KU TR

Ji dîrokê re diyariyek afirand bi çûna xwe. Bi rûkenî, bi serbilindî, bê xem û xof ber bi heqîqetê ve meşiya. Hemû çavkaniya xwe ya jiyanê ji Rojê girtibû. Bi bawerî û biryarekî kûr asoyek avakir di xeta welatparêzî û welatperwerîyê de. Ji berxwedan û serhildanê tabloyekî efsûnî xêz kiribû di dilê Cizra Botan de. Ev tabloya efsûnî bu xeta welatparêziya hemdemî, bû tabloya sekna berxwedêriya welatperweriyê.