HPGê şahadeta du gerilayên 4ê cotmeha 2024an li herêma Şehîd Delil a Rojavayê Zapê li qada Berxwedanê ya Sergelê şehîd bûn ragihand. HPGê li ser jiyan û têkoşîna her du gerîlayan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev hatin parve kirin:
Li ser jiyana Sîpan Hêvî:

Hevrêyê me yê ku di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû, li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me di demekî kurt de fêrî jiyana kolektîf û şert û mercên zehmet ên çiyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya coş a ji bo perwerdeyan bala hevrêyên xwe kişand. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi heyecan û daxwaza fêrbûna xwe ya di perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî de di demekî kin de pêşketin nîşan da. Bi saya xwendina materyalên Partiyê û perspektîfên Rêbertiya me, xwe pêş xist. Ji bo ku di aliyê îdeolojîk de PKK’ê nas bike hewldanekî mezin da. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, bi bêsebrî ma benda rojên ku derbasî qada pratîkî bibe. Hevrêyê me yê ku derfet dît hînbûnên xwe pêk bîne, piştî ku derbasî qada pratîkî bû ji bo ku li ser hirgûliyên derbarê jiyana gerîla de serwer bibe, xwest di her xebatê de cih bigire. Bêyî dudilî tevlî xebatên pratîkî bû. Bi kesayeta xwe ya bi moral, coşa xwe ya bêdawî û daxwaza xwe ya xebitînê, li gel hevrêyên me yên di rêveberiya PKK’ê de ma. Di nava vê pêvajoyê de hem bi hemû enerjiya xwe tevlî xebatan bû, hem jî gelek agahî û tecrubeyên girîng ji rêveberiya me ya rêxistinê wergirt.
Hevrêyê me yê ku bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar tê nasîn, bi zanebûna bendewariyên pêvajoyê ji bo ku di xebatên Partiyê ya binesaziya Hêzên Taybet de cih bigire pêşniyar kir. Bi zanebûna ku operasyonên dewleta Tirk a dagirker a tasfiyekirina Partiya me û tepisandina gelê me tenê bi rêya Şehîd Zîlan dikare were têkbirin, tevgeriya. Hevrêyê me ku di sala 2017’an de di binesaziya Hêzên Taybet de ji pêvajoyekî perwerdehiyê ya zehmet re derbas bû, bi dersên îdeolojîk re lêhûrbûnên kûr jiyan kir. Hevrêyê me Sîpan di demekî ku çalakiyên fedayî zêde dihatin kirin de derfeta perwerdeyê dît û bi gelek hevrêyên me yên çalakiya fedayî kirin re li heman hawirdorê ma û armanc kir ku bibe layiqê şehîdan. Fêr bû ku fedayîtî ji jiyanîkirina rêgezên Apoyî û bêkêmasî bi cih anîna erkên Partiyê derbas dibe. Hevrêyê me ku ji pêvajoyekî zehmet a perwerdeyê derbas bû, piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, cihê xwe di xebatên girîng ên di binesaziya Fermandariya me ya Biryargeha Navendî de cih girt. Her erka xwe bi hişmendiya layiqbûna şehîdan pêk anî. Hevrêyê me ku hem di aliyê îdeolojîk û hem jî leşkerî de kûr bû, ji bo ku cihê xwe li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bigre, derbasî Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû. Hevrêyê me yê ku kêliyek jî di meşa xeta fedayî de dudil nebû û ji bo tola hevrêyên me yên şehîd hilîne li ser taktîkên demê lêhûrbûn bû, di têkoşîna serdemê de bû xwediyê kedekî girîng.
Mahsum Amed, li navçeya Amedê Çermûgê tê dinê. Sala 2015an de beşdarî nav refên gerîla dibe. HPG’ê ji bo Şehîd Mahsum Amed wiha got:

Hevrêyê me Mahsûm ji ber ku bi hevrêyên me yên ku ji bo parastina gelê me bi ruhê fedayî şer kirin re di heman mewziyê de cih girt, pir kêfxweş bû. Hevrêyê me piştî perwerdeyekî kurt bi awayekî çalak tevlî şer bû û bû yek ji fedayiyên ku têkneçûyîna îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê da. Tevî ku şervanê nû jî bû, bi wêrekiya xwe ya di şer de û helwesta xwe ya xwînsar performansekî serkeftî nîşan kir. Hevrêyê me bi samîmiyeta xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, tekûziya di qada leşkerî de û bi tarza jiyana Apoyî re bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me yê ku di pevçûnekî de birîndar bû, di demekî kin de tedawiya xwe temam kir û dîsa cihê xwe di mewziyên şer de girt. Hevrêyê me yê ku ji xeynî serkeftinê tu sedeman qebûl nekir û bi qabiliyetên xwe yên leşkerî di gelek mijaran de alîkarî da hevrêyên xwe, pêşniyar kir ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker lê giran in.
Hevrêyê me yê ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di gelek pêngavên serkeftî de cih girt û keda wî di Şoreşa Azadiya Rojava de çêbû, derbasî çiyayên Kurdistanê bû ku cihên pîroz ên gerîlayan e û tevlî xebatên pratîkî bû ku hesreta wî bû. Hevrêyê me Mahsûm ku her tim îdiya û ezîma wî ya têkoşînê mezin bû, ji bo ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd bi ser bixe pêşniyar kir ku di xebatên binesaziya Hêzên Taybet de cih bigire. Hevrêyê me di sala 2013’an de tevlî xebatên perwerdehiya Hêzên Taybet bû, bi xwendina Rêbertiya me re daneheva îdeolojîk qezenc kir û di tarz û taktîkên gerîla de kûr bû. Hevrêyên me yên fedayî û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê bi awayekî neyê jêbirin nivîsandî, kir rênîşanderê xwe. Hevrêyê me piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir, israr kir ku derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêyê me Mahsûmli gorî bendewariyên pêvajoyê tevgeriya û erkên mîlîtaniya fedayî yê Apoyî bêdudilî pêk anî. Bû yek ji milîtanên fedayî yê Apoyî ku rê neda dagirkeran û hemû beralîbûnên dijmin vala derxist. Hevrêyê me Mahsûm wê bi qabiliyeta xwe ya leşkerî, daneheva xwe ya îdeolojîk, hevrêtiya xwe ya xurt û bi kesayeta xwe ya di serkeftinê de kilîd bûyî, her tim ji me re bibe mînak.’’
Çavkanî: HPG















