HEMÛ NÛÇE
Paradîgma û niqaşên hunerê -3
Paradîgma zelal e; ew li ser civaka exlaqî-polîtik hatiye avakirin. Huner bi her nêzîkatiyên azad nake û demokratik nake têdikoşe. Bi gotineke din, huner ne tenê hest û hîskirinek e, ew bûyerek estetîk e ku naverok û kalîteyê dide jiyana civakî. Ew vê yekê bi pêşxistina hestên estetîk, bi estetîka azadiyê dike.
Rêber Apo, mîna arkeologekî hişmendiyê, nexşeya genên sosyolojîk ya civakê eşkere kiriye. Ev ne tenê xwendinek dîrokê ye, lê belê keşfek mezin e ku derî ji bo mirovahiyê vedike ku ber bi asoyek nû ya jiyana azad ve bizivire. Wateya vê keşfê diyar dibe dema ku her ferdek di qada jiyana xwe de, li malê, li dibistanê, li kar, li saziyan, li akademiyan, li kargehan û di têkiliyên civakî de bi vê ramanê re rû bi rû dibe, nîqaş dike, fêm dike û rêça xwe diyar dike.
Li pişt her tevgerê îdeolojiyek heye. Ji ber ku her îdeolojî tevgerên xwe diafirîne. Armanca sereke ya afirandina îdeolojiyekê sêwirandina civakê ye. Tu îdeolojî tenê bi ramanekê ve nayê girêdan. Dema ku em dibêjin "sîstemakirina ramanan", gelek raman têne tekez kirin. Sêwirandina ramanan encama hewldanek ji bo şekildana civakê ye. Ev nayê wê wateyê ku her îdeolojî civakî ye. Îdeolojiyên sosyalîst li ser civakbûnê ne li ser "endezyariya civakî" ne.
Pênaseya "civak" û "derveyi-civak" ji bo destnîşankirina xalên destpêkê yên tevgerên civakî pir girîng in. Ev dibe sedema ku tevgera civakî xwe pênase bike û xwe bi cih bike. Bi gotineke din, ew xeta têkoşînê, siyaset, rêbaz û rêxistinê bi afirandina pîvanên redkirin û qebûlkirinê diyar dike. Asta ku ew di nav pergalê de ye an li dijî pergalê ye û mîsyonên ku ji hêla tevgera ku dê têkoşînê bike ve ji wê re hatine destnîşankirin, bi rêya van pîvanan têne destnîşankirin.
HPGê şahadeta du gerilayên 4ê cotmeha 2024an li herêma Şehîd Delil a Rojavayê Zapê li qada Berxwedanê ya Sergelê şehîd bûn ragihand. HPGê li ser jiyan û têkoşîna her du gerîlayan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev hatin parve kirin:
Têgeha Judenratê, ya ku Rêber APO ji bo xeta xayin û nokeran bi kar anî cihê xwe di rojevê de diparêze. Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat di televizyona Medya Haberê de derbarê niqaşan de nirxandin kirin.
"Tevgera jinan tevgera sedsala 21an e. Şoreşa Jinan mijara sedsala 21an e. Ger mirovahî ji niha û pê ve dixwaze pêşketinek girîng bike, ew ê ji aliyê