HEMÛ NÛÇE
Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî, xwişk û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin mimkûn e.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku roja me afirandin û temînata siberojên me ne, em ji hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Em salvegera rojiya mirinê ya 14ê Tîrmehê jiyan dikin. Rojiya mirinê 43 sal berê di 14ê Tîrmehê de dest pê kir. Ev ne tenê çalakiyek e. Ev manîfestoyek e, rênîşandarek e. Wê berxwedana me xurt kiriye û ji me re nasname ava kiriye.
HPG'ê gerîlayên Êzidî yên gihaştinê şahadetê bi bîranî û got: Hevrêyên me Arîn Ararat û Cîger Qîranî ku ewladên hêja yên gelê me yên Êzidî ne û tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bibûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê di dîrokên cuda de dema ku têkoşîna xwe dimeşandin, şehîd bûn. HPG'ê di dewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK ji bo 43. salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê daxuyanî weşand. KCK diyar kir ‘’ Têkoşîna me ya azadiyê ya Apoyî ku li ser bingeha xeta berxwedanê ay 14'ê Tîrmehê pêşketinên dîrokî yên mezin afirand, bêguman ji niha û pê ve jî wê li ser bingeha ruh, rêbaz û feraseta vê xetê pêşketinên dîrokî yên nû biafirîne, gelê me bigihîne azadiyê ku hesreta xwe ya dîrokî ye.’’
Besê Hozat piştî merasîma çek şewitandinê bersiva pirsên Numedya24’ê dan. Hozat got ‘’ Hatina me ya vir bi biryarekî pir zelal pêk hat. Em dizanin bê ka em ji ber çi li vê derê ne. Ev gavê me helwestekî siyasî ye. Di aliyê rêveberiyê de tu dudilî çênebû.’’
Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê encamên hevdîtina bi Rêber APO re bi nivîskî parvekir.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji çapemenî û raya giştî re;
Yek ji pirsgirêkên herî berbiçav û girîng ku hêzên têkoşîna civakî pê re rû bi rû dimînin, pirsgirêka "form/rêxistin" e. An jî, ew bi mehrûmkirina xwe ji formên rêxistinî yên berbiçav rewşa bêformbûnê ye. Bi awayekî rasttir, ew tevlihevî û nezelaliya li ser vê mijarê ye. Têgihîştina klasîk a rêxistinê bêtir hiyerarşîk e. Ew li ser rêxistina tîkane hatiye avakirin.
Xweza, ax, erdnîgarî mekanîzmaya xweparastinê ya gelekî û tevahîya nirxan e ku cîhana wan a wateyê pêk tînin. Bi gotineke din, ew çavkaniya pêkhatina çandî ya mirovan in. Ew di pêkhatina mekanîzmaya ku pîvanên qebûlkirin-redkirina jiyana ku pêk tê de diyar dike de forma herî bingehîn in. Kurd mafek in ku li ser çiyayan xwe diparêze, nasnameya xwe bi xwezayê diyar dike û reng dide jiyana xwe. Niha, ew hewl didin ku xwê li ser rehên vê xweza û erdnîgariyê birijînin.

















