Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku roja me afirandin û temînata siberojên me ne, em ji hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG'ê pênc gerilayên Çile ya 2018an şehîd bûn bi bîr anî.
Daxuyaniya HPG'ê ya di derbarê şehîdan de wiha ye:
Dewleta Tirk a mêtînger êrîşên xwe yên li ser bingeha qirkirina gelê me ya bi tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê me, di sala 2018’an de zêde kir. Dagirkerên ku nekarîn di qada şer de li hemberî gerîlayan bisekinin û wekî çareya dawî şerê li ser teknîkê meşandin, hemû derfetkên xwe seferber kirin û êrîşî qadên gerîla kirin. Hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku li hemberî vê beralîbûna dijmin bi îradeya Apoyî berxwedaneke destanî raber kirin, bi fedayiyane şer kirin û bedena xwe ji bo parastina gelê me kirin mertal. Fedaiyên me ku her kêliya têkoşîna xwe veguherandin destanekî û rê nedan dijmin, bûn sembolên jiyana bi rûmet û azad. Berxwedana dîrokî ya hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn xeta berxwedan û serkeftinê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê careke din nîşan da. Hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku bi têkoşîna ku bi israr, îrade, dewlemendiya taktîkî û fedakariyekî mezin meşandin mîrateyeke nayê jêbirin ji nîfşên nû re hiştin, wê her tim bibin meşaleyên azadiyê û rêya me ronî bikin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku roja me afirandin û temînata siberojên me ne, em ji hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Ji bo zêdetir: HPG (hezapararstin.com)















