KU TR

Ji heyeta ji 39 kesan ku di çarçoveya kampanya 'Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim' di bin sîwana Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) de ava bû re, ji aliyê Rêber APO ve peyamek hat şandin.

"Dostên hêja...

Ji bo min gelekî bi wate û hêja ye ku hûn ji rêyeke ewqasî dûr hatine, hewl didin lêgerîna azadiyê ya ku di şexsê min de şênber bûye bixin rojevê û di heman demê de hevdîtinê bi min re bikin. Beriya her tiştî vê hewldanê ne tenê weke piştevaniyake şexsî yan jî lêgerîneke azadiyê ya şexsî dibînim; vê yekê weke parçeyek ji îradeya jiyana azad a bi hev re ya gelan û çareseriya demokratîk, aştiya civakî dibînim.

Min azadiya xwe ya şexsî ti carî ji azadiya civakî cuda nedît. Ji xwe min timî got, heta ku azadiya civakî pêk neyê, wateyeke rasteqîn a azadiya şexsî wê nebe. Ji ber vê yekê ez vê gava we ji bo paşeroja demokratîk a hevpar a gelên me weke tevkariyekê û bangeke wêrek dibînim.

Haya min ji daxwaza we ya ji bo hevdîtinê çêbû. Hêvîdar im ku di rojên pêş de şert û mercên hevdîtineke bi vî rengî bên afirandin. Di vê çarçoveyê de silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim ên ku ked dan -ne tenê ji bo min, her kesên ku tevkariyê li lêgerîna azadiyê û îradeya demokratîk a gelên me dikin-.

Bi hêviya ku di rojên azad de, di atmosfereke ku civakeke demokratîk tê avakirin de em hevdu rû bi rû bibînin...

Abdullah Ocalan
Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê."