Rêber APO di hevdîtinên xwe yên dawî de diyar kir ku pirsgirêka Kurd ‘ji darvekirinê derbasî maseya danûstandinê’ bûye. Serhildanên beriya Komarê û Şêx Seîd, Seyid Rıza, Agirî û Mehabadê, ku piştî Komarê qewimîn, bi trajediyê bi dawî bûn. Lêbelê, bi saya berxwedana mezin a Tevgera Azadiyê, niha maseyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye danîn.
Bersivên dîrokî yên gelê Kurd li hember siyaseta îmha û înkarê bê encam man. Berevajî vê, wan gefa qirkirinê hîn kûrtir kiriye. Her berxwedan an serhildanek ku encam negirtiye, rê li ber dijwarbûna êrîşên qirkirinê yên kûrtir ku ji hêla hêzên metinger ve li dijî gelê Kurd pêk hatine vekiriye. Û her têkçûnek di nav gel de qelişînên cidî çêkiriye. Rexmê dema ku serhildan xurt bûn jî, dewleta Tirk red dikir ku danûstandinan bike. Bi berdewamî li ser îmhayê difikirî û di vê çarçoveyê de komplo û xefik çêdikir.
Kurdistan di bêdengiyeke mirinê de hatibû pêçandin û Kurd ji Kurdbûna xwe û her tiştê bi wê ve girêdayî şerm dikirin. Her tiştê bi Kurdbûnê ve girêdayî wekî sedema wêrankirina wê dihat dîtin. Bi gotina "Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin" ku piştî qirkirina di berxwedana Agiriyê de hatibû kirin, dewleta Tirk bawer dikir ku ew di qirkirina Kurdan de bi ser ketiye. Gelê Kurd ev hest bi kûrahî qebûl kir. "Kurdbûn", bêyî ku pêşerojek di hişê xwe de hebe, ji bo gelê Kurd wateyek neyînî hildigirt. Ji ber vê yekê, ew ne wekî tiştek ku were qebûlkirin, wekî rastiyek ku divê jê were dûrketin dihat dîtin. Tiştê ku di nav Kurdan de diqewimî oto-asîmîlasyon bû. Kesên ku ji bo Tirkbûnê, ji bo wek kesayet xwe xistina di nav dewletê de hewl didan, pêşve diçûn. Navên Kurd û Kurdistanê jî nehatibûn behs kirin. Heta yên herî neteweperest jî Kurdistan wekî "Rojhilat (Doğu)" pênase dikirin û di vê çarçovê de têdikoşiyan. Behsa fikra Kurdistanê wekî ‘hatiye metingeh kirin jî nehat kirin. Dema ku Kurdistan û rastiya Kurd di kêliyên xwe yên dawî de bûn, Tevgera Azadiyê, bi pêşengiya Rêber APO, destwerdan di vê dîrokê kir. Ji tunebûnê, tenê çend peyv hebûn: "Kurdistan hatiye metingeh kirin." Her ku ev gotin hat afirandin, hewldana ji bo pêkanîna pêwîstiya wê paşê hat destpêkirin.
Tevgera PKKê, ku wekî komeke îdeolojîk derket holê, karîbû xeleka ber bi jêr ve ya dîroka Kurd biguherîne. Bi rê û rêbazên cûrbecûr gelê Kurd, ku di rewşek bêdengiya mirinê de bû, vejand û bi hêz vegerand ser dikê dîrokê. Rêbaza herî bibandor a ku Tevgera Azadiyê bi kar anî, têkoşîna çekdarî bû. Têkoşîna çekdarî ya ku bi 15ê Tebaxê dest pê kir, dewleta Tirkiyeyê neçar kir ku "rastiya Kurd" nas bike. Gelek serokên dewletan neçar man ku qebûl bikin ku polîtîkayên qirkirina çandî, îmha û înkarê yên ku ji hêla Komarê ve hatine çêkirin, dê li hember berxwedana çekdarî ya ku hatibû destpêkirin bi ser nekevin.
Pir girîng e ku mirov damezrandina pêngava 15ê Tebaxê fêm bike, ku polîtîkayên înkar û tunekirina Kurdan ên dewleta Tirk têk bir û encam bi dest xistiye. Gavên pêşîn di her warî de dijwar in. Tevgera Azadiyê, di qonaxek ku mayîna wê ya pêşerojê ne diyar bû, bi berxwedana li zindana Amed bi îradeyek û baweriyek mirovî ya bêhempa serkeftina xwe ya yekem bi dest xist. Vê serkeftinê pêşeroj garantî kir. Bi berxwedanê, Tevgera Azadiyê, di şexsê Mazlum Doğan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û lehengên din de, perspektîfek hêvîdar li ser pêşerojê pêş xist. Ji çalakiyekî bêtir, "Çalakiya Rojiya Mirinê" pêşeroja Tevgera Azadiya Kurdistanê garantî kir. Pêngava 15ê Tebaxê, ku di bîranîna vê yekê de pêk hat, derbeya herî mezin li siyaseta înkar û tunekirina Kurdan da, Çalakiya Rojiya Mirinê ya 14ê Tîrmehê parast, bîranîna wê bilind kir û tola wê hilda, hebûna Kurdan garantî kir.
Bê guman, heke mirov behsa Pêngava 15ê Tebaxê bike, divê berxwedana zindana Amedê jî wekî bingeha wê were hesibandin. Rastiyên ku di zindana Amediyê de derketine holê, bi awayekî zelal pêdivîbûna têkoşîna çekdarî nîşan dane. Bi taybetî rejîma 12ê Îlonê û bi giştî dewleta Tirk, ku bi tu awayî nikare hebûna Kurdan tehemûl bike, ji bo Kurdan ti vebijarkek din nehiştibû. Mehmet Hayri Durmuş, di dadgehê de, pêwîstiya têkoşîna çekdarî ji bo naskirina vê hebûnê bi van gotinan anî ziman: "Divê yên ku dixwazin ji bo vî gelî şer bikin, têkoşîna çekdarî esas bigirin. Mêtingerî bêyî berxwedana çekdarî nayê têkbirin."
Ji bilî rastiya gelekî ku di bêdengiya mirinê de ye, ji rastiya xwe şerm dike û vekişiyaye, tiştek tunebû ku bikaribe berxwedanek çekdarî bide destpêkirin. Bi rastî, ji bilî çend çekên ku hema hema nexebitîbûn tiştek tunebû. Li Kurdistanê, welatekî hemû bêpariyan, pêşveçûnek wisa ji hêla hin kesan ve wekî xwekuştin, ji hêla hinan ve wekî provokasyon û ji hêla hinan ve jî wekî eşqiyatî an terorîzm dihat binavkirin. Dijberiya li dijî pergala "dewletê" ji bo civakê kiryarek ne gengaz bû.
Li gel hemû zehmetiyan jî, îrade, bawerî û israr bi ser ket. Rêber APO Pêngava 15ê Tebaxê wekî "şerê rik, îdia, israr û hêviyê" dibîne. Her çend şansê serkeftinê li gorî şert û mercên wê demê kêm bû jî, ji bo pêkanîna û domandina vê pêngavê bawerî û îradeyek xurt pêwîst bû.
Bandorên Pêngava Vejînê li çar perçeyên Kurdistanê hatin hîskirin. Hebûn û pirsgirêka Kurd dîsa dest bi nîqaşê kirin. Xebatên çandî, wêjeyî, hunerî, zimannasî, dîrokî, erdnîgarî û civakî-siyasî yên li ser Kurdîtiyê careke din ji aliyê Kurdan bi xwe ve hatin destpêkirin. Hembêzkirina Kurdîtiyê dest pê kir û mezin dibe. Ji bo Kurdan, Kurdîtî êdî tiştek şerm kirinê nîne. Pêşveçûn, rêxistin û yekîtî li dora vê nasnameyê her ku diçû berfirehtir dibû. Ev yek bû sedema veguherîna Tevgera Azadiyê bo tevgereke gelêrî ya temam.
