Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê fermandar Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî weke 'hevrêyên herî dilsoz ên Rêber Apo û şervanên leheng ên Fermandar Egîd' pênase kir û xwest, şehadeta wan bi rengekî li wan bê; bi wêrekî, bi coş, moral û helwesta xwedîderketina li şehîdan bê bîranîn.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Cejna Vejînê ya Neteweyî û salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê ya mezin, ku fermana mirinê ya Kurdan çirand, şerê hebûn û azadiyê da destpêkirin û vejîna gelê Kurd pêk anî li Rêber Apo, malbatên hêja yên şehîdên me, gelê me yê Kurd ê welatparêz, dostên me yên ku li çar aliyên cîhanê piştevaniya têkoşîna me dikin û li hevrêyan hemûyan pîroz be.
Pêngava 15'ê Tebaxê ya Mezin di nava wan şert û mercan de pêk hat ku ziman, nasname û hebûna Kurdan dihate înkarkirin, hemû nirxên wê pêşkêşî talankariyê hatibû kirin û Kurdistan bi temamî di bin dagirkerî û tarîtiyê de bû. Pêngava dîrokî ya Rêber Apo, avabûna PKK'ê, pêxistina agirê berxwedanê bi sê derbikên niftikê ji aliyê hevrê Mazlûm Dogan, gurbûna vê berxwedanê di şexsê Çaran û Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de, bû bingeha Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an. Bi 'Fîşeka Destpêkê' re ku ji bo parçekirina mêtingeriya giran a li ser gelê Kurd bi pêşengiya Fermandar Egîd di 15'ê Tebaxê de hate teqandin, şerê me yê hebûn û azadiyê destpê kir, ev yek ji bo Kurd û Kurdistanê bû mîladek. Di demekê de ku kesî xeyal nedikir ku fîşekekê berde mêtingerî, dagirkerî û cûntaya faşîst a 12'ê Îlonê destpêkirina çalakiyeke bi vî rengî ya lehengî û têkoşîna gerîla, bû sedem ku gelê Kurd ji her alî ve bi ser xwe ve bê û rabe ser piyan. Gelê me ku bi îradeya Apoyî xwe ji xweliyên xwe jinûve afirand, bi têkoşîna xwe ya mafdar û rewa zincîrên koletiyê şikand, paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê kir ku bê navber dewam kir.
SALA 42'AN PÊVAJOYEKE ŞOREŞGERÎ AFIRAND
Pêngava 15'ê Tebaxê li gel aliyên xwe yên leşkerî yên gelekî serketî û encamgir, di nava gelê Kurd de jî vejîna civakî û neteweyî pêk anî, hêvî û baweriya bi azadiyê afirand. Têkoşîna dîrokî ku li ser bingeha vê bawerî û hêviyê hate meşandin, 41 sal li pey xwe hişt û kete sala 42'an, li Kurdistanê rê li ber şoreşa civakî, zîhnî, çandî û azadiya jinê vekir. Şoreşa Vejînê li her devera ku Kurd lê ne ji aliyê fikrî, civakî û demokratîk ve pêvajoyeke şoreşgerî bi xwe re anî. Jinên Kurd ên Azad ku bi Şoreşa Vejînê re rabûn ser piyan îro bûne îlham ji jinên cîhanê re û veguherîne pêşengên jiyana azad ku her kes meraq dike û qîma xwe pêk tîne. Ev pêşketinên ku ji aliyê Rêber Apo ve weke 'şoreşa di nava şoreşê de' hate pênasekirin, Kurdîtiyeke nupî nû ya ku her kes êdî bi serbilindî xwedî lê derdikeve, mirovê Kurd ê azad, nirxên bilind, hişmendî û ruhê azad ê Kurd afirand. Eger îro qala Kurd, Kurdîtî, Kurdistan û nirxên Kurdistanî tê kirin, qala bilindahiya van nirxan tê kirin, bêguman Pêngava 15'ê Tebaxê û rola têkoşîna çekdarî diyarker e ku bi hezaran gerîla di oxira wê de şehîd bûn. Di şexsê Fermandar Egîd de em hemû şehîdên xwe yên ezîz bi hurmet û minet bi bîr tînin ku rabirdûya me bi wate kirin, roja me ya îro afirandin û bingeha siberojên me yên azad danîn.
FERMANDARÊ AKADEMIYÊN APOLLO KOÇERO ÛRFA DI ASTA HERÎ BILIND DE XETA FEDAÎTIYÊ TEMSÎL KIR
Ev pêşketinên dîrokî bi saya têkoşîna bi hezaran şehîdên me hatin afirandin ku kedeke mezin dan û di oxira wê de bêdudilî canê xwe feda kirin. Ji ber vê yekê Pêngava 15'ê Tebaxê ya Mezin navê meşa fedaîtiyê ya li ser vê xetê û dilsoziya bi xeta şehîdan e. Yek ji xeleka şehadetê ya girîng ku xeta fedaîtiyê di asta herî bilind de temsî kir û her kêliya jiyana xwe da paşeroja azad a gelê me şehadeta hevrê Koçero Ûrfa ye. Endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo hevrê Koçero Ûrfa-Metîn arslan di 4'ê Mijdara 2019'an de di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de ku bi rêbaza sûîqestê kir, şehîd bû.
EM ŞOPDARÊ FERMANDAR EGÎD, NÛREDDÎN SOFÎ BI HESRETEKE BÊ DAWÎ BI BÎR TÎNIN
Ewladê leheng ê gelê Kurd, şoreşgerê profesyonel, şopdarê Fermandar Egîd, pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevrê Nûreddîn Sofî ku ji bo dîtina hevalên xwe yên berê berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku 24 salên xwe lê derbas kiribû, di dema serdana li Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel de 6'ê Nîsana 2021'ê di êrîşeke dijmin de şehîd bû.
Em hevrê Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî bi hurmet, hezkirin, hesreteke bê dawî û hestên hevrêtiyê yên herî kûr bi bîr tînin. Em hevrêyên herî dilsoz ên Rêber Apo, şervanên leheng ên Fermandar Egîd, rêberên derwêşane yên têkoşîna me ku xwedî ruhê 15'ê Tebaxê bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û soza dilsoziya bi wan re dubare dikin.
