HEMÛ NÛÇE
Dîrok berî zilm û zordariyê xwe bi wekhevî û azadiyê naskiriye. Piştî ku bîrdoziya serwerî û koletiya zilamê serdest derket ser dika dîrokê wê demê jî têkoşîna her du bîrdoziya herikîna dîrokê diyar kir.
Lanet û bêrûmetî ji bo kesayet tişta herî der-mirovî ye, heta der-xwezayi û der zindîbûyine. Tişta ku kesayet herî zêde ji hebûn û cewhera xwe dûr dixe ji xwe, ji gelê xwe, ji nasname û dîroka xwe re biyanîbûyine.
Rêber Apo: Eşkere ye ku jinbûyîn zehmet e, rizgarî jî ne hêsan e lê belê divê jin vê yekê bi wêrekî bike. Ji bo xençerê serweriya mêr ê li pişta mirovahiyê ketiye bê derxistin û jiyaneke azad û demokratîk bê avakirin, divê pêşengiyê bike.
Her hebûn û jîndar li ser koka xwe şîn tê û her heqîqet li cihê windabû dibişkivê. Mirovahî û civakbûna mirovahî Mezoptomya di kevana bi bereket de jiyan afirandiye. Ava kirin, afirandin û xuluqkarî taybetmendiyên pîroz û efsûnî ne. Ev taybetmendî bi jinê, jina afrîner re hatiye pîroz kirin.
Rêber Apo ji konferansa “Bi hev re şêwedayîna jiyanê” re peyam şand. Rêber Apo got, “Ji bo aştiya mayînde û çareseriya rast, divê hiqûq jinûve were avakirin û siyaseta demokratîk were sazîkirin, ev yek pêdiviyeke jêneveger e.”
Cizîra Botan ji dujminê xwe re digot: Êdî tu nikarî li ser min biryarê bidî. Hebûna te ya li welatê min tenê navê te ye! Tu rewatiya te li axa Kurdistanê nemaye! Xwerêveberî naveke din yê azadiyê bû. Cewhera felsefeya Rêber APO bû. Vê yekê civak zindî kiribû û anîbû li ser cewhera xwe. Ji xewa hezar salan rakiribû.
Bawerî ku bi zanebûn re tê sitrandin dibe armanc. Armanc jî ku azadiya welat be parêzvaniya fedaî dixwaze. Di welatparêziya Heval Mehmed de israr, biryar, qanihbuyin û baweriyekî kûr û fedaîtî hebû. Mehmed Tunç coş û hêza dilê Cizîrê bû.
Ji dîrokê re diyariyek afirand bi çûna xwe. Bi rûkenî, bi serbilindî, bê xem û xof ber bi heqîqetê ve meşiya. Hemû çavkaniya xwe ya jiyanê ji Rojê girtibû. Bi bawerî û biryarekî kûr asoyek avakir di xeta welatparêzî û welatperwerîyê de. Ji berxwedan û serhildanê tabloyekî efsûnî xêz kiribû di dilê Cizra Botan de. Ev tabloya efsûnî bu xeta welatparêziya hemdemî, bû tabloya sekna berxwedêriya welatperweriyê.
Di piranî azmûnên pêvajoyên aştiyê de, hêza desthilatdar dixwaze bide diyarkirin ku ew bi serketiye, yên hemberî wan neçarî diyalogên aştiyê bûne. Ji ber vê yekê, divê xwestekên xwe mînîmînalize bikin, heta teslîm bibin. Armanca diyalog û mûzekereyên wan ew e ku, hêza li hemberê xwe teslîm bigre û dev ji têkoşînê bide berdan.

















