin û exlaq/sinc sê mijarên wê yên bingehîn in.” (Rêber APO) Her civak û gel biqasî çanda xwe diafirînin, çand jî mirov û civakan ava dikin. Diyalektîkeke pêşveber û xurtker heye. Li gorî şert û mercên erdnîgariya xwe û taybetmendiyên jiyanî bi demê re wekî xweserî û nasnameya  maddî û manewî çandên civakan jev cuda dibin. Cudabûn û zêdebûn; zindîbûn, dewlemendbûn û azadiya xwezayê îfade dike. Her çandek reng û bedewiyeke xwezayî û gerdûnî ye.

Em ê li ser vê mijarê berdewam bikin…

 

Bawer Azad