ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ Û ŞERÊ TAYBET
Avakirina dewletek neteweyî, bi xwezaya xwe, armanc dike ku civaka ku ew serdest e homojen bike (yek bike). Armanc dewleta yek neteweyê ye, serdestiya yek neteweyê ye. Ev yek, di encamê de, jiholêrakirina neteweyên din ferz dike. Bawerî, gel û civakên cûda an di nav neteweya serdest de têne helandin an jî têne jiholêrakirin.
"Qirkirin armanc dike ku bi tevahî ji holê rake fizîkî û çandî ya gelan, kêmneteweyan û hemû komên olî, mezhebî û etnîkî yên ku bi rêya asîmîlasyonê nayên derbaskirin."
Dema qirkirin û asîmîlasyon li dijî Kurdan hat armanc kirin, wan dest bi avakirina îdeolojî, siyaset û zanista ku dê bingeha van kiryaran be kirin. Wan gelek çavkaniyên agahdariyê yên çêkirî, derewîn û bê bingeh nîşan dan, bi tevahî hebûna Kurdan înkar kirin.
Gava 1984’de Tevgera Azadiyê dest bi tekoşîna çekdarî kir, Dewleta Tirk ji bo tekoşîna gelê Kurd têk bibe tevahiye amurên qirêj xist meriyetê.
Qirkirin berhema çi ye? Sedema derketina wê çi ye? Di huqûqa giştî ya dinyayê de çawa cih digre, çawa tê pênasekirin?
Şerê taybet weke stratejiyekî, ji aliyê DYE ve tê pêşxistin. Lê çawa ku DYE mîrasa dagirkeriyê hilgirtibe, şerên dagirkeriyê yên emperyalîst jî hilgirtiye.
Dewleta şerê taybet ê Tirk ku xwe dispêre çanda belvabûn û dagirkerî ya Osmanî, her roja ku derbas dibe tûndiya civakî û pêkûtiyê zêdetir kiriye û bi vê awayê heya roja me ya îrok bisazîbûnek bipergalî pêşxistiye.
Vegotinên mîtolojîk ên vê pêvajoyê û kolandinên arkeolojîk ên hatine kirin bi gelek daneyên ku hatine bidestxistin rîsta wê ya di hilberînê de,
Herikandina dîrokî ya ji dû milan de diherike, di milekî de xwediyên desthilatdarî û serweriyê xwedî kiriye, di milekî din de jî li ser navê gelan û civakan nirxên demokratîk heya roja me ya îro aniye.