ŞEHADETA WAN DIVÊ BI RENGEKÎ KU HÊJAYÎ WAN BE BÊ PÊŞWAZÎKIRIN
Di nava Tevgera Apoyî de 'Rastiya Şehîdan û Şehadetê' ne ew rastî ye ku li ber dikeve û piştî wan şîn tê girêdan. Ji bersiva bi wate ya Rêber Apo ya li şehadeta hevrê Hakî Karer ku şehîdê me yê destpêkê yê partiyê bû, heta bi xeleka bi hezaran şehîdan a vê serdemê, wateya rastiya şehîdan ew e ku têkoşîna wan bê mezinkirin û bi vî rengî bêne bêmirinkirin. Hemû hevrêyên me yên ku sûd ji hevrê Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî wergirtin, di dilê xwe de cih da wan, ew nas kirin, ji dil bi wan re girêdayî bûn, gelê me yê welatparêz divê şehadeta van pêşengên doza me bi rengekî ku hêjayî wan be pêşwazî bikin. Divê bi ruh, wêrekÎ, coş, moralê 15'ê Tebaxê şehîd timî bêne bîranîn.
Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hevrêyên Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî ne, em soz didin ku helwesteke hêjayî şehîdan nîşan bidin, em ê xwedî rêbaz û tempoya têkoşîna wan bin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin. Em diyar dikin ku di sala 42'an a têkoşînê de li ser xeta şehîdan em ê meşa Egîdbûnê bêteredût bimeşînin.
Em Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê ku navê hêvî, bawerî û serketinê ye, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdên xwe re careke din pîroz dikin. Ji hevrêyên xwe hemûyan re yên ku dilê wan bi Rêber Apo re lê dide, bê fikar li ser xeta Apoyî dimeşin, ji gelê me yê welatparêz û dostên gelê xwe re di têkoşînê de serketinê dixwazin."
Derbarê Koçer Urfa de;
Ji ber şehadeta hevrêyê me Koçero, em di serî de ji Rêber Apo, malbata wî ya hêja, xelkê me yê Rihayê yê welatparêz û gelê Kurd bi temamî re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Koçero ku li axa pîroz ji dayik bû, bi eşqa jiyana azad beşdarî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê bû. 28 salan li çiyayên Kurdistanê û li qadên cuda bi fedakariyên mezin bênavber têkoşiya. Ji aliyê îdeolojîk, felsefî, rêxistinî û leşkerî ve bû yek ji pêşengên Tevgera Apoyî. Hevrê Koçero milîtanekî rasteqîn ê Apoyî bû ku kesayetiya xwe ya durustî, kedkar, samîmî, dilnizm û hunera xwe mirovî gihand asta şoreşgeriya dilopak û milîtaniya bi pîvan. Şoreşgerekî profesyonel bû ku zanîbû bibe hevrêyê hevrêyan û li ser şopa şehîdan bimeşe. Bi têkoşîna xwe ya bi fedaîtî nirx ji gelê Kurd re afirand, di parastina rewa de bi roleke girîng rabû û bû pêşengekî mezin ê têkoşîna me ku Tevgera Apoyî her tim bi pêş ve dibir. Hevrê Koçero fermandarek bû ku kedeke mezin da me hemûyan û çavê me timî li wî digeriya. Hevrê Koçera ku bandor li me hemûyan kir û em perwerde kir, ked da bi hezaran hevalan. Lewma tenê bi serxistina têkoşînê bersiv ji keda wî re dikare bê dayin. Em soz didin ku Apoyiyê mezin, rêberê gel, şoreşgerê profesyonel, fermandarê wêrek û qehremanê leheng hevrê Koçero ji xwe re bikin pûsûlaya têkoşînê, armancên wî yên mezin ên ku di oxira wan de canê xwe feda kir bi ser bixînin û hêjayî keda wî bin.
Em hevrêyê xwe, fermandarê fedaî Koçero ku di her kêliyê de û li her cihî Apoyî bi kûrahî hîs dikir, bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û careke din ji malbata hêja ya Rêber Apo û hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Koçero Ûrfa bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Koçero Ûrfa |
Têkoşîna me ya Azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir û dewam kir, gelek fedaî, leheng û qehreman afirand û dîrokeke nû nivîsand. Van qehremanan bi sekna xwe, bi fedaîtiya xwe, bi ked û jiyana xwe ya bi pîvan asta mirovên azad û nû temsîl kirin. Tevgera Apoyî ku ji aliyekî ve mirovê azad û nû afirand û ji aliyê din ve bi wan re civak û jiyaneke nû ava kir, gelek şoreşgerên bijarte ji bo gelê me afirand. Yek ji van qehremanên leheng û bijarte yên Têkoşîna me ya Azadiyê hevrê Koçero ye.
Hevrê Koçero ji malbateke welê ye ku ji aliyê bav ve Kurd, ji aliyê dayikê ve Tirkmen e. Malbata ku ji navçeya Xelfetî ya Rihayê di salên 1960'î de koçî navçeya Belkis a Dîlokê kir, lewma hevrêyê me Koçero jî li Belkisê ji dayik bû û lê mezin bû. Malbata hevrê Koçero malbata Rêber Apo ye ku ji aliyê gelê Kurd ve tê naskirin û kurê xalê Rêber Apo, Celal e.
Hevrê Koçero li nava malbateke welê hêja mezin bû. Salên xwe yên zarokatî û ciwantiyê li xaka lê ji dayik bû, bi cewhera xwe ya pîroz derbas kir. Meşa azadiyê ya hevrêyê me Koçero di zarokatiyê de bi naskirina Tevgera Azadiyê destpê kir ku tevger ji aliyê kurmeta wî Rêber Apo ve hate destpêkirin, ji derdorê bihîstibû û êdî veguherîbû efsaneyekê. Cihê ku lê dima zêde derfet nedida ku têkoşîna me nas bike, lê belê li gel vê bêderfetiyê jî her tim kete nava lêgerînê. Hevrê Koçero ku ciwanekî dilxwazê jiyaneke bi wate û azadiyê bû, kete nava lêgerîneke xurt. Her kêliya xwe bi rengekî herî baş nirxand û hewl da PKK'ê nas bike û fêhm bike.
Hevrêyê me Koçero di pêvajoya cûntaya 12'ê Îlona 1980'î de bi kiryarên li derveyî mirovahiyê rastiya dewleta Tirk hîn baş nas kir, piştî vê demê legerîna xwe hîn zêde kir. Ji ber ku rastiya civakî ya di nav de bû kete bin bandora polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û gav bi gav kete nava sîstemê, ti carî xwe ji vê jiyana sexte nedît. Hevrê Koçero meta xwe Dayika Uveyş weke rêya rizgariya ji vê yekê dît. Gelek caran ji Belkisê cuda bû û çû gel Dayika Uveyş a li gundê Amarayê. Hevrê Koçero dema ku bi Dayika Uveyş re derbas kir weke kêliyên herî hêja bi bîr anî û rastiya Rêber Apo yekemcar ji Dayika Uveyş hîn bû. Li Amarayê bêhn hate ber, tehm û wateya jiyana azad yekemcar li wê derê wergirt. Hevrê Koçero dema havînê ku navber dida dibistanê li ber Dayika Uveyş derbas kir. Hevrêyê me ku têgihiştina xwe ya destpêkê li Amarayê pêk anî, bi şîretên Dayika Uveyş biryar da ku zanîngehê bixwîne.
Hevrê Koçero ku dibistana seretayî, navîn û lîse li navçeya Belkisê xwend û qedand, weke ciwanekî jîr û jêhatî mafê xwendina beşa maliyeyê ya li Zanîngeha 9 Eylul a li Îzmîrê bi dest xist. Li ser vê bingehê derbasî Îzmîrê bû. Hevrêyê me Koçero ku li bajarê herî mezin û pêşketî yê herêma Egeyê derfet dît ku bi hêsanî tevbigere, bilindbûna têkoşîna me ya gerîla û atmosfera şoreşgerî ya şoreşa vejînê ku zincîra koletiyê ya gelê me girê dabû şikand, ji xwe re kir hinceta tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê. Hevrêyê me Koçero ku xwendekarekî serketî bû, hemû derfetên jiyana sîstemê ya li metropolên mezin da aliyekî û red kir. Jiyana bi wate, azadiya gel û doza azadiyê ya pîroz di ser jiyana xwe ya şexsî re dît. Di pêvajoya xwendekariya xwe de ku sê salan dewam kir, li nava xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê bi çend hevalên xwe re avaniyeke rêxistinî ava kir û pêşengî ji wê yekê re kir ku bi dehan xwendekar beşdarî nava refên gerîla bibin. Bi vî rengî wezîfeya xwe ya destpêkê ya şoreşgerî bi rengê ku xwe spart hêza xwe ya cewherî bi serketî bi cih anî. Weke pêngava şoşregerî ya ku Rêber Apo di pêvajoya 1972-1975'an de li Enqereyê kir, hevrê Koçero jî hewl da di salên 1990'î de li Îzmîrê bike. Hevrê Koçero ku pêvajoya karên zanîngeh, ciwanan û bajêr ji xwe re têrker nedît, bi baaweriyeke mezin biryar li ser şoreşgeriya profesyonel da û di sala 1992'an de bi komek ji hevalên xwe beşdarî nava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Piştî ku demeke kurt li Heftanînê ma û bû xwedî tecrûbeyên destpêkê, ji bo dîtina Rêber Apo derbasî Qada Rêbertî bû. Hevrêyê me Koçero xeyala xwe ya bi salan pêk anî ku bi hesreta dîtina Rêber Apo bû. Perwerdeya Rêber Apo û mayina li heman qadê ya pê re ji bo xwe weke diyarî û xelatekê dît. Hevrê Koçero ev giraniya hestewariyê gihand asta têgihiştina şoşregerî û bi rengekî dilsoz, hestewar, bawerî û zanebûn tevlî têkoşînê bû. Bi hêz û morala ji perwerdeya Rêbertî ya li kademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê wergirtî careke din berê xwe da çiyê û salên dûr û dirêj li Zelê, Xakurkê û Zagrosan têkoşiya. Di vê pêvajoyê de bi giranî di karên perwedekirina hevrêyên li van herêman bi berpirsyarî rabû. Ji bo her hevrêyek bibe xwedî exlaq, hişmendî û çanda Apoyî, ji bo bicihanîna xeta têkoşînê ya Apoyî, têkoşîneke giştî meşand. Hevrê Koçero têkiliya xwe ya bi Rêber Apo re ti carî li ser malbatî an jî girêdana xwînê pênase nekir. Xizmbûyîna bi Rêber Apo re ti carî neda pêş, gelek caran nehişt hevrêyên wî bi vê yekê bihese. Li gorî pîvana 'Eger girêdaneke min bi Rêber Apo re hebe divê ev yek bi Apogeriyeke şareza ya li ser bingeha hevrêtiyeke rasteqîn be' nêzîk bû. Her tim hewl da Rêber Apo, îdeolojî û felsefeya Apoyî, kesayetyia Kurd ê azad a ku di şexsê Rêber Apo de şênber bûye bi rengekî rast fêhm bike û bi pîvan bijî. Lewma ji bo tevlîbûneke îdeolojîk di nava kûrbûneke cidî ya fikrî de bû, kedeke mezin da, nêzîkatiyeke bi pîvan ji xwe re kir esas. Her wiha ji xwe re kir wezîfeya herî bilind a hevrêtiyê ku bikeve cîhana hestewarî ya her hevrêyî, wan fêhm bike, nakokiyên wan ji holê rake û bi vî rengî bike ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de gavên mezin biavêjin. Bi tecrûbeyên wergirtî bû xwedî hêzeke kûr a çavdêrî û nirxandinê û her kar bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Koçero di heman demê de di her kêliya jiyanê de xwe perwerde kir, ji dil bawer kir ku meşa rast a li ser xeta Apoyî bi perwerdekirina xwe, dibe. Bi wê têgihiştinê tevgeriya ku dilsoziya bi Rêber Apo re ku kiribû navenda têkoşîna xwe, tenê bi bicihanîna fikrên wî dikare pêk were. Zanîbû ku ev yek jî bi kûrbûna li ser xeta têkoşînê û felsefeya Rêbertî dikare bi cih bê anîn û bi vê têgihiştinê kûr bû. Lewma bi bawerî û dilsoziya bi Rêbertî re bû fermandarekî Apoyî ku hevrêyan hemûyan ji xwe re kirin mînak.
