KU TR

Rêber APO di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç û Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê ku bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk anî, der barê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê X’ê parvekirin kir. Omer Ocalan ev tişt parve kir: “Îro, wekî malbatê li Girtîgeha Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê diparêze û got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘tevlîbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”