HEMÛ NÛÇE
Divê ku êdî ev pêvajoya komployên ku bi sedan salin ku wek lanetek zîft li ser serê me kurda digere em bişînin ser sergoyê dîrokê, heta ku em nasname, ziman, parastin, çanda xwe li ser axek yek welatî avanekin tu dê, bav, xwîşk, bira, ciwan, jin, mêr û her ferdê Kurd ji serî rakirin, bertek nîşandanê tawîz nedin û qad, tax û kolanan ne terikînin. Yekîtiya me vala derxistana komploya û avakirina welatek azade.
Nuray Erenler, Türkan Derin û Hacer Subaşı… Bi pêşengtiya ku ji bo azadiyê kirin dîrokê dan îspat kirin û mina çiyayan singê xwe berxwedanan re vekirin. Di vê oxirê de bûn stêrkên şevên tarî ronî dikin.
- Di sosyalîzmê de Şoreşgerên ku di her kêliya jiyana xwe bi aso, hêvî û baweriya şoreşê hûnandine hene. Di jiyana xwe de her nefesa xwe, nêrîna xwe, zimanê xwe û hemû pêdiviyên jiyanê li ser esasê têkoşînê dane ava kirin û mêjiyê xwe ji bo azadiya gelê xwe dane razandin, dilê xwe ji bo evîna welatê xwe dane birêxistin kirin û laşê xwe ji bo xwebûna şoreşgeriyê dane feda kirin hene.
Sîmûrg efsaneyekî Mezopotamya ye û wekî teyrekî ku xwe ji xweliya xwe diafrîne tê pênase kirin. Li Kurdistanê jî her dem vê efsaneyê di kesayatên pîroz de mohra xwe li dîrokê xistiye. Bi derketina Tevgera Apoyî ve ev efsane kesayetê jina Kurd de derketiye lûtkeyê.
Çanda her gelî nasnameya jiyanê bi xwe ye. Lewma pênaseya gelekî ku tê kirin bi çandê mirov şîrove dike. Dema ku pênaseya Gelê kurd tê kirin çanda dengbêjiyê tê bîra mirov. Ji ber dengbêjî ji Gelê Kurd re ne tenê gotina strana ye. Dîrok e, evîn e, ziman e, jiyan e, şer e û şahiye…
Heta derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li Kurdistanê bi navê Kurdbuyinê tiştek nemabû. Dewletên nijadperest wisa difikîrîn ku êdî demarê serhildanê zuha û pûç bûne. Lê di pêşengtiya Rêber APO de serhildana bîst û nehemîn hat destpê kirin.
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan ji ANF'ê re axivî: Gelê me yê Rojava bi welatparêzî, berxwedan û ruhê xwe yê neteweyî gelek tişt hînî me kir. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê we tenê nahêlin. Gelê Kurd û weke tevgera azadiyê em; çi pêwîst be em ê wê bikin.
Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk, bi dirûşmeya "Em ê bi ruhê yekîtiyê bi ser bikevin" 2'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî lidar xist. Di lijneyê de peyama Rêber Apo hat xwendin.
Her bajar li gor dîrok û serpêhatiya xwe wate dibine. Li Kurdistanê Amed wek paytext tê qebûl kirin. Fermiyatê wê di qada navnetewî tune be jî di dil, ruh û manewiyata gelê Kurd de dilê Kurdistanê ye Amed.

















