HEMÛ NÛÇE
Her peyv an jî navlê kirin bi wateya ku lê tê barkirin hebûna xwe dide ava kirin. Bi gelemperî di zimanên qedîm de her peyv li gorî hebûna xwe ya jiyanê tê bi nav kirin. Nav ruh ango giyanê dide made. Armanca madeyê xwe bi wate kirin de divê bi enerjîyê ango bi ruh re bibe yek. Her peyv wateyek, ruhek û hebûna xwe heye.
- Welatparêzî dema di mirov de dibe zanebûna heqîqetê têkoşînê bi xwe re tîne. Tîmsala welatparêziya Kurdistanê Apê Musa bi serê xwe serhildanek, serî rakirinek û partiyek bû.
Ewropaya ku xwe bi hemû pêşketinên mirovahî re qaşo xemilandiye û bi her awayi xwe wekhevî, azadî û demokrasiyê de ava kiriye dema mijar dibe şoreşgerên Azadiya Kurdistanê rola sê meymûnan dilîze.
Gerdûn, jîndar li ser du aliyan daye ava kirin. Dîroka mirovbûyinê jî li ser her du aliyan hatiye afirandin. Piştî demekê ev afirandin bi destê yek milî ve hatiye nivîsandin û şîrove kirin. Wekî ku ‘jîndara din qet di afirandina jiyanê de, dîrokê de an jî di hebûna mirovahîyê de cih negirtiye’ tê dest girtin. Lê taybetmendiya heqîqetê ew e ku çiqasî bê veşartin jî derdikeve ser rûyê dîrokê.
Di şerê taybet de amûrên herî bibandor, civakê ji hev dixe û civakê belav dike madeyên hişber in. Pergala Kapîtalîst ji bo ku civakek, mirovek, kesayet bi her awayi pê ve girêdayi ava bike bi gelek cûreyên bêexlaqî êrişî mirovbûnê dike.
Ronahî beriya deng fikir beriya çalakiyê tê. Di serhildan û raperînan de bi qasî wêrektî afrînerî, bi qasî ku tu tedbîr bî divê tu çeleng bî. Serhildan di heman demê de firsendin. Di nava 24 saetan de hunera şer veguherandinê ye.
Şoreş têgeheke ku xwîn di laşê mirov de dikelînê. Dema di kesayeta mirov de beden bigere dibe Şoreşger. Şoreşgerî jî ew kesayeta ku kêliyên jiyanê yên herî bi wate û nêzî heqîqetê diafrîne û jiyan dike.
Çand ji bo her gelî felsefeya jiyan û şêweyê jiyankirinê ye. Mirov bi çandê wate li gerdûnê bar dike. Lewma ji ji bo her gelî şert û mercên ku tê de jiyankirine çand şêwe girti ye.
Di têkoşîna Komara Mahabadê de ji ber li ser gel bandorekî mezin çêdike ji aliyê gel ve bi navê ‘’Keça Nexedeyî’’ tê naskirin. Navê yê rastî nayê zanîn. Bi egîdî û têkoşîna xwe di nava Komara Kurdistanê de demekî kurt de deng vedide.
Rêber APO: Em niha ketine serdemekê ku dê komara demokratîk û civaka demokratîk ji nû ve bê avakirin
Rêber Apo ji ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ re peyam şand û got, îro li ser bingehê sosyalîzma civaka demokratîk, dema ber bi serketinê ve ye.Di konferansê de peyama Rêber Apo ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin hate xwendin. Peyam, ji hêla Veysî Aktaş ve hate xwendin ku 10 salan di Girtîgeha Îmraliyê de hatibû ragirtin û di Tîrmehê de hatibû berdan.

















