Dîroka civaka Êzîdî dîroka qirkirinê ye. Di dîrokê de ji aliyê Împeratoriya Osmanî, hêzên Îslamî û Judenratên Kurd ve hatine hedefgirtin, civaka Êzîdî di bin faşîzma DAIŞê de Fermana 73’yan jiyan kir.
Di sedsala 21’an de, li ber çavên tevahiya cîhanê bi hovîtiyeke tund rastî qirkirinê hatin. Bi hezaran salan e, civaka Êzîdî ji ber baweriyên xwe li herêmê rastî zulmê, komkujiyan hatine, ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û erdên wan hatine desteserkirin; ew hatine marjînalîzekirin, bêrûmetkirin û biçûkxistin.
Baweriya wan di rêzeqirkirin de herî zêde hat armanckirin. Êzîdî, ku her tim li Kurdistan û Rojhilata Navîn wekî kêmnetewe jiyane, ji ber ku ne Misilman bûn rastî qirkirina sîstematîk hatin. Ya herî dawî ji aliyê faşîzma DAIŞê ve hat kirin. Armanc ew bû ku ji nasnameya Êzîdî tiştek nehêlin û yek Êzîdî jî nemîne.
Civaka Êzîdî, ku berî êrîşa DAIŞê ji aliyê KDPê ve hatibû bêçekkirin, ji aliyê Pêşmergeyên KDPê û hêzên Iraqê ve hat terikandin û ew bi DAIŞê re rû bi rû man. Berê PDK û Iraqê ewlehiya wan girtibûn ser xwe. Lêbelê, berî êrîşê ji herêmê reviyan. Bi vî awayî, civaka Êzîdî ya bêrêxistin û bêparastin rastî qirkirinê hat.
Qirkirina 2014an baweriya wan hedef girt. Bi hezaran hatin kuştin û bi hezaran hatin revandin da ku wan neçar bikin ku dev ji baweriya xwe berdin û çarenûsa bi hezaran kesên din hîn jî nayê zanîn. Her çend hejmarên berbiçav bi awayekî teqez neyên destnîşankirin jî, pîvana hovîtiyê ji hejmarên texmînkirî dikare were dîtin. Tenê di du rojên pêşîn de 1.293 kes, ku bi tevahî ji pênc hezarî zêdetir hatin kuştin; zêdetirî heft hezar jin hatin revandin û tecawiz lê hat kirin. Zêdetirî 400.000 kes neçar man ku koçber bin, û bi hezaran hîn jî winda ne.
Destwerdana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û şervanên YPGê rê li ber zêdebûna komkujiyan girt. Hejmareke pir kêm ji komên gerîla bi destwerdanekî guncaw û di wextê xwe de êrîşên qirkirinê rawestandine. Bi qehremaniyeke mezin, wan têkoşîna ji bo jiyanê ya gelê Êzidî pêş xistine. Wan ne tenê faşîzma DAIŞê rawestandine, di heman demê de li kêleka Êzidiyên di dîrokê de hatine tene hiştin sekinîne. Gelek çîrokên trajîk ji komkujiyên beriya destwerdana gerîla mane. Gorên zarokên bê xwedî, jinên ku bi çend dolaran di çarşefan de di nav hesin de hatine firotin, gorên komî yên ku bi zindî hatine veşartin hîna jî cihê wan nayê zanîn, yên ku ji bo ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve neyên girtin ji zinaran xwe avêtine û gelek trajediyên din ên ku em pê nizanin…
Nebûna ewlehiyeke bihêz û sîstematîk ya Êzidiyan qirkirinê vedixwîne. Bi awayekî zelal eşkere bûye ku tenê parastina baweriya wan bi rêya çandî têrê nake. Her wiha eşkere bûye ku radestkirina "xweparastinê" ji bo hêzên din bêwate ye û tenê bandora berevajî wê hebe. PDK û artêşa Iraqê Êzidî bi qirkirina DAIŞê re rû bi rû hiştin. Dîrokê, bi dorê, eşkere kiriye ku ewlehî û parastin nikare were tawîzdan da ku pêşî li fermanên din were girtin. Cihekî wekî Rojhilata Navîn ya ku ji her derê ve gef li ser Êzidiyan mümküne were pêwistî bi tiştên zêdetir heye.
Ji bo parastina baweriyên xwe yên kevnar, dîrokî û çandî di nav axa xwe de, Êzîdî ji bilî mekanîzmayeke parastinê ya cidî ti vebijarkek din nînin. Wekî din, gefa dîrokî ya qirkirinê dê her tim hebe. Tekane astengkerê li dijî qirkirinên nû parastina rêxistinkirî ye. Yanzdeh salên dawî ev yek piştrast kir. Êzîdîyên jibîrkirî, marjînalîzekirî û bêpar, li Rojhilata Navîn xwe birêxistin kirine û careke din bûne kirdeyên siyaset û dîrokê. Her ku ev parastina rêxistinkirî xurt bibe, gefa qirkirinê û fermanê dê qels bibe. Yanzdeh salên dawî nîşan dan ku Êzîdî ne heman Êzîdîyên berê ne. Her ku rêxistin û parastina heyî xurt bibin, dê tune bibin. Garantiya pratîkkirina baweriya xwe bi awayekî azad, jiyana azad, xwerêveberî û xwerêxistinkirinê di xweparastinê de ye.
Ali Şahin















