Di gerdûnê de her tişt demeke xwe ya diyar heye. Çêbûna însan di zemanekî diyar û mekanekî diyar de temam dibe. Zeman, mekan û însan di nav çerxekê de hev bandor dikin. Xelekeke felsefî wiha temam dibe, çerxa dem û dewran wiha dizivire. Çêbûn, pêkhatin, heyîn, hebûn wiha temam dibin.
Mirov dixwaze bi pênaseyeke xwezayê dest bi nivîseke wiha bike. Êdî dem dema çêbûnê ye, pêre jî xwezaya delal di her kêlî û dîmena xwe de îlhameke cuda pêşkêş dike û mirov ber bi afirîneriyê ve dikşîne. Bes tu bizanî wateya têde bixwînî, bibînî, bibhîzî û tehm bikî.
Pûşper, an jî Hezîran; ber û bereketa xwe reng bi reng pêşkêş dike dayîka xweza, siruşta delal… pûş per bûye lê berhem li lûtkeyê ne. Reng dijwartir bûne, zelaltir û beloq bûne; zer zerahiya xwe ji tîrêjên Roja bilind bûyî, sor sorahiya xwe weke xwînî, kesk ji hemû zeviyan kesktir reng digire…
Û dawiya hezîranê, rûpela salnamê pelê 30’yî ya sala 1996’an naweşe. Ew pel êdî bi rengê sor ji wê demê ve hemû zemanan watedartir dike. Însan, li ser zeman û mekan bandora xwe ya lûtkeyî nîşan dide.
Zîlan; jineke ciwan, ji bermahiya qirkirinan berê xwe daye Rojê û di nav zemanê ji bo Kurdan hatî diyarkirin de ber bi çêbûna herî watedar ve dimeşe. Rêber Apo darê hişk bûyî şîn kiriye ya, ruh dayê, bi gewde kiriye, bi rûmet kiriye. Zîlan bi jinbûna xwe, bi Kurdbûna xwe, bi ciwaniya xwe, taca rûmetê daye serê xwe û dimeşe, dixwaze bibe xwediyê jiyaneke bi wate.
Dema tevlîbûna Zîlanê ji bo Tevgera Azadiyê, ne demeke dirêj e. Lê Rêber Apo dema wê ji mêj ve daye destpêkirin û kombûna mirovahiyê ya herî xweşik, herî dewlemend pêşkêşî jinan kiriye. Jin tehma demên azadiyê digirin, bi per û bask dibin. Şop û birînên hezarê salan di xwe de paqij dikin, derman dikin. Bi hezkirin, bi zanebûn, bi dijwarî, bi nazenînî, bi îdîa û bi biryardarî!
Û Zîlan dimeşe…
Ev meş divê ber bi zemanên pêşerojê ve biherike. Dema 6’ê gulanê li beramber Rêber Apo êrîşeke hovane tê kirin dem dîsa dema Zîlanê ye. Divê tu kes nikaribe destên xwe yên qirêj dirêjî mîmarê azadiyê, Rêber Apo bike. Êrîşa li ser Rêber Apo êrîşa azadiyê ye, êrîşa jinên bedew e, êrîşa kombûna nirxên mirovahiyê ye li gor Zîlanê. Bila bersiva vê jî ew qas dijwar be.
Warê Terteleyan, cî û warê Elîşêran, Zerîfeyan, Seyîd Rizayan; Dersîm ji bo bersivek bide qirkeran şoreşgeran vedixwîne. Sarayan, Doxtor Baranan, Şiyaran, Fûadan, ji destpêkê ve ji nav vî agirî derketine û mil dane Mîmarê Azadiyê. Mekan bi her awayî ji bo bersivek bide qirkeran amade ye.
30’ê hezîranê roja safîbûnê ye, roja tolhildan, roja hesabpirsînê ye. Meydan meydana cengê ye. Hêrs û kîna Zerîfeyan di demarên Zîlanê de diherike. Roj roja jiyan afirandiyê ye, roja parastinê, roja çalakiya mezin e. Tolhildan divê li gor vê felsefeyê bi wate be, dagirtî be, giran be û bi encam be.
Kêliyên teqîna bombeyên li ser şehîd Zîlanê dibin kêliyên azadiya me hemû lêgerînvanên heqîqetê. Tovên azadiyê li asîmanên bindestan hatine reşandin, reh berdidin, şax didin, kulîlk vedikin. Jin bi bask bûne û asîmanên azadiyê dixemilînin. Dibin xwedavend û bayê azadiyê digihînin ruhê tî û birçiyên azadiyê.
Em êdî ne ew jinên stûxwar, belengaz û bêçare ne. Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe nîşan da ku jin li dijî dagirkeriyê hêza herî mezin di xwe de dihewînin û her kêlî dikarin di mêjiyê faşîzmê de biteqin. Şer ne tenê şerê mêran e; şêr şêr e û çi jin e çi jî mêr e.
Lewma jî Rêber Apo got; Şehîd Zîlan xwedavenda min e! Taca serê Zîlanê diyarî me hemû azadîxwazan kir.
Şehîd Zîlanê jixwe di nameyên xwe de bi têgihîştineke zanyarî gotibû; xwezî ji canê min zêdetir tiştekî din hebûya û min fedayî Rêber Apo bikira. Em jinên li ser rêya azadiyê ji bo azadiyê bihonin dimeşin her yek ji me canekî şehîd Zîlan in û em her kêlî amade ne ji bo Rêber Apo xwe feda bikin. Ji bo welatê xwe, jinên azadîxwaz û mirovahiya aştîxwaz biparêzin her can ji me wê bibin pêşengên azadî û aştiyê.
Sema Delîl Amed















