KU TR

Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’yê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got:

“Îsal jî cejna zimanê xwe yê pîroz di bin bayê oprasyon û qirkirinên siyasî, çandî înkar û qedexeyên li ser ziman û nasnameya neteweyî de pêşwazî dikin .

Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’yê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser qedexeya li ser Zimanê Kurdî û wiha berdewam kir: “ Em di sedsalake ku hîna jî zimanê gel û neteweya me tê qedexekirin de ne. Destpêkê li Tirkiye û li çar beşên Kurdistanê Zimanê Kurdî wekî zimanê netweyekê bi fermi di nava makezagonan de nehatiye bicîkirin. Mînaka vê rastiyê ya herî dawî û balkêş qaşo pakêta guherîna Makezagonê ya ku Hikumeta AKP’ê xwest Gelê Kurd pê bixapîne. Me hemûyan bi hev re temaşe kir û dît ku di der barê rakirina qedexeyên li ser Zimanê Kurd û ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê xaleke biçûk jî tune bû û nehate nîqaşkirin. Lê Tirkiye welateke ku hîna jî her roj zarok û ciwanên me ji bo gotineke kurdî têne kuştin, têne girtin, weşanên kurdî bi kirinên dewletê yên kirêt re rû bi rû dimîninin. Rojnameyên kurdî têne girtin, xebatkarên wan ceza digirin û têne kuştin.

‘EV QIRKIRINEKE ÇANDÎ Û NASNAMEYÎ YE’

Di girtîgehan de nivîs û axaftina bi Zimanê Kurdî hê jî qedexeye, ji ber axaftin û nivîsên bi kurdî her roj ceza li gırtiyan têne birîn. Ev qirkirineke çandî û nasnameyî ye. Înkara hebûna neteweyekê ye. Em hemû jî baş dizanîn ku hebûna çandî bi ziman gengaz e, gelê ku zimanê wî tune be, çand, dîrok û nasnameya wî jî tuneye. Lewre ziman, Şertê heyîn û mirovbûnê

yê pêşîn e. Stuna bin banê neteweyan e. Her neteweyek bi riya ziman yekitiya xwe ava dike û jiyana xwe diafirîne. Heta Zimanê Kurdî li çar perçeyên Kurdistanê nebe zimanê fermî yê perwerdehiyê em ê jî wekî netewe nikaribin civak û zarokên xwe ji bin bandora pişavtin û xwepişavtinê rizgar bikin.

 

‘ZAROKÊN KURD DIXINE XEFIKÊN NARKOTÎKÊ’

Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’yê di daxuyaniya bi boneya Cejna Zimanê Kurdî dayî de diyar kir ku dewletên dagirker zarokên Kurdan bi ziman û çanda xwe mezin dikin û wiha domand: “Ji ber ku zimanê me nebûye zimanê fermî yê pewerdehiyê, deweletên dagirker zarokên kurdan dibin û di dibistanên xwe de li gorî çand û exlaqê xwe perwerde dikin. Dîsa di heman dibistanan de zarokên kurd bi kirinên kirêt ên wekî destavêtinê û polîtîkayên ku zarokan dixine nava xefkên narkotîkê de rû bi rû dihêlin. Ev di hemû dibistanên dewletê de bi destê leşker, polîs û rayedarên dewletê têne kirin. Ango dibistanên tirkan yên li Kurdistanê û cihê ku kurd lê dijîn bi destê artêşê û bi şêwazên şerê taybet têne birêvebirin. Ev polîtîka hemû bi armanca qirkirinên çandî, ziman, ramyarî û neteweyî têne meşandin. Navenda van hemû polîtîkayan jî navenda şerê taybet e û ji wir tê meşandin. Jixwe her ku diçe metirsiya van polîtîkayan xwe li hemû qadên jiyanê yên civaka me de dide der.

‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNA NASNAME Û ZIMANÊ XWE BILIND BIKIN’

Komîteyê di der barê Cejna Zimanê Kurdî ya 16 Gulanê de got: “Ji bo ku em bikaribin tevahiya van bêrûmetî û qedexeyên ku li ser ziman û çanda xwe vala derxînin, divê em têkoşîna nasname û zimanê xwe bilind bikin. Ji bo ku em bikaribin li beden, çand, erdnîgarî û zimanê xwe xwedî derkevin, dive em bi giyanê cejna neteweyî ango Cejna Newrozê, ji 14’ê Gulanê dest pê bikin û bi taybet jî di 15’ê Gulanê de, ango di roja cejna zimanê kurdî de çalakî û pîrozbahiyên xwe rakîn asta herî bilind û hefteyekê bidomînin. Divê Gelê Kurd vê cejnê bike dîrokeke ku ji hemû cure pişaftin û xwepişaftinê re bêje êdî bese.!

‘DIVÊ ZAROKÊN KURD ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ NEÇIN DIBISTANÊ’

Lewra em wekî Komîteya Ziman û Perwerdehiyê ya KCK’ ê dixwazin ku gelê me li her perçeyê Kurdistanê û li hemû cihê ku kurd lê dijîn di roja cejnê de ji seretayî heta zanko, tu xwendekar dibistanan, ango dibistan bêne protestokirin û ne tenê rojekê hefteyekê Cejna Zimanê Kurdî bi diruşmeya ‘ZIMAN, BEDEN E, ÇAND BEDEN E, ERDNÎGARÎ BEDEN E, LI BEDENA XWE XWEDÎ DERKEVIN’ pîroz bikin.

Bi vê sedemê li vir em bangewaziya Rêber APO ya ku dibê “ZIMAN, BEDEN E, ÇAND BEDEN E, ERDNÎGARÎ BEDEN E, LI BEDENA XWE XWEDÎ DERKEVIN’ bi bîr tînin û careke din vê bangewazıyê di serî de li hemû partî, rêxistin, sazî, tevger û li hemû welatparêz û neteweperwerên kurd ên ku di warê siyasî, çandî, hunerî, civakî û di hemû warên jiyanê de doza azadî û demokrasiya Gelê Kurd dimeşînin û piştre jî li hemû gelê kurd dikin û dibêjin li zimanê xwe, ango li bedena xwe xwedî derkevin, beşdar bibin û li dijî bişavtin û xwebişavtinê bibin xwedî helwesteke neteweyî. Di nav malbata xwe de, di hemû jiyan, kar, têkilî û xebatên xwe de bi zimanê xwe yê neteweyî bipeyvin, bixwînin û binivîsin. Zarokên xwe fêrî axaftin, xwendin û nivîsandina zimanê xwe yê xweş û şêrîn bikin. Bila êdî zarokên me li şuna zimanên dagirker û mêtingeran, xewnên xwe bi zimanê dayîka xwe ya pîroz bibînin. Lewre zimanê me, giyan û nasnameya me ya neteweyî ye. şertê jiyan û hebûna me ya neteweyî ye. Ji ber vê yekê jî Rêber APO dibêje ‘Heke ez nikaribim bi zimanê xwe yê dayîkê bipeyvim, heke wê zarokên min nikaribin fêrî zimanê dayîka xwe bibin, ma wê demê çi wateya jiyana min heye?’. Axaftin, xwendin û nivîsandina bi zimanê me yê kurdî, ji bo me hemûyan jî rûmet e, serbilindî û şanazî ye. Lewre jî, dive em di rojên cejna zimanê kurdî de bi hiş, hest û giyanek neteweyî serî hildin û heta ew qedexeya bişavtin û xwebişavtinê ya ku dagirkerên ereb, fars û tirkan li ser dil, mejî û zimanê me xistî ranekîn, êdî ranewestin.

Bi vê boneyê ji niha de em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li afirîner û parazvanên zimanê kurdî, dayîkên dilovan û li hemû Gelê Kurd pîroz dikîn.