Hevrê Koçero li nava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji şervaniyê heta bi fermandariya tîm, taxim, yekîne, herêm û eyaletê di gelek astan de wezîfe kir. Demekê li Garê wezîfeya fermandariya eyaletê kir. Beşeke girîng a pratîka xwe li ser bingeha perwerdekirina hevrêyên xwe li akademiyan derbas kir. Ji ber ku hevrê Koçero serafekî rasteqîn ê mirovan bû ku ji aliyê psîkolojîk û sosyolojîk ve mirov fêhm dikir, analîz dikir û ji bo karibin xwe jinûve ava bikin dibû alîkar. Bi tecrûbeya bi salan ev yek bi hostatî dikir. Li Akademiyên Apollo ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser xeta Apoyî kûr dike, di her pêvajoyê de vediguherîne artêşeke gerîla ya nû bûyî, dewlemendiya taktîkî, bi salan karê perwerdeya leşkerî û îdeolojîk meşand. Hevrêyê me Koçero ku li Fermandariya Akademiyên Apollo demeke dirêj wezîfe kir, hewl da tecrûbe û danheviya xwe ya îdeolojîk bigihîne tevahiya civata me ya kadro. Ji bo felsefeya Rêbertî baş bê fêhmkirin, pejirandin û bicihanîn ked û hewldaneke mezin da. Ji bo hevrêyên wî heqîqeta Rêbertî û rastiya partiyê fêhm bikin, bi israr, sebir û dilnizmî qala van heqîqetan kir û bi vê taybetmendiya xwe bû nûnerekî kevneşopiya hevrêyê me Kemal Pîr. Şopdarekî dilsoz ê hevrê Kemal Pîr bû ku digot, 'Ji bo rastiyê ji mirovekî re bibêjim, eger pêwîst bike ez ê 3 saetan, pêwîst bike ez ê 300 saetî biaxivim û bi rêxistim bikim'. Hevrê Koçero sala 2012'an di raporeke xwe de bi van gotinan qala nêzîkatiya xwe ya li rastiya perwerdeyê ya PKK'ê kiribû: 'Afirandina nêzîkatiyeke radîkal û veguherîna yekser a kesayet, tenê bi tevlîbûna ji dil a kesayet dibe. Kesayetê ku her roja nû li ser bingeha tevlîbûna rast a li pratîkê dinirxîne, dikare veguherîna herî radîkal û kûr pêk bîne. Şoreşa zîhniyetê ku di rastiya Rêbertî de rojane diqewime, nîşaneya herî şênber a vê yekê ye. Weke ku hevalê Şehîd Erdal-Engîn Sîncer jî got, 'Yên milîtan divê pêwîstiyên milîtaniyê bi cih bînin'. Ev pênaseya ku kesayetê xwedî sekna gerîla ya rast weke sekna serketinê ya her timî dinirxîne, ji bo me timî balkêş e. Bi hewldan û hêza analîzkirina pênasekirineke hîn baştir a di çarçoveya vê rastiyê de ez tevlî kar dibim'.
Hevrê Koçero ji ber sekna xwe ya milîtanî, parastina rastiyên partiyê bêdudilî û fermandariya xwe ku li gorî gotinên xwe tevdigeriya, di nava hevrêyan hemûyan de bû cihê hezkirin, hurmet û baweriyeke mezin. Ti ji hevrêyên me ku ji hevrê Koçero rexneyên herî tund û destwerdanên herî radîkal didîtin, ji vê yekê ti carî aciz nebûn, ji ziman, xîtab û rêbaza hevrê Koçero hêzeke mezin wergirtin. Hevrê Koçero rêbaza kar a kolektîf afirand, tîm ava kir, kar bi rengekî rêxistinî meşand û bi saya vê yekê barê her hevrêyên xwe yên têkoşînê hem sivik kir hem jî kir ku bi hemû hêza xwe tevlî nava têkoşînê bibin. Di çarçoveya xeta Apoyî de bi hezaran hevrê perwerde kir û gihand. Bi kesayetiya xwe ya xweşbîn û têgihiştina hevrêyên xwe, bû fermandarekî welê ku hemû hevrêyan timî dixwestin li gel wê têbikoşin.
Hevrê Koçero ku evîndarekî gel û neferê doza azadiyê bû, xwe feda kir û gihand asta fermandariya fedaî ya Apoyî ku milîtaniya fedaî ya Apoyî bi rengekî hêja temsîl dikir. Hevrê Koçero di Kongreya PKK'ê ya 11'emîn de ji bo Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê hate hilbijartin û di çepera herî pêş a Tevgera Apoyî de wezîfeyeke dîrokî û mezin hilgirt ser milê xwe.
Hevrêyê me Koçero weke milîtanekî Apoyî xwe bi hemû jiyana xwe da têkoşînê, bi saya kesayetiya xwe ya pir alî li gelek qadên têkoşînê wezîfe kir. Hevrêyê me ku berpirsyarî weke xizmeta ji bo şoreşa me ya azadiyê fêhm kir û li ser vê bingehê xwe ji ti berpirsyariyê neda alî, bi vê taybetmendiya xwe bû xwedî meşeke hêjayî rastiya Rêbertî û şehîdan. Hevrêyê me Koçero ji xwe re kir pîvan ku li pêşberî rêxistina me û hevrêyên xwe timî eşkere, samîmî û durust be, hevgirtina fikir û çalakiyê bê kêmasî temsîl kir.
