Têgeha Judenratê, ya ku Rêber APO ji bo xeta xayin û nokeran bi kar anî cihê xwe di rojevê de diparêze. Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat di televizyona Medya Haberê de derbarê niqaşan de nirxandin kirin.
Hozat diyar kir di dîroka Kurdistanê ya êrişên dijwar yên qirkirinê de derbas bûn xeta xayin û nokeran jî pêşket. Besê Hozat got ‘’ji vê xeta xayin re ji aliyê Rêber APO ve Judenrat tê gotin û ev xet di Kurdan de bi kok e.’’
Nirxandinên Besê Hozat di vê mijarê de wiha ne:
''Qala Kurdîtiya ku ji îfadekirina xwe ditirsiya dike, Kurdê ku îradeya xwe şikestibû, karkerî, leşkerî ji her kesî re dikir, balê dikişîne ser wan. Ji bo Kurdên azad vê nabêje. Ji bo Kurdên azad û bi rêxistin vê nabêje. Ji bo Kurdê ku haya xwe ji hebûna xwe heye û ji bo wê têdikoşe vê nabêje. Rastiyeke Kurd heye ku bi hezaran salan di bin êrişê de ma û bi jihevbelavbûnê re rû bi rû ma. Di nava 200 salên dawî de jî di bin êrişên giran ên qirkirinê de bi komkujiyên fîzîkî û qirkirina çandî re dîrokek bi rê ve çû. Kurdekî ku ewqasî di binê qirkirina fîzîkî û çandî de ma, dikare bi îrade be? Hat serê me; zimanê xwe qedexe ye, di nava tirsê de dimîne. Lewma divê rast bê fêhmkirin. Bêguman di nava vê dîrokê de bi rastî jî derdoreke noker û xayin jî derkete holê ku di nava Kurdîtiyê de bû weke rehekî.
Dîrokek ku bi hezaran salan di bin êrişê de derbas bû, civakek bi vî rengî bêguman dibe sedema belavbûn û rizandinên mezin. Ji nav wê jî derdoreke xayin û noker jî radibe û di nava Kurdan de jî ev zêde ye. Di nava Kurdan de tu li ku derê binihêre, tu yê li xayinekî, nokerekî rast bê. Rêbertî ji vê re dibêje Judenrat.
Tu çima nerazîbûnê nîşan dide? Yên ku ewqasî nerazîbûnê nîşan didin, diyar e birîna wan kûr e. Ji ber ku birîna wan heye ewqasî nerazîbûnê nîşan didin. Xayin e, revok e, noker e. Lewma ewqasî bi rengekî qirêj êriş dike. Wê demê tu Judenrat e. Tu xayin e, noker e. Di dîroka Kurdan de ev nîne? Tijî ye. Bi jimartinê naqede. Em rabin bijimêrin ev bername têrê nake. Mînakeke şênber; rêxistiniya bi navê cerdevanan. Mînakeke şênber; niha li her derê yên ku bi dewletê re kar dikin, dijminatiyê li Kurdan dike, ji bo jiyaneke rehet ji xwe re ava bike êrişî Kurdên azad dike, bi dijmin re jî bi her awayî hevkariyê dike, kontra û tetîkkêşiyê dikin; Kurdên bi vî rengî kêm nîne. Bi nasnameya etnîkî Kurd e, lê belê dijminê Kurdan e, xayin e. Xeta hevkarî, nokeriyê çi ye? Ji bo tasfiyekirina Kurdên azad timî hevkariyê bi dijminê Kurdan re dike. Êrişî Kurdan dike, dijminatiyê dike.
Derdora xayin, noker ku em jê re Judenrat dibêjin di nava siyasetê de jî hene, di nava bazirganiyê de jî hene, di nava çapemeniyê de jî hene. Li her derê hene. Li her devera civakê hene. Ez naxwazim navê wan jî bibêjim, tijî ye. Radibe di televîzyonê de weke pisporê terorê, pisporê ewlekariyê, weke rojnamevan, nivîskar diaxive, tam xayinek e. 24 saetan li wê televîzyonê dijminatiyê li Kurdan dike, polîtîkayên qirkirinê rewa dike, polîtîkayên şer rewa dike. Judenrat e. Çima tu nerazîbûnê nîşanî vê dide, eger tu nerazîbûnê nîşan dide wê demê li xwe binihêre. Dibe ku hinek hene bêyî fêhm bikin nerazîbûnê nîşan bidin. Mirov wê fêhm dikin, rexneya min ne ji bo wan e. Fêhm nake, dibêje ew Judenrat di pêvajoya qirkirina Yahûdiyan de, konseyek ji nokerên Yahûdî ye, bi Naziyan re hevkarî kiriye, çi eleqeya xwe bi Kurdan re heye? Dibe ku hişmendiya xwe ya dîrokê lawaz be, yan jî fêhm nake. Lewma rexne dike. Ev dikarin bêne fêhmkirin. Gotina min ne ji bo van e. Gotina min ji wan kesan e ku bi xwe Judenrat e û êriş dikin, êrişî van nirxandinan dikin. Yên ku bi rastiyê zanin û êrişî van nirxandinên Rêber Apo dikin. Gotina min ji bo wan kesan e ku bi rastiya xwe zanin û êriş dikin. Ti qîmeta wan jî nîne.
Ya rast, divê gelekî bê nîqaşkirin. Judenrat ên li nava Kurdan divê gelekî bêne nîqaşkirin. Bi rastî jî. Divê rûyê wan bê eşkerekirin, bi şênberî. Divê bêne mehkûmkirin. Eger li Kurdistanê di nava Kurdan de Judenrat nebûya teqez wê heta niha pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk hatibûya çareserkirin. Tirkiye wê demokratîk bûya, Rojhilata Navîn wê demokratîk bûya. Eger pirsgirêka Kurd li gel ewqas berdêlên giran dewam dike, têkoşîn dewam dike, hebûna gelê Kurd misoger nebûye, Kurd nebûne xwedî statuyeke demokratîk, li welatê xwe nikare bi rengekî azad bijî sedema bingehîn, sedema wê ya sereke ev Judenrat ên li nava Kurdan e. Ev xeta noker, xayin e. Judenrat tê wateya xeta noker, xayinan. Kî dikare vê înkar bike? Lewma divê bi rengekî rast bê nirxandin û nîqaşkirin. Çapemeniya azad jî her kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin divê bersivên gelekî xurt bidin van derdoran. Ev girîng e.''















