Carnan seknek û carnan kenek heqîqetê bi awayê wê yê herî sade, zelal û xweşik dide nasîn. Evîn û keda dîrokî ya di nav erdnigariya me de ewqas bihêz di me de hatiye çandin em hinekî jî lê dinerin, ew yekser îfadeya xwe ya herî xurt di meşa me de nîşan dide. Dibe ku diyardeya gerîla di dîroka Kurdistanê de vegera herî xurt a ji bo cewhera Kurdan temsîl bike. Zanîna hinekî li ser vê dîrokê dihêle mirov bigihije vê encamê. Ma her gavek dikare bibe azadî?
Dema ku em li Gerîla dinihêrin, em dibînin ku di her rêyekê de, di her gavekê de, di her kaniyê de ku av jê tê vexwarin, di her xebata kampê ya ji bo qada jiyanê de, azadiyeke ewqas bêhempa heye ku em tenê dikarin wê di kenê Gerîla de bibînin.
Aso ne ew e ku mirov ji koletiya ku bi her gavekê li dû xwe dihêle xilas bibe, lê ew e ku mirov bi azadiya ku bi her gavekê hatiye afirandin re hevdîtinê bike. Ji ber vê em şêweya herî hêsan a azadiyê di kenê gerîla de dibînin. Gerîla bûye hêviya azadiyê û serbilindiya her kesekî kul i Kurdistanê dijî. Jiyana têkoşînê ya her gerîlayekî wekî fermanek li ber me radiweste ku divê ji bo xatirê şopan were bicîhanîn.
Reşîd Rojhat (Kemal Bozkurt di sala 1986an de li Colemêrgê di nav malbateke welatperwer ya eşîra Mamxurî de ji dayik dibe. Çiya wek damarên stû û dilê welatê me ne. Dagirkirina cihê pîroz ê bi çiyayên bilind, baxçeyên bihûştê, çem û golan ji aliyê pêlavên reş ve faktora herî bingehîn bû ku hişt Reşîd Rojhat bi xweşik û kirêt re rûbirû bibe. Ji bo parastina bedewiyê, ew di sala 2015an de tevlî vê doza mezin bû û dest bi lêgerîna xwe ya hisabpirsîna ji her kirêtiyê kir. Ji kêliya ku ew tevlî bû, kenê li ser rûyê wî qet neçû. Bi moral beşdarî her karî bû û encamên erênî afirand.
Yaşamda özgürlüğü keşfetme, ona göre yaşamak ve sömürgecilerden hesap sormak en temel ilkeleri olmuştur. Dağlarda aldığı eğitimlerle kişiliğini Kürdistan değerleriyle bütünleştirmiştir. APO’cu yoldaşlığı ilk andan itibaren kutsal görmüş ve bu yoldaşlığın büyütülmesi için tüm hücreleriyle büyük emekler vermiştir.
Di jiyanê de keşifkirina azadiyê, jiyana li gorî wê û hesabpirsîna ji mêtingeran prensîbên wî yên herî bingehîn bûn. Bi perwerdehiya ku li çiyayan wergirt, kesayetiya xwe bi nirxên Kurdistanê re yek kir. Ji destpêkê ve hevaltiya Rêber APO pîroz didît û bi hemû şaneyên xwe hewlek mezin da ku vê hevaltiyê mezin bike.
Navenda Çapemeniyê ya YRK’ê di daxuyaniya xwe de parve kir ku Reşîd Rojhat di 7’ê Adara 2024’an de li herêma Şaho ya Rojhilat dema li ser erka xwe bû, di qezayekê de gihişt şahadetê. Her wiha ez sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û eşîra Mamxurî re dixwazim. Em soz didin ku emê van gerîlayên hêja, yên ku bi jiyana xwe nîşanî me dan ku wateya jiyanê bi têkoşînê ye, di her şert û mercî de bijîn û bidin jiyîn.
Derwêş Munzur















