KU TR

Di serî de keç û xortên Ciwan yên Kurd û hemû gelê me, hewcehî heye ku di hemû qadên jiyanê de wan destkeftiyên xwe yên ku bi xwînê hatine destxistin, biparêze. Ev mafê me yê gerdûnî û jiyanî ye. Dema dibêjin Xwe Parastin, bila tenê çek neyê bîra me an jî tenê wek erkê Gerîlla neyê dîtin. Xwe Parastin erkê hemû civakê ye.

Ji bo hemû zindiyan Xwe Parastin mijarek jiyani ye. Bê Parastin ne gengaze ku mirov bikaribe hebûna xwe bidomîne. Rêber APO mijara Xwe Parastina Cewherî bi Teoriya ’’Gul’’ pênase kir. Gul hebûnekî herî xweşik a di xwezayê de cihê digre ye. Xweşikbûn û hebûna xwe bi sitiriyê derdora xwe diparêze. Ger ev sitiriyê derdora wî nebûna nedikarîbû li hember êrîşên ku li hemberî wê pêşbikeve, xweşikbûn û hebûna xwe biparêze. Ev ji bo hemû zindiyan derbasdar e. Mafê xwe Parastinê, mafekî gerdûnî ye. Ji bo civakekî Xwe Parastin, mafekî ku qanûnên Navnetewî de hatiye naskirin e. Bi taybet ji bo gelêkî ku di bin pencên qirkirinê de ye Xwe Parastin hîn bêhtir heyatî dibe û mijarekî ku nebe nabe ye. Gelê Kurd jî yek ji wan civakan e ku bûye çar parçe û di bin pencên qirkirinê a dagirkeran de dijî ye. Ji ber wî Ji bo civaka Kurd Xwe Parastin û Parastina Cewherî ji av û xwarinê girîngtir derdikeve pêşiya me.  Di dîroka gelê Kurd de gelek car, li hember dagirkeran Serî hildan e û ji bo hebûna xwe biparêzin ketine nava Berxwedanê. Lê mixabin ji ber Serokatiya Stratejîk û ya Taktîkî ku li ser birdoziyek rast nehatiye rêxistin kirin bi binketinê re rû birû maye. Her çiqas di wan Berxwdaniyên xwe de bi serneketibe jî bi çandekî berxwedêr li hember tinebûnê parastina xwe domandiye. 

Bi derketina Rêber APO a li ser Stratejiyekî rast û rêxistinekî xweser, di dîroka gelê Kurd de Serhildan an jî berxwedanê herî zêde dirêj, derket ser dik a dîrokê.  Ji ber rêxistina APOgerî li ser Stratejiyekî rast û bi bîr û baweriyekî xurt meşiya, dagirkeran nekarî pêşiya pêşveçûn û mezin bûna wî bigrin. Di bingehê vê de Dozekê mafdar û bîr û baweriyekî ji pola a li ser xeta azadiyê hatiye avakirin digre. Tevgera Azadiya Kurdistan yê ku di bin pêşengtiya Rêber APO de pêşket, li hember gelek êrîşên heremî û navnetewî yên hovane re rû birû ma. Lê ev hemû êrîş vala hatin derxistin û Tevgera APO’yî civakî bû. Gelo gelê Kurd çima ewqas piştgirî ji Tevgera APO’yî re kir û berdêlên giran di Doza azadiyê de da? Ger mirov pirsek wisa bike, sedema wî eve ku Kadroyên APO’yî yên ku ji destpêkê de  ji bo parastina gel û welatê xwe bi fedaiyane Tekoşîn kirin û dema hat xwestin jî xwîna xwe di oxira azadiyê de rijandin. Ser 50 saliye ku Tevgera APO’yî li hember dagirker û xwînmijan têdikoşe û bi berdêlên giranbûha gelek destkeftî hatiye bi destxistin. Îro fikir û ramanên APO’yî a di çarçoveya Paradigmaya Moderniteya Demokratîk tenê ne di nava Civaka Kurd de, tevahiya Cîhanê belav bûye û bi milyonan alîgir û sempatîzanên xwe çê bûne. Lê her çiqas ewqas mezinbûn û firehbûn çêbûbe jî cardin dijminê gelê Kurd û ya mirovatiyê di nava hewildanên ku wan destkeftiyên bi xwîn û keda gelê me hatiye bi destxistin têk bibe de ye. 

Di serî de keç û xortên Ciwan yê Kurd û hemû gelê me, hewcehî heye ku di hemû qadên jiyanê de wan destkeftiyên xwe yên ku bi xwînê hatine destxistin, biparêze. Ev mafê me yê gerdûnî û jiyanî ye. Dema dibêjin Xwe Parastin, bila tenê çek neyê bîra me an jî tenê wek erkê Gerîlla neyê dîtin. Xwe Parastin erkê hemû civakê ye. Di mala xwe de, gundê xwe de, bajarê xwe de pêwîste ku em nasnameya xwe, zimanê xwe, di wateya giştî de çanda xwe biparêzin. Êrîşên dijmin herî zêde li ser çand, exlaq û nasnameya me pêşdikeve. Zimanê me, çanda me, rêxistin bûna me qedexe dikin. Ji ber ku armanca wan helandin û tinekirina me ye. Li hember wê her Kurdekî xwedî şeref û rûmet pêwîst e xwedî helwest be û li hember vê bisekine. Dijmin li hemû gund, kolan û bajaran bi awayekî sîstematîk  xebatê maddeyên hişbir belavkirinê dimeşînê. Cardin ji bo me ji çand û exlaqê me dûr bixin, fuhuşê pêş dixe, bi sîxuran hewil dide wan kiryarên kirêt di nav civaka me de pêşbixe. Li hember wan kiryarên qirêj ku li hember civaka me tê meşandin divê di serî de ciwanên Kurd, hemû gelê me bi helwestekî Welatparêzî li hemberî wî bisekine û nehêle ku ev di nava civakê de pêşbikeve. Ev erkê me hemûyan e. Em hemû ji  malbata xwe destpê bikin, gund, kolan û bajarê xwe wisa ji qirêjî û sîxurtiya dagirkeran biparêzin. Erkê Xwe Parastinê ev e. ji bo ev pêşbikeve pêwîstî bi xwe rêxistinkirinê heye. Çawa ku Tevgera APO’yî bi komek biçûk xwe rêxistin kir û her ku çû bandora xwe tevahî Kurdistan û Cîhanê kir û dijmin nekarî pêşiya mezin bûna wî bigre, niha em jî dikarin di gund, kolan û bajarê xwe de bi çend kesan jî be xwe rêxistin bikin, li hember wan kiryarên kirêt yên dijminane bisekinin. Ger em xwe rêxistin bikin û bîr û baweriyekî xurt di xwe de pêşbixin em dikarin rê û rêbazen tekoşîna li hember wan kiryarên dijminane jî bibînin û serbikevin. Pêwîst e em bi xwe bawer bin û hêza xwe biçûk nebînin. Ger em ser wan esasan xwe rêxistin bikin û bi erkê demê rabin, emê tevahî plansaziyên dijmin û dagirkeran vala derxin. Bibin parazvanên bi rûmet a civak û welatê xwe.