Di festîvala li Dortmundê de peyama Rêber Apo hate xwendin. Rêber Apo di axaftina xwe de ji Kurdên li Ewropayê re tekez kir ku gelên ku ji ber neçarî û zextan neçar mane sirgûn bibin, bi çand, ziman, ked û hunerê rehên xwe diparêzin.
Rêber Apo festîvalên çandî yên li Ewropayê ne tenê wekî çalakiyên çandî, di heman demê de wekî "îlankirina îradeyê ku rehên gelê sirgûnkirî zindî dihêle" nirxand.
Peyama Rêber Apo wiha ye:
Dostên hêja,
Hûn ên ku li Ewropayê dijîn, ji ber pêwîstî û zextê çûn wir. Lê bi pêşketina pêvajoya ku me daye destpêkirin re, vegera we ya welatê we dê bibe deriyê destpêkek nû. Tevî hemû zehmetiyan, we bi çand, ziman, ked û hunera xwe rehên xwe parastin; we li her qadê têkoşîn domand.
Îro, li welatê me pêdiviyeke mezin bi pêşxistina civaka demokratîk, bi ezmûn û hevgirtina ku ji têkoşîna we ya li Ewropayê hatiye berhevkirin heye. Ev welat hewceyê azadî, demokrasî û avahiyeke civakî ya nû ye. Ev pêvajoya avakirinê dê bi beşdariya kesên li sirgûnê xurttir bibe.
Pêvajoya ku em niha hewl didin pêş bixin, pêvajoya ji nû ve girêdana me hemûyan bi kokên me, axa me û bîranînên me ye. Hevdîtina we di festîvaleke çandî de li Ewropayê ne tenê bûyereke çandî ye, di heman demê de beyana îradeyê ye ku kokên gelê me yê li sirgûnê zindî dihêle.
Di encama polîtîkayên bi zanebûn de, dînamîzma ciwanan a welêt ber bi derveyî welêt ve tê kanalîzekirin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, pêdivî bi pêşxistina bernameyek piralî heye. Di bin van şert û mercan de, divê domandina têkoşînê di nav axa me de armanc û hedefa me ya bingehîn be.
Dema ku em bi hev re bisekinin, çi li sirgûnê be çi li welêt be, tu hêz nikare vê meşê rawestîne. Dema ku mîrata çandî û siyasî ya ku we ava kiriye bi têkoşîna ku em li vir dimeşînin re were hev, serdemeke nû dê li ser rêya azadî û demokrasiyê dest pê bike.
Bi hezkirin bêdawî, bawerî û hevgirtinê...
Abdullah Öcalan
Girava Îmraliyê















