KU TR

Di dema rejîma Naziyan de, nefreta li hember Yahûdî û Romanan li Ewropaya Rojhilat bû sedema girtina van gelan di getoyan de. Di nav van getoyan de, Yahûdî û Romayiyan mehkûmî girtina heta hetayê bûn. 

Li gorî îdeolojiya Naziyan, Yahûdî û Romayiyan paqijiya nijada Arî tehdît dikirin û ji ber vê yekê wekî civatek ku pêdivî bi tasfiyekirinê hebû dihatin dîtin. Her cûre êrîş, tevî kuştinên girseyî, li dijî van kesan dihatin kirin. Ew rastî zexta psîkolojîk a domdar dihatin. Ew wekî "nijadên jêrîn", "kêzikên xerab" û "mirovên nexweş" dihatin wesifandin û dîtin.

Şert û mercên jiyanê yên Yahûdiyên ku di getoyan de hatibûn îzolekirin pir dijwar bûn. Hejmareke mezin di cihên pir teng de dihatin girtin. Yên ku di getoyan de dihatin girtin, destûr nedidan ku derkevin. Ev yek ji Yahûdiyan re şansek ji bo jiyanê li derveyî kampan nehişt. Di zindanên mezin ên ku lê dihatin girtin de, ew ji gelek pêdiviyên bingehîn bêpar man. Tê texmînkirin ku ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê nêzîkî pêncî hezar kes ji ber nexweşî, kêmbûna xurekê û nebûna dermanan mirine.

Ji van kampan, hejmareke diyarkirî ya mirovan bi awayekî sîstematîk hatin sirgûnkirin û di kampên tunekirinê de hatin kuştin. Her çend wan di nav getoyan de hin serhildan organîze kirin û hewl dan, lê ew bi ser neketin. Yahûdiyên di getoyan de hema hema bi tevahî hatin tunekirin. Tê texmînkirin ku du heta sê mîlyon Yahûdî di getoyan de hatin kuştin.

Dewleta Tirk ji destpêka kampa Mexmûrê ve, ji sala 2019an ve KDP û ji sala 2023an ve jî dewleta Iraqê bi awayekî sîstematîk hewil dide îzole bike. Dewleta Iraqê û KDP, tevî ku gerîla ji kampê vekişiyane jî, bi hinceta gerîlayan, polîtîkayên xwe yên li dijî Mexmûrê dijwartir dikin. Hewl tê dayîn ku kamp bi têlan were dorpêçkirin, bibe geto û jiyana li kampê, ku şert û mercên jiyanê jixwe dijwar in, bi tevahî bêbandor bibe.

Kampa Mexmûrê, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi fermî wekî kampeke penaberan hatiye naskirin, bi hevkariya dewleta Tirk, KDP û dewleta Iraqê, rastî êrîşên psîkolojîk û fîzîkî yên domdar tê, da ku rewatiya wê têk biçe û ji holê were rakirin. Armanca sereke teslîm girtina Mexmûrê ye. Her çend dewleta Tirk-KDP-Iraq newêre mîna zihniyeta qirker a Naziyan kuştinên girseyî bike jî, ew hewl didin ku wan ji berxwedana xwe ya nêzîkî 40 salan poşman bikin.

Di navbera valakirin û tunekirina sîstematîk a Naziyan a li ser Yahûdiyan û zexta psîkolojîk a ku wan bi şopandina berdewam a derketin û ketinên Mexmûrê li ser gelê Mexmûrê dikir de, di warê zîhniyetê de ti cudahî tune. Kiryarên Iraq û PDK'ê, li ser daxwaza dewleta Tirk, wekî kiryarên peydakirina endaman û sîxuriyê têne birêvebirin. Bi heman awayî, çêkirina zehmetiyan di dabînkirina pêdiviyên bingehîn de jî di heman çarçoveyê de ye. Armanc hilweşandin û jiholêrakirina jiyana rêxistinkirî ye. Bi vî awayî, dixwazin Wargeha Mexmûr bê valakirin.

Berî her tiştî, girîng e ku ev yek bi zelalî were fêmkirin: Êrîşên li ser wargeha Mexmûrê êrîşek li ser nasnameya Kurdê azad e, sembola Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ye. Berxwedana ku gelê Mexmûrê bi dehan salan di lêgerîna jiyaneke azad û nasnameyekê de nîşan daye, berxwedana gelê Kurdistanê temsîl dike. Wan êşên herî berfireh û êrîşên dijwar ên her cûre kişandine û li dijî wan xetek berxwedanê ava kirine. Êrîşa li ser gelê Mexmûrê ne tenê hedefgirtina wargehekê ye; ew êrîşeke li ser xetekê temsîl dike. Dema ku ji vê perspektîfê ve tê nêrîn, nirxê berxwedana Mexmûrê hîn zelaltir dibe.

Ji ber vê yekê, berxwedana gelê Mexmûrê berxwedana hemû gelê Kurd temsîl dike. Ji bo ku berxwedan hîn xurttir bibe, divê her kes, ji heft salî heta heftê salî, piştgirîya wê bike û li kêleka wê bisekine. Mexmûr nasnameya her kesê ku ji bo Kurdekî azad têdikoşe temsîl dike. Divê her kesê ku ji bo Kurdekî azad têdikoşe bi hişmendiya ku her êrîşek li ser Mexmûrê li dijî wan e tevbigere û heta dawiyê piştgirîya berxwedanê bike. Nabe ku destûr bê dayîn ku Mexmûr bibe geto. Divê nîşanî tevahiya cîhanê were dayîn ku zîhniyeta Naziyan nikare li ser Kurdan ti encamê bi dest bixe.

Murat Çelik