HEMÛ NÛÇE
Wekî gelekî ku tîbûna azadiyê heye, Kurd ji nan û avê bêtir hewceyê avakirina komînê ne. Ji ber vê yekê, eşkere ye ku divê hemî hewldan çarçoveya komînê zêde û kûrtir bikin. Kurdistan li bendêye bibe "welatê komînan". Ji bo bidestxistina vê yekê, divê erkê me hemûyan be ku em hewl bidin, bixebitin, perwerde bikin û xwe perwerde bikin, û xwêdanê bidin.
Rêveberiya Tevgerê ragihand ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne qonaxa duyemîn, hemû hêzên xwe yên gerîla vekişandine Herêmên Parastinê yên Medyayê. Rêveberiya Tevgerê destnîşan kir ku divê nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî demildest bên nîşandan û bang li hemû gel kir ku di asta seferberiyê de têbikoşe.
Aborî ji bo civakê şêwazê hebûnê ye. Di xwezaya civakê de aborî heye. Ev di tevahiya dîroka mirovahiyê de rast e. Têrkirina pêdiviyên maddî yên civakê jê re aborî tê gotin. Ev bi rêya komunan pêk hat. Îro, asêbûna aboriyê di hejmar û peyvan de serdestiya aboriyê vedişêre. Aborî karê her takekesî di civakê de ye.
Ji bo avakirin û avahiya Neteweya Demokratîk hişmendiyeke demokratîk pêwîst e. Avakirina komunan, avahiya bingehîn a Neteweya Demokratîk, jî hişmendiya demokratîk hewce dike. Divê ferdê Neteweya Demokratîk ferdek azad be ku xwedî hişmendiyeke demokratîk be.
Rêber Apo bi peyameke konferansa Dayikên Aştiyê silav kir û wiha got, “Hûn divê li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad û hişmendiya xwe re têbikoşin.”
Rêber APO dibêje ku siyaseta demokratîk şêweya herî berbiçav a siyaseta civakî ye û heke siyaset mijarên demokratîk biafirîne, wê demê siyaseta demokratîk civakê polîtîk dike û azad dike.
Rêber Apo got "Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin."
Di serî de keç û xortên Ciwan yên Kurd û hemû gelê me, hewcehî heye ku di hemû qadên jiyanê de wan destkeftiyên xwe yên ku bi xwînê hatine destxistin, biparêze. Ev mafê me yê gerdûnî û jiyanî ye. Dema dibêjin Xwe Parastin, bila tenê çek neyê bîra me an jî tenê wek erkê Gerîlla neyê dîtin. Xwe Parastin erkê hemû civakê ye.
Rola hêzên şerê taybet ên Tirk di vê pêvajoyê de tenê ew bû ku min bi balafirê bibin Îmraliyê, û ew jî di bin şert û mercên kontrolkirî de. Bê guman ev operasyona herî girîng a dîroka NATOyê bû. Ev ewqas eşkere bû ku tu cihekî ku lê hatibû ziyaretkirin nikaribû nerazîbûnê nîşan bide. Yên ku wiha kirin tavilê hatin bêbandorkirin.

















