Di piranî azmûnên pêvajoyên aştiyê de, hêza desthilatdar dixwaze bide diyarkirin ku ew bi serketiye, yên hemberî wan neçarî diyalogên aştiyê bûne. Ji ber vê yekê, divê xwestekên xwe mînîmînalize bikin, heta teslîm bibin. Armanca diyalog û mûzekereyên wan ew e ku, hêza li hemberê xwe teslîm bigre û dev ji têkoşînê bide berdan.
CEMŞÎT SERHED
Tevgerên Azadiyê piştî qonax û têkoşînên pir dijwar, dema ku hebûn û têkoşeriya xwe li hember dijminên xwe yên serdest îspat dikin, agirbest û niqaşên çareseriya pirsgirêkê jî jixweber dikeve rojevê. Lê, azmûnên cihanê yên bi vî rengî daye nişan ku, hêzên desthilatdar dema ku aştî û agirbest xwestine, derdê wan ne çareseriyeke ji dil e, bêhtirî xwe ji bo xapandin û manipûlasyonê ev rêbaz ji neçarî pejirandine. Neserkeftina di qada şer de, bi serketina li ser maseyê, dixwazin biçin encamê û serkeftineke erzan bi dest bixin. An jî ji bo ku hin êrişeke mezin û berfireh li dar bixin, vê rêbazê wekî fersenbazî bi kar anine.
Divê bê zanîn sîstemên dewletî, hunera siyaseta xapandinê ye. Durûtî yek ji rêgezên esasî yê dewletê ye. Ev yek ne tespiteke siyasî ye, wek rastiyeke dîrokî ye. Di avakirina yekemin dewletê ku Sumer e, li gel hunera hile, hunera qurnaztî, hunera îftirayê, hunera Durutiyê jî di nav makezagona wan de heye. Hemû dewlet, mecbure e van zagon û rêbazan di rêveberiya xwe de bi kar bine. Encax bi vê rêbazê dikarin bibin sîstemeke kedxwar û zordar.
Li gorî vê heqiqetê dema ku mirov dewletên îro jî binirxîne; ev yek hin ziravtir, bi rêbaza şerê taybet di asteke cihanî de tê meşandin. Ew dewletên li hember tevgerên azadixwaz şer dikin, herî zêde ew, politikayên durûtî dimeşinîn. Dema ku dibêje aştî jî, armanç ne aştî ye, bi rêbaza nerm şerê qirêj berdewam kirine. Qaşo bi xwestina agirbest û çareseriya siyasî, li milekî dixwazin bi gel bidin bawerkirin ew aştîxwaz in, li mileke din jî tevgerên azadiyê yên ku li hemberî wan şer dikin, dixwazin bixe valatiyê û di nav raya giştî de wan şerxwaz û terorîst nişan bidin. Bi hêsanî dikarin durûtî wekî duristî nişan bidin, girseyên gel manîpule bikin.
Di piranî azmûnên pêvajoyên aştiyê de, hêza desthilatdar dixwaze bide diyarkirin ku ew bi serketiye, yên hemberî wan neçarî diyalogên aştiyê bûne. Ji ber vê yekê, divê xwestekên xwe mînîmînalize bikin, heta teslîm bibin. Armanca diyalog û mûzekereyên wan ew e ku, hêza li hemberê xwe teslîm bigre û dev ji têkoşînê bide berdan. Zimanê ku tê bikaranîn berevajîkirina rastiyan e. Bi taybet bi hemû hêza xwe amûr û saziyên ragihandinê ji bo propagandaya dijber tên seferber kirin, gel 24 saat di bin bombardûmana derewên van saziyan de tê hiştin.
Di pêvajoyên agirbestan de, ji ber rewşeke însanî û hestiyar ava dibe, girseyên gel li gorî armancên şerê taybet birevebirin hêsantir û şert û merc guncawtir dibin. Ev yek jî ji bo hêzên azadixwaz mijara baldariyê ye. Gelek rêxistinên ku bi salan li hember sîstemên desthilatdar şer kirin, di encama pêvajoyên mûzekere û diyalogê de an hatin tasfiyekirin an jî hatin marjinalkirin ku ji bo desthilatdaran, êdî nebe xetereke mezin. Bi taybet marjinalkirin ji bo wan terciheke sereke ye, ku dikare ji bo berdewamkirina desthilatdariya wan, rêxistinên marjinal bike amûreke gelek kêrhatî. Her wiha rêxistinên marjinal di heman demê de nahêlin ku rêxistinên alternatif yên dîj sistemê jî derbikevin holê. Bi taybet li Tirkiyeyê mirov dikare vê yeke baş bişopîne.
