ROJEV
Ji bo avakirin û avahiya Neteweya Demokratîk hişmendiyeke demokratîk pêwîst e. Avakirina komunan, avahiya bingehîn a Neteweya Demokratîk, jî hişmendiya demokratîk hewce dike. Divê ferdê Neteweya Demokratîk ferdek azad be ku xwedî hişmendiyeke demokratîk be.
Rêber Apo bi peyameke konferansa Dayikên Aştiyê silav kir û wiha got, “Hûn divê li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad û hişmendiya xwe re têbikoşin.”
Rêber APO dibêje ku siyaseta demokratîk şêweya herî berbiçav a siyaseta civakî ye û heke siyaset mijarên demokratîk biafirîne, wê demê siyaseta demokratîk civakê polîtîk dike û azad dike.
Rêber Apo got "Pîvana hêviyê gaveke ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyeke ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin."
Di serî de keç û xortên Ciwan yên Kurd û hemû gelê me, hewcehî heye ku di hemû qadên jiyanê de wan destkeftiyên xwe yên ku bi xwînê hatine destxistin, biparêze. Ev mafê me yê gerdûnî û jiyanî ye. Dema dibêjin Xwe Parastin, bila tenê çek neyê bîra me an jî tenê wek erkê Gerîlla neyê dîtin. Xwe Parastin erkê hemû civakê ye.
Rêber APO ji Xelatên Rojnamevaniyê yên Jin ên Gurbetellî Ersozê ku îsal cara ewil tê lidarxistin re peyamek şand. Rêber APO diyar kir ku bîranîna Gûrbetellî rênîşander e û destnîşan kir ku erka me tevane ku bîranîna Gurbetellî zindî bihêlin.
Derketina Rêber APO li dijî vê qirkirinê li Kurdistanê rawestgeha herî cidî bû. Wê hêviyên azadiyê di nav gelê Kurd de ji nû ve geş kir. Gel bersiva vê helwesta hêja da, li her derê û her dem Tevger hembêz kir.
Rêber Apo ku nêzî 3 saet û nîv hevdîtin bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re pêk anî, got: “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.”
Rêber Apo nameyek ji bo merasîma 32’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad şand. Rêber APO di nameya xwe de hevdîtina xwe ya bi aqilmendê Kurd Mûsa Anter re vegot û diyar kir ku Mûsa Anter taybetmendiya rêgezî afirandiye.















