HEMÛ NÛÇE
Dîroka civaka Êzîdî dîroka qirkirinê ye. Di dîrokê de ji aliyê Împeratoriya Osmanî, hêzên Îslamî û Judenratên Kurd ve hatine hedefgirtin, civaka Êzîdî di bin faşîzma DAIŞê de Fermana 73’yan jiyan kir.
Pêşveçûna tevgera Kurd di 52 salên dawî de ji ber nerazîbûnên li dijî van bingehan şekil girtiye. Berxwedana ku heta niha hatiye jiyîn nîşan dide ka berxwedana Komarê li dijî bîranînên qirkirinê, wekî ku di dîrokê de hatiye nîşandan, çiqas rewa ye.
Hewceye ku mirov bizanibe ku ev êrîş ne sivik in û ji bo vegera li kokên xwe li dijî van polîtîkayên qirkirinê hewldanek cidî were kirin. Her kêliya ku em rûbirû nabin, me gavekê nêzîkî asîmîlasyona bi îrade dike.
Her ku dewlet nirxên civakê bi rêbazên nebaş, hovane û qirker desteser dike, di demek dirêj de hem nirxên civakê û hem jî yên takekesan xera dike. Her çend di serdema berî dewletê de her kesî xwe wekî berpirsiyarê parastina etnîsîteya xwe didît jî, bi demê re, xweparastin her ku diçe wekî berpirsiyariya dewletê dihat dîtin.
Rêber APO di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç û Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Şandeya Îmraliyê ya 25ê Tîrmehê bi Rêber APO re hevdîtin kir derbarê hevdîtinê de daxuyanyek parve kir. Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêber Apo yê li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.
Komar di tevahiya dîrokê de ji bo Kurdan bûye sedema hin ji bûyerên herî trajîk. Kurd rastî zexta asîmîlasyon, qirkirin, sirgûnkirin û bandora hevbeş a Qirkirina Çandî hatin. Sed sal e, siyaseta serdest a ku ji hêla dewletê ve bi awayekî sîstematîk tê meşandin qirkirina çandî (zihnî) ya Kurdan e.
Divê em nirxên civakî û civakîbûnê biparêzin, qet ji bîr nekin ku ev ji bo me Kurdan têkoşîna hebûnê ye. Parastina civakîbûnê tê wateya parastina mirovahiyê, çand, ziman, nasnameya zayendî, bawerî û hebûna wê. Çiqas civakîbûn, ewqas hebûn...
Ne zehmet e ku mirov bibîne ku xweparastin ne tenê meseleyek xwezaya yekem û duyemîn e, felsefeyek bingehîn di avakirina gerdûnê de ye. Xweparastin di bingeha pêşveçûna gerdûnê, cîhana me, jiyanê û mirovahiyê de ye.

















