ROJEV
Rêber APO di çarçoveya serdana malbatê de bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç û Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê û biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir.Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Şandeya Îmraliyê ya 25ê Tîrmehê bi Rêber APO re hevdîtin kir derbarê hevdîtinê de daxuyanyek parve kir. Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêber Apo yê li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku roja me afirandin û temînata siberojên me ne, em ji hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Em salvegera rojiya mirinê ya 14ê Tîrmehê jiyan dikin. Rojiya mirinê 43 sal berê di 14ê Tîrmehê de dest pê kir. Ev ne tenê çalakiyek e. Ev manîfestoyek e, rênîşandarek e. Wê berxwedana me xurt kiriye û ji me re nasname ava kiriye.
HPG'ê gerîlayên Êzidî yên gihaştinê şahadetê bi bîranî û got: Hevrêyên me Arîn Ararat û Cîger Qîranî ku ewladên hêja yên gelê me yên Êzidî ne û tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di dîrokên cuda de dema ku têkoşîna xwe dimeşandin, şehîd bûn. HPG'ê di dewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK ji bo 43. salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyanî weşand. KCK diyar kir ‘’ Têkoşîna me ya azadiyê ya Apoyî ku li ser bingeha xeta berxwedanê ay 14'ê Tîrmehê pêşketinên dîrokî yên mezin afirand, bêguman ji niha û pê ve jî wê li ser bingeha ruh, rêbaz û feraseta vê xetê pêşketinên dîrokî yên nû biafirîne, gelê me bigihîne azadiyê ku hesreta xwe ya dîrokî ye.’’
Besê Hozat piştî merasîma çek şewitandinê bersiva pirsên Numedya24’ê dan. Hozat got ‘’ Hatina me ya vir bi biryarekî pir zelal pêk hat. Em dizanin bê ka em ji ber çi li vê derê ne. Ev gavê me helwestekî siyasî ye. Di aliyê rêveberiyê de tu dudilî çênebû.’’
Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê encamên hevdîtina bi Rêber APO re bi nivîskî parvekir.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji çapemenî û raya giştî re;
Xweza, ax, erdnîgarî mekanîzmaya xweparastinê ya gelekî û tevahîya nirxan e ku cîhana wan a wateyê pêk tînin. Bi gotineke din, ew çavkaniya pêkhatina çandî ya mirovan in. Ew di pêkhatina mekanîzmaya ku pîvanên qebûlkirin-redkirina jiyana ku pêk tê de diyar dike de forma herî bingehîn in. Kurd mafek in ku li ser çiyayan xwe diparêze, nasnameya xwe bi xwezayê diyar dike û reng dide jiyana xwe. Niha, ew hewl didin ku xwê li ser rehên vê xweza û erdnîgariyê birijînin.
Nivîsa derbarê Şehîd Zîlan de ji aliyê Şehîd Alî Haydar Kaytan ve hatî nivîsandin…
Hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) berî ku ber bi wê çalakiya dîrokî ya mezin ve biçe, di nameya xwe ya ji bo Rêveberiya Partiyê de nivîsandiye, "Angaşta min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin."