Em salvegera 41emîn a têkoşîna çekdarî ya ku di bin pêşengiya Mahsum Korkmaz de dest pê kir dijîn. Îro, her tiştê li ser Kurdîtiyê bi eşkerekirina rastiyek "di bin betonê de veşartî" hatiye bidestxistin. "Kurdistana Xeyalî" ya ku li Çiyayê Agirî veşartî ye, bi lez û bez ber bi Kurdistanek rastîn, azad û demokratîk ve diçe. Wekî ku Rêber APO got, Kurd bilindbûnek bi rastî jî mezin dijîn. Her kes, ji heft salî heta heftê salî, bi rêjeyek mezin an kêmtir beşdarî vê têkoşînê bûye û di gihandina wê heta vê astê de roleke girîng lîstiye. Tiştê ku bi rêberiya fedakar a gerîlayan hat bidestxistin, ji nû ve nivîsandina dîrokê bû. Ji bo Kurdan, dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Bi pêşxistina têgihîştinek demokratîk, azad û hîşmendiyekî gelen din di nav xwe de dihewîne, wan pêşveçûnek çêkiriye ku qadên civakî, ji hişê kesan bigire heya cîhanên raman û zihniyetê, pêş xistiye. Bi rêxistinkirina li dora heman zihniyetê, ew pêşketinên ku kesî nikarîbû pêşbînî bikira bi dest dixin, Ronesansa Rojhilata Navîn pêk tînin.
Bê guman, destkeftiyên Kurdan, ku ji vê wêdetir diçin, di Pêngava Vejînê ya 15ê Tebaxê de kok digirin. Divê her tiştê li ser Kurdê Azad îro di guleya yekem a ku tê avêtin de were lêgerîn. Di her warî de xetek li Kurdistanê pêşketiye. Guleya yekem a ku hat avêtin şiyarbûna gotina "Kurdistan hatîye mêtingeh kirin" û wateya wê ya herî kûr nîşan da. Guleya yekem a ku hat avêtin bingeha jiyana ku ji hêla lehengên ku digotin, "Em ji Jiyanê bi qasê di oxira wê de bimirin jê hezdikin" digeriyan danî. Ev yek şikandina zincîrên ku li ser dil, hiş û hestên gelê Kurd hatibûn danîn û avakirina artêşên kesên azad-fikir nîşan da. Têkoşîna ku piştî wê pêş ket jî ev xet şopand. Derketina holê ya şoreşa Rojava lûtkeya van destkeftiyan e.
Di wê serdemê de, dema ku hewldanek çalakiyek bi paşerojek nediyar hat kirin, navên ku jê re hatin dayîn pir bûn. Lêbelê, yên ku ev serhildan dan destpêkirin navê wê kirin "vejîn", ne navê ku ji hêla yên din ve hatiye dayîn, û ew layiqê vê têkoşînê bûn. Pêngava 15ê Tebaxê, ku ji hêla dost û dijmin ve dijîtî ya wê pêk dihat, vejîna Kurdistan û Kurdan bi bawerî, hişmendî û îradeyek mezin bû. Ew ji bo gelê me wateyek sembolîk a vejînê hildigire. Serhildanên li dijî siyaseta înkarê, ku bi tunekirinê re rû bi rû man, niha li dora maseyekê têne nîqaş kirin. Berxwedana bi hêz a gelê Kurd, ku berê wekî şerm, paşverû û bêqîmet dihat hesibandin, dîrok berevajî kir. Berxwedana çekdarî, bi pêşengiya Rêber APO û di bin fermandariya Mahsum Korkmaz de, hebûna gelê Kurd bi tevahiya cîhanê da nasîn û îradeya wan nîşan da. Li çaraliyê cîhanê tê naskirin û muhatap tê girtin.
Ji Edîtor