Hevrêyê me Koçero ku em ê nebûna wî her tim hîs bikin û çavên me li wî bigere, bi hevrêtiya xwe ya germ û ji dil bandor li me hemûyan kir. Tenê bi serxistina têkoşînê em ê karibin bersivê bidin hevrêtiya hevrê Koçero û keda wî ya li ser bi hezaran hevalan."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Ewladê leheng ê gelê Kurd, şoreşgerê profesyonel, fermandarê serfiraz û pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi hurmet bi bîr tînin."
Di dewama daxuyaniya nivîskî de li ser têkoşîna Nûreddîn Sofî û Bahtiyar Gabar ev agahî hatin dayin:
"Hevrê Nûreddîn Sofî sala 1990'î tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, heta sala 2013'an li nava refên PKK'ê 24 salan, piştre jî ji nava gerîla cihê bû û tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû û 8 salan li nava şoreşê têkoşîna. Hevrê Nûreddîn Sofî bi vî rengî 32 salan kêlî bi kêlî, bê navber li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê têkoşiya. Li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ji şervaniyê heta bi Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê di asta herî bilind de bi berpirsyariyê rabû. Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xwe ji ti fedakariyê neda alî, biçûk an jî mezin bi eşq her wezîfe kir, şoreşgerî kir. Piştî ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin bû û êrîşên li ser giran bûn, bi daxwaza xwe ji nava refên gerîla cihê bû û tevlî nava Hêzên Azadiyê yên Rojava bû. Bi qasî ku me şopand, li vê derê jî ji aliyê leşkerî û siyasî bi berpirsyariyên girîng rabû û pêşengî kir. Şoreşgerê pêşeng ê gelê Rojava hevrê Nûreddîn Sofî ji bo hevalên xwe yên berê bibîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku 24 salên xwe lê derbas kir. Dema ku serdana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel kir, di 6'ê Nîsana 2021'ê de di encama êrîşa dijmin de şehîd bû.
Milîtanê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Bahtiyar Gabar jî ku di dema serdanê de bi hevrêyê me Nûreddîn Sofî re bû û jê re dibû alîkar, pê re şehîd bû. Ewladê leheng ê xelkê Botanê hevrêyê me Bahtiyar şoreşgerekî ciwan, çalak, dînamîk û mîna hevrê Sofî jîr bû, bi van taybetmendiyên xwe wezîfeyeke girîng bi cih anî û tevlî karwanê şehîdan bû.
Em, pêşengê neteweya Kurd hevrê Nûreddîn Sofî û milîtanê fedaî yê Apoyî hevrê Bahtiyar Gabar bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê bi bîr tînin û soz didin, ku hêjayî têkoşîn û sekna wan a leheng bibin. Em bi biryar in ku tiştên hevrê Sofî hînî me kiriye, şoreşgeriya Kurdistanê ya cewherî ku di kesayetiya xwe de veguherand heqîqetê, em ê di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de bikin mîna alayekê. Bi van hestan, di serî de malbatên wan ên hêja, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
|
|
Nasnav: Nûreddîn Sofî |
|
|
Nasnav: Bahtiyar Gabar |
DI NAVA PKK'Ê DE DI ASTA HERÎ BILIND DE CIH GIRT
Her civak xwedî dîrokeke berxwedanê û lehengên gel e, ku ji nava civakê rabûne û pêşengî ji vê berxwedanê re kirine. Ev pêşeng di nava şert û mercên herî zehmet de xwe didin pêş, rêyeke nû vedikin, hêviya paşerojeke azad diafirînin û bi vî rengî di bîr û hişê gelan de dibin xwedî cihekî ku qet tine nabe. Yek ji erk û wezîfeyên herî zehmet ew e ku pêşengî ji gelekî welê re bê kirin ku di bin êrîşên qirkirinê de li ber mirinê û înkarkirina xwe bi xwe ye. Di nava rastiyeke bi vî rengî de ku tarîtî serwer bû, gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê gaveke bêhempa û dîrokî avêt. PKK bû dîroka jinûve vejînê ya gelekî, tevgereke hêviyê ya gerdûnî û navê biryardariya li ser jiyana bi rûmet. Ev meşa azadiyê ya pîroz ku Rêber Apo da destpêkirin, veguherî hêviya gelê me yê bindest, ji çar aliyên Kurdistanê ewladên herî leheng ên gelê Kurd pêl bi pêl tevlî nava refên têkoşînê bûn. Wêrekiya ku di havên û cewhera gelê Kurdistanê de heye, bi saya tevgera Apoyî kete meriyetê, li ser xeta Apoyî bi hezaran jin û mêr ên leheng afirand. Gelek milîtanên Apoyî bi jiyaneke destanî têkoşiyan û navê xwe li dîrokê neqişandin.
Yek ji wan kesayetan ku navê xwe bi destanên lehengiyê li dîroka Kurdistanê neqişand, hevrêyê me Nûreddîn Sofî ye. Hevrê Sofî ku hezkirî û dilxwazên wî hemûyan bi wî navî bang li wî dikirin, li gundê Mişêrfa yê Qamişloyê ji dayik bû. Hevrê Sofî ku li Qamişloyê mezin bû û piştre ji bo xwendina zanîngehê çû Helebê, Tevgera Apoyî li vê derê nas kir û tevlî nava tevgera ciwanên şoreşger welatparêz bû. Di Tebaxa 1990'î de biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û beşdarî nava refên PKK'ê bû. Çû gel Rêber Apo û li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz a li Bekaayê beşdarî perwerdeya xwe ya destpêkê bû. Hevrê Sofîs ala 2006'an di raporeke xwe de xwe û pêvajoya naskirina PKK'ê bi van gotinan anîbû ziman:
"PKK tevgera jinûve afirandina Kurd e, tevgera afirandina mirovekî welê ye ku bi serbilindî li rabirdûya xwe dinihêre, roja xwe ya îro bi zanebûn derbas dike û bi hêvî li paşerojê dinihêre. Ev yek bi pêşdîtina Rêber Apo û hişmendiya dîrokê di nava şehîdên me yên mezin de bi wate bûye. Dendikeke hîdrojenê li gel ku tenê ji eletkronekê û protonekê pêk tê û atoma herî sivik e jî, veguherîna enerjiyeke bêdawî pêk anî. Di şexsê Egîdan, Zîlanan û Bêrîtanan de hate dîtin ku mirovê herî lawaz dikare bigihêje hêza momentûmê û asta herî bilind. Lewma meseleyeke giran û gelekî cidî ye ku mirov bibe milîtanê tevgereke bi vî rengî ya ku xwedî nirxên ewçend mezin û bi heybet e û bi erk û berpirsyariya wê rabe. Ji ber vê yekê em neçar in ku xwe bi xurtî binirxînin û bigihînin asta jiyaneke zanebûn. Ji ber ku deyn û berpirsyariya me ya şerefê ye ku hêjayî wan nirxên bilind bibin. Heta ku em bi wan re bin, wê paşeroja me misogerkirî be. Ew hem rabirdûya bi rûmet a Kurdan e, hem jî hêviya ji bo paşerojê ne. Jiyana bi têgihiştina dîrokî ye ku her roj mirov derkevin hizûra van şehîdên mezin, li gunehên xwe mikur bên û efûyê ji wan bixwazin. Eger em xwedî wê rûmetê ne ku hevrêyên wan e, eger em xwedî wê şan û şerefa leşkerê Rêber Apo ne, ji bo me şertê mirovbûn û namûsê ye, ku xwe analîz bike û rexnedayina xwe bidin.
Di salên xwe yên xwendina li lîse û zanîngehê de min nivîsên ramangerên sosyalîst xwend û sempatîzanên PKK'ê nas kir. Dibe ku ez ji bo PKK'ê nehatibûm afirandin, lê belê li min welê dihat ku mîna PKK ji bo min hatibû avakirin. Ji ber ku ji bilî PKK'ê tenê nav, jiyaneke ji rêzê û mirin hebû. Piştî ku min PKK nas kir ez pê hesiyam ku mirov im, min hemû zor û zehmetî têk bir, kêfxweş û şa bûm."
Hevrê Sofî ku bi perwedeya ji Rêber Apo wergirtî bû xwedî hêz, moral û danheviyeke mezin, ji Bekaayê derbasî Kurdistanê bû. Li Heftanînê dest bi gerîlatiyê kir. Piştre derbasî herêma Qilabanê bû û li Bakur gerîlatî kir. Di demeke kurt de gihîşt asteke girîng, sala 1991'ê li Qilabanê bû fermandarê tîm. Li dû pratîka li vê derê çû Zagrosan. Bi pratîka xwe ya li qadên Avaşîn û Herkî xwe gihand asta fermandariya yekîneyê. Bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî û kelecanî di sala 1994'an de fermandariya herêmê kir ku ji qadên Elbak, Payîzava û Kelareşê pêk dihat. Du salan fermandariya vê herêmê kir û gelek çalakî pêk anî. Dawiya sala 1996'an careke din derbasî qada Rêbertî bû. Du serdeman li akademiya Rêbertî ma û di asta rêveberiyê de wezîfe kir. Piştî ku ji gel Rêbertî vegeriya welêt li Zagrosan bi wezîfeya fermandariyê rabû. Sala 1997'an di şerê Başûr de weke fermandarê tabûrê şer kir. Sala 1999'an li ser bingeha vekişînê derbasî Qendîlê bû. Sala 2000'î li hemberî êrîşên li ser hêzên me li Qendîlê di şer de bi roleke çalak tevgeriya. Eniya ku lê bû di bin êrîşên giran de bû, lê belê li gel vê yekê jî bi mîlîmekê jî paşve gav neavêt û bi hevrêyên pê re êrîş hemû şikand. Sala 2003'an bû fermandarê eyaleta Amedê û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Di Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî de li eyaleta Amedê pêşengî kir, kir ku gelek çalakî bêne lidarxistin. Bi vî rengî li hemberî meyla tasfiyekar, xiyanetkar sekn û helwest nîşan da ku meyleke bi vî rengî li ser PKK'ê dihate ferzkirin. Heta sala 2007'an fermandariya eyaletê meşand, li vê derê pergaleke bi hêz ava kir û karê gelekî xurt meşand ku cihê xwe di dilê gelê Amedê de girt. Ji bo Meclîsa Partiyê ya PKK'ê hate hilbijartin ku sala 2005'an jinûve ava bû û bû endamê Komîteya Navendî. Bi rola ku di nava tevgera me de pê rabû, bi têkoşîna ku meşand, bi asta xwe ya îdeolojîk û rêxistinî di nava tevgera me de wezîfeya fermî hilgirt ser milê xwe û pêşengî kir. Di nava PKK'ê de di asta herî bilind de wezîfe kir, bi vî rengî di nava mewziya Rêbertî de cihê xwe girt û pêşengî ji tevgera me re kir. Piştre jî ev wezîfeya xwe ya pêşengiyê bilind kir û bi cih anî.
Sala 2007'an piştî ku ji eyaleta Amedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû ji bo pêşengiyê ji karên gel re bike tevlî nava KONGRA-GEL bû. Di nava karên KONGRA-GEL de bi rê, rêbaz û tempoya xwe gihîşt asteke xurt. Lê belê hem daxwaza wî, hem jî daxwaza hevrêyên ku ew nas dikirin ew bû ku careke din li karên leşkerî vegere. Sala 2008'an beşdarî Kongreya PKK'ê ya 10'emîn bû û bi biryara li vê derê hate wergirtin, her wiha bi pêşniyara wî bi xwe, derbasî nava HPG'ê bû. Di Konferansa HPG'ê de ku Sibata 2009'an hate lidarxistin, ji bo Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê hate hilbijartin û bi vî rengî di asta herî bilind de wezîfe wergirt. Ji sala 2009'an heta bi sala 2013'an wezîfeya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê meşand. Sala 2011'an dema ku dewleta Îranê êrîş bir ser Qendîlê, bi xwe tevlî şerê parastinê yê li vê derê bû, bi tecrûbeya xwe ya kûr şer bi rê ve bir û tevkariyên girîng lê kir ku bi ser bikeve. Sala 2012'an di meşandina şerê Gel ê Şoreşgerî û beralîkirina êrîşên dewleta Tirk de beşdarî gelek pêngavan bû. Ji bo Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakur bilind bike sala 2012'an weke Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê bi xwe derbasî Botanê bû. Hevrê Sofî her tim weke zarokekî bi kelecan, weke ciwanekî jîr û jêhatî û weke milîtanekî fedaî yê Apoyî wezîfe bi cih anî.
Sala 2013'an weke PKK şerê bi dewleta Tirk hate rawestandin û agirbest bi beramberî hev hate ragihandin. Di vê demê de piştî ku bi destê çeteyan êrîşên giran li ser gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê hate kirin, hevrêyê me Sofî bi daxwaza xwe, ji bo tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe ji nava refên gerîla cihê bû. Ji ber ku ewladekî bi xêr, fermandarekî şareza û şoreşgerekî pêşeng ê gelê Rojavayê Kurdistanê bû, ji bo karibe li warê lê ji dayik bûye beşdarî şoreşê bibe, bi rê ket.
FERMANDAREK BÛ KU RADIKIR SER PIYAN
Hevrêyê me Sofî ku xwedî meşeke lehengiyê ya bêhempa bû, di nava 24 salên li nava refên PKK'ê û çiyayên Kurdistanê gelek nirx afirand. Hevrê Sofî leşkerekî cidî û fermandarekî şareza bû ku li ser şopa fermandarê me yê nemir hevrê Egîd-Mahsûm Korkmaz meşiya. Lê belê hevrê Sofî ne tenê leşker û fermandarek bû, bi kesayetiya xwe ya pir alî ew şoreşgerekî profestoyel ê rasteqîn bû. Entelektuelekî mezin bû. Timî nîqaş dikir, tiştek dixwend, dida pey tiştên nû, bi baldarî lêkolîn dikir û rojek wî ti carî nedibû weke rojek berê. Ev taybetmendiyên Rêber Apo bi rengekî bêhempa di kesayetiya xwe de şênber kir. Ew fermandarek bû ku taybetmendiyên xwe yên gelêrî û komunal li pêş bû, dilnizm bû, bi mirovên ji her temenî re dikarîbû bima, diyalog bikira, hevrêyên xwe li dora xwe dicivand, ew ber bi xwe ve dikişand, moral û motîvasyon diafirand, dibû sedema coş û kelecanê, li her qada ku lê bû rengê xwe diyar dikir û radikir ser piyan. Wêjevanekî gelekî xurt bû. Serpêhatiyên gelê me, dîroka têkoşîna me û hestên esîl ên ku ji kûrahî hîs dikir, dibûn helbest û ji ser zimanê wî diherikîn. Her gotina ji devê wî derdiket mîna tîrekê li dilê guhdaran diket, bandoreke mezin li wan dikir. Xîtabet, ajîtasyon û propagandaya wî gelekî xurt bû, zimanê wî bi bandor bû. Pêşengekî gel ê heqîqî bû ku gotinên wî digihîşt cihê xwe. Xwedî wê hunerê bû ku aliyên xwe yên îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî di nav hev de bi hevsengî bi pêş ve dibir. Li Zagros, Botan, Serhat, Amed û Rojava bi sedan ciwan bi bandora hevrê Soefî tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn. Her wiha ji nava xizmên wî yên nêz jî gelek ciwan tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn, bi fedaîtî têkoşiyan û şehîd bûn.
Hevrê Sofî ku fermandar û şoreşgerê pêşeng ê gelê Rojava bû, ji bo dîtina hevalên xwe yên berê serdana çiyayên Kurdistanê kir ku 24 salên xwe lê derbas kiribû. Dema ku serdana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel dikir, 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de li gel hevrê Bahtiyar Gabar ku pê re bû, şehîd bû. Em ji malbata welatparêz a hêja ya hevrê Nûreddîn Sofî, gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurdistanê bi temamî, fermandar û şervanên YPG'ê re sersaxiyê dixwazin.
HEVRÊ BAHTIYAR ZÛ HÎN DIBÛ, BI PÊŞ VE DIBIR Û DIXIST MERIYETÊ
Xaka Kurdistanê di serî de Şoreşa Neolîtîkê malovanî ji gelek pêngavên dîrokî re kir û weke qada destpêkê ya afirandina gelek nirxên civakî derbasî nava dîroka mirovahiyê bû. Gelê me ku li xaka Kurdistanê ya pîroz bi hezaran sal in heye û hildiberîne, ji aliyê mêtingeran ve bi sînorên çêkirî hate parçekirin û li her parçeyî jî asîmîlasyon, êrîşên înkar û îmhayê lê hate ferzkirin. Li vê xaka ku zimanên destpêkê lê afirîn, ziman, çand û cewhera gelê Kurd hate înkakirin; bû hedefa êrîşên îmhayê yên herî bêrehm ên mirovahiyê, lê li gel van êrîşan jî karîbû hebûna xwe biparêze. Li hemberî her êrîşeke qirkirinê pişta xwe spart çiyayên Kurdistanê û li ber xwe da. Gelê me ku êşên mezin kişand û di bin zexta qirkirinê de li ber mirinê bû, bi Rêber Apo re jinûve rabû ser xwe. Di nava atmosfereke welê de ku derfetek û hêviyeke serketinê nebû, partiya me PKK weke tevgereke hêviyê rabû û ji gelê me yê berxwedêr re bû hêvî. Têkoşîna me ku bi Berxwedaan 14'ê Tîrmehê re li Zindana Amedê mêtinger têk bir, bi Pêngava 15'ê Tebaxê ya berz û bilind bû gerîla û li bajaran veguherî gelê serhildanê. Gelê me ku bi PKK'ê re jinûve vejiya ewladên xwe yên herî leheng şand nava refên têkoşînê û çar aliyên Kurdistanê kir navendên berxwedanê. Yek ji qadên destpêkê ku tevgera me gihîşt gelê me bajarê me Wan e. Bajarê me Wan bi berxwedan û serhildana xwe cihê xwe di dîroka bi rûmet a gelê me de girt û kevneşopiyeke welê afirand ku gihîşt nifşên nû.
Hevrêyê me Bahtiyar li navçeya Şax a Wanê ji dayik bû ku ev kevneşopiya pîroz lê gelekî zindî ye. Hevrêyê me Bahtiyar ku ferdê malbateke me ya hêja ya ji eşîra Ertûşî ye, ku bi hestên xwe yên welatparêziyê timî li pêş e û xeta berxwedêriyê li nav serwer e, çanda berxwedanê û nirxên Kurdistanî zû nas kir û bi kesayetiya xwe re kir yek. Hevrêyê me ku ji bo perwerdeyê di 6 saliya xwe de neçar ma ji malbata xwe dûr bikeve, çû Stenbolê. Hevrêyê me Bahtiryar dûrî Kurdistanê ji aliyekî ve perwerdeya xwe dewam kir, li aliyê din jî bi karkirinê alîkariya madî li malbata xwe kir. Ji ber vê yekê karkerî û kedkarî hîn di temenê biçûkanî de bûn taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiya hevrêyê me Bahtiyar. Dûrî welat û çanda xwe mezin bû, lê belê li gel vê yekê jî weke ciwanekî Kurd nirxên xwe yên cewherî timî parast. Li metropolên Tirkiyeyê yekser şahidî ji vederkirin û êrîşên asîmîlasyonê yên bi rêk û pêk re kir. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me bikeve nava lêgerîna têkoşînê. Gihîşt wê encam û baweriyê ku mîna her gelekî divê gelê Kurd jî karibe di nirxên xwe yên bingehîn ên civakî bi zimanê xwe biaxive, bi çanda xwe bi rengekî azad bijî û li hemberî hewldanên mêtingeran ên ji bo tinekirina vê hewldanê gelekî bi hêrs bû. Meraqa wî ya polîtîk, hestê wî yê berpirsyariyê û welatparêziya derdora wî kir ku hevrêyê me Bahtiyar şerê li Kurdistanê û partiya me PKK'ê ji nêz ve bişopîne. Eleqeya wî ya ji bo têkoşîna me her roj zêde bû. Li hemberî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê hêrsa hevrêyê me mezin bû û kete nava kûrbûna wê yekê, bê dikare têkoşîneke çawa bimeşîne. Piştî ku pismamê wî tevlî Berxwedana Kobanê yê dîrokî bû û şehîd bû, vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Bahtiyar kir. Hevrêyê me Bahtiyar baş zanîbû ku heta xweparastineke xurt nebe wê hebûna gelê me nikaribe bê parastin û azad bibe. Lewma sala 2015'an li Botanê tevlî nava refên têkoşînê bû.
Hevrêyê me Bahtiyar ku li Bakurê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bû, tecrûbeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li dilê gerîlatiyê kir. Bi hemû hêza xwe beşdarî nava jiyana gerîla bû ku bi hesreta wê bû û gelekî meraq dikir. Piştre ji bo li ser taktîkên gerîlatiyê bibe pispor, partiya me hîn baştir fêhm bike û di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî nava pêvajoya perwerdeyê bû. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi durustî, jidilbûyîn û kedkariya xwe hîn di rojên destpêkê de bala hevrêyên xwe hemûyan kişand ser xwe. Cewhera wî ya samîmî bû zemîn ku li nava refên partiyê zû bi pêş bikeve. Hevrêyê me Bahtiyar xwedî rêbazeke welê bû ku li gel temenê xwe yê ciwan bi gihîştîbûna xwe li pêş bû, bi jîrbûna xwe çareserî ji her pirsgirêkê re peyda dikir û bi cidiyeta herî mezin nêzî her wezîfeyê dibû û hewl dida bi ser bixîne. Di pêvajoya perwerdeyê de ku bi serketî qedand, di taktîkên gerîlatiyê de zû serwer bû, ji aliyê fêhmkirin û bicihanîna felsefeya Rêbertî ve gelekî bi pêş ve çû. Hevrêyê me ku derbasî qada pratîkê bû û têkoşîna xwe dewam kir, bi baweriya ku afirand di gelek karên stratejîk de cihê xwe girt. Bi tempoya xwe ya têkoşînê û rêbaza xwe ya serxistina hemû wezîfeyên ku cidî nêzîk dibû, xwedî kesayetiyeke welê bû ku ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Bi gelek fermandarên me yên hêja re ma, tecrûbeya wan rakir û tiştên hîn bû hem xist meriyetê, hem jî mezin kir û gihand hevrêyên xwe. Bi rêbaza xwe ya kar a komunal tevkarî li jiyan û karê her hevrêyên xwe kir. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi rola pêşengiyê rabû, di demeke kurt de û di temenê ciwan de bû fermandar, bi vî rengî erk û wezîfeyên xeta milîtaniyê ya demê bi cih anî. Hevrêyê me Bahtiyar ku meyla xwe li ser qada leşkerî bû, taktîkên dema nû zû hîn bû, bi pêş ve bir, xist meriyetê û ji bo teknîkê bixe xizmeta têkoşîna me tevlî gelek karî bû, ji bo serxistina kar kedeke mezin da. Bi rûkenî û hevrêtiya xwe ya ji dil bandor li her hevrêyî kir.
Hevrêyê me Bahtiyar Gabar ku di dema serdanê de bi hevrêyê me Nûreddîn Sofî re bû, 6'ê Nîsana 2021'ê li qada Bergarê ya herêma Garê di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Bi navê hevalên wî yên têkoşînê em soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya hevrêyê xwe Bahtiyar ti carî ji bîr nekin û teqez bi ser bixînin."


















