Rêber APO nameyek ji gelê Wargeha Mexmûrê re şand. Gelê Wargeha Mexmûrê ji bo guhdarî kirina nameya Rêber APO bi awayekî girseyi li hev kombûn.
Nameya Rêber Apo wiha;
“Ji bo gelê Mexmûrê yê hêja;
Ez silavên xwe yên germ ji bo hemû xelkê me yê li Mexmûrê dijî re dişînim. Xelkê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de roleke pir girîng lîstiye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirxe. Ruxmî hemû zehmetiyan jî, bi pratîka xwe nîşan daye ku berxwedan jiyane û qehremanên mezin derxistine û barê têkoşînê yê giran bi awayek serkeftî hilgirtiye ser milên xwe. Îspat kiriye ku şert çi dibin bila bibin, jiyana azad ji ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekin û kedek layiqî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd.
Ez di wê baweriyê de me, xelkê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn ya têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk ya vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan ya têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa xelkê me yê Mexmûrê ye. Bêgûman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîste were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Emê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayek kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.
Di derbarê yên li Mexmûr, yên Ewropa û tevahî yên penabertiyê de wiha difikirim: Vegera hemûyan wê kolektîf be û erdnîgariyê emê hilbijêrin. Dixwazin vegerin?
Em wisa hesab bikin ku nîv bi nîv dixwazin vegerin. Divê em vegerê kolektîf bifikirin. Di vê çarçoveyê de silavên min li Mexmûrê bikin.
Li ser vî esasî di serî de jin û ciwan silavên xwe û hezkirinên xwe yên kûr û bêdawî ji tevahî gelê Mexmûrê re dişînim.”















