JIN, JIYAN, AZADÎ
Zayenda civakî ji fêrbûna tevgerîna mîna keçik an kurekî bêtir e. Cudahiyên zayendî tiştek e ku em her roj, her kêliyê tecrûbe dikin. Zayend ne tenê tiştek e ku heye; em hemî di têkiliyên xwe yên civakî de bi yên din re zayenda civakî ava dikin.
Zayend ne têgehek e ku li ser cûdahiyên biyolojîk hatiye avakirin, lê belê ew e ku civak çawa dibîne, fêm dike, difikire û ji me hêvî dike ku em wekî jin û mêr tevbigerin.
Di demên dawî de, em hema hema her roj nûçeyên mirina jinan dibînin û dibihîzin. Ev mirin wekî "mirinên gumanbar" têne binavkirin, bê bersiv dimînin, bêyî lêpirsînek cidî, darizandin an hesabpirsînê dimînin, û pir caran wekî "xwekuştin" têne binavkirin û bê encam dimînin.
Jina ku di destpêka dîrokê de bi nasnameya xwe ya civakî ya mezin rola xwedawenda dayik lê hatibû danîn, mixabin li Rojhilata Navîn a îro bûye kelûpeleke herî bêqîmet. Derfeta me tune ku em li ser vê dîrokê, ku divê çîrokeke trajîk bi xwe hebe, hûrgiliyan bidin. Lê em dikarin encamên wê rexne bikin. Yek ji erkên civakî yên lezgîn ew e ku rastiya jinê ku ji hêla destên mirovan ve bi belavkirina ewrên mijê li dora wê hatiye peyda kirin, were kifş kirin.
"Tevgera jinan tevgera sedsala 21an e. Şoreşa Jinan mijara sedsala 21an e. Ger mirovahî ji niha û pê ve dixwaze pêşketinek girîng bike, ew ê ji aliyê jinan ve bigihîje vê kûrahiyê. Roja me pêwîst dike ku pêşengiyê bide şoreşa jinan a sedsala 21an. Dirûşmeya "Yan jiyan an barbarî" şoreşê ferz dike. Çawa ku civaka Rojhilata Navîn hewceyê şoreşek duyemîn a gund-çandiniyê ye, vê civakê hewceyê şoreşek duyemîn a jinan e!"
Di xwezaya Jin a Rojhilata Navîn de her tim têkoşîn, pêşengî û rihê azad heye.
Di xwezaya Jin a Rojhilata Navîn de her tim têkoşîn, pêşengî û rihê azad heye.
Viyan Soran ji Ocalan re: Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ya li Başûr de, dixwazim wek jineke ji Başûr pirr kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim.
Xwişkên wêrek ên Kurdistanê Gulistan û Ronahî di rêwîtiya rabûna li ber dîlgirtin û zextê de tevlî karwanê nemiran bûn.















