Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê Endamê Konseya Fermandariyê Cîger Goyî bi bîr anî û got ‘’xwediyê têkoşîneke bênavber bû.’’
HPG’ê ji bo Cîger Goyî yê ku hê di temeneke ciwan bû gerîla û li Kurdistanê qadên cuda de di nava şerên dijwar de cih girt wiha got ‘’Hevrê Cîger milîtanekî fedaî bû ku gelekî hêja bû, mirovekî bedew bû, kêfxweşiya xwe ya jiyanê, coşa xwe ya şoreşgeriyê bilind bû, moralê wî qet nediqediya, ji pêşketin û her wezîfeyê re amade bû. Ji bo hebûna gelê me biparêze bê tirs şer kir, gelek caran birîndar bû.’’
Girêdayi têkoşîna azadiyê jinê bal hat kişandin li ser hestiyariya Cîger Goyî. Beşek rapora lêhûrbûnê ya Şehîd Cîger Goyî jî di daxuyaniyê de hat parve kirin. Beşa raporê ya hatî parve kirin wiha ye:
‘’Di mijara xeta azadiyê ya jinê de em zanin ku sîstemê hem di şexsiyeta mêr hem jî di şexsiyeta jinê de kesayetiyeke çawa afirandiye. Her wiha em zanin bê ev kesayetî xizmetê ji kê re dike. Haya min jê heye ku mejiyê bi serweriya mêr a pênc hezar salî û genên vî mejî bi rê û rêbazên cuda di şexsê de hatine bicihkirin. Li hemberî vî mejî, gotina 'Min mêrê di nava xwe de kuşt' a Rêber Apo, kêm jî be di kesayetiya min de rê û rêbazên têkoşîneke rast afirand. Di dersên jineolojî û dîroka jinê de li ser pêwîstiya çawaniya hevrêtiya rast gelek tişt hatin gotin. Weke ku hevrê Şehîd Hêlîn Mûrat got, 'Divê mêr bibe hevrêyê azad ê jinê'. Ev rastî ji bo me hemûyan pîvan e. Ji niha û pê ve jî nêzîkatiya min wê ew be ku mejiyê bi serweriya mêr li ser bingeha rast şîrove bike, binirxîne û bi rê û rêbazên rast têbikoşe ku jê rizgar bibe.’’
Derbarê Cîger Goyî de, ku xwedî kesayetek bi coş û coşek bilind ya jiyanê ye dîmenên bi xwezayê re yekbûyina wî hatin parvekirin.

HPGê eşkere kir Cîger Goyî ji bo li dijî DAIŞ’ê ya ku êrişên hovane li ser Rojava û Şengal’ê de dibirin şer bike rapora pêşniyarê nivîsandiye. Li ser vê jî di berxwedana dîrokî ya li Şengal’ê de cih girtiye. Di rapora xwe ya pêşniyarê de wiha dibêje: Di vê dîrokê de ku li Rojava û Şengalê bi xwînê tê nivîsandin, ez dixwazim wezîfe û berpirsyariya xwe bi cih bînim. Gelê me û hevrêyên me guh nadin tî û birçîbûnê û bi rengekî mezin li ber xwe didin. Ez pêşniyar dikim ku bibim parçeyek ji vê berxwedanê. Dixwazim gelê me biparêzin, tevkariyê li şoreşa azadiyê bikim û bi vî rengî berpirsyariya xwe bi cih bînim'
Herî dawî hat diyar kirin Şehîd Cîger Goyî yê ku xwedî angaşt û biryarekî bilind weke Fermandarê Eyaleta Wanê li Botanê cih girt, şer kir û gihişt asta şahadetê.
Ji bo derbarê jiyana Şehîd Cîger Goyî agahiyên berfirehtir di malpera HPG’de dikarin bibînin.