Niha Tevgara Azadiyê ya gelê Kurd jî, careke din ketiye nav pêvajoyeke agirbest û diyalogê. Heta niha hemû ceribandinên aştî û muzakereyê ji ber nêzakatiyên ku me li jor anî ziman, negihişt serkeftinê. Tu carî armanceke dewleta Tirk a çaraseriyê tunebû. Di bin navê lêgerîna çareseriyê de, ji bo hîn êrişeke mezintir amadekarî û îttîfaqên hundur û navnetewî çêkir û şerên hîn dijwartir ku gihişt asta qirkirinê li ser civakê da meşandin. Dewleta Tirk neh-deh agirbestan hemû ji bo vê armancê bi kar anî, lê encam negirt. Ji ber ku Rêber Apo û Tevgara Azadiyê jî, her çiqas di çareseriya demokratik û bi rûmet de ji dil bû jî, wan jî her agirbesteke ji bo şereke mezintir wekî pêvajoya amadekarî bi kar anî. Di vê warê de, Tevgara Azadiyê êdî bûye şarezayê van agirbestan. Çawa di şer de bin ne ket, di agirbestan da jî nehate xapandin, di asteke ku bi karibe hebûna xwe biparêze têkoşina xwe meşand.
Di pêvajoyên agirbestan de, parastina gel çiqas baş bê meşandin, encam ewqas erênî ye. Ji ber ku şer bêhtirî xwe fikrî û devkî ye, gel rast agahdarkirin û li hember êrişên şerê taybet hişyarkirin, xebata herî bingehîn a demê ye. Di van pêvajoyan de bi gelemberî Xweparastin, bi du rengan pêş dikeve; a yekemin, di bin navê aştî û agirbestê de li hember îhtimala komplogeriyê amadekariya şereke mezin tê kirin, a duyemîn jî gel di qada siyas û civakî de li hember êrîşên şerê taybet tê parastin. Ji her du milan ve, bi şopandina dijminê xwe, mirov dikare bi ser bikeve. Rengê amadekariyên leşkerî, guhertina taktik û teknîka şer, pêşxistina îttifakên nû û dema êrişê, û li gorî wê tedbir pêşxistin mijareke jiyanî ye. Di vir de a ku encamê diyar bike xebata Îstixbarateke rast e. Li aliyê din bi famkirina êrîşên ideolojik û siyasî li hember gel, hewce ye dijberî wê xweparastina gel bi zanekirin û çalakkirina gel bê bersivandin.
Xweparastina gel dixwazî leşkeri, dixwazî siyasi û derûnî, bi deste gel dane kirin, rêbaza herî rast û encamgîr e. Şoreşger û pêşengên gel, qasî ku bi xwe aktif bin, divê gel jî aktif bikin, da ku parastina xwe bi xwe pêk bînin. Derûniya gel û civakê bi sekna îradî çalak be, dikare li hember her cure êrîşan rabiweste. Sekna pasif, civakê li hember her cure êrişên psikolojik lawaz dike û ji bandorbûna neyênî re rê vedike. Ji ber ku hedefa bingehîn a şerê taybet dil û mêjiyê gel e, erka pêşeng a esasî, parastina dil û mejiyê gel e. Bi heyecana azadiya timî, gel di nava çalakiyan de hiştin riya herî baş a xweparastinê ye.
Bi kurtasî pêvajoyên agirbestan, dema dev ji xwe berdanê nîne, berevajî dema herî xurt a xweparastinê ye. Di bin navê aştî, aramî û biratiyê de her cure nêzikatiyên der mirovî tên raberkirin û keda salan a şoreşger û gel berhewa dibe. Xweparastin tenê ne di dema agirbestan de di dema aştiyê de jî jiyanî ye. Ji lewra, agirbest û aştî, ne aramiya bê dawî ye, demeke navberî a şer e. Heta desthilatdarî hebe ev rastî wiha ye…















