KU TR

Gerdûn, jîndar li ser du aliyan daye ava kirin. Dîroka mirovbûyinê jî li ser her du aliyan hatiye afirandin. Piştî demekê ev afirandin bi destê yek milî ve hatiye nivîsandin û şîrove kirin. Wekî ku ‘jîndara din qet di afirandina jiyanê de, dîrokê de an jî di hebûna mirovahîyê de cih negirtiye’ tê dest girtin. Lê taybetmendiya heqîqetê ew e ku çiqasî bê veşartin jî derdikeve ser rûyê dîrokê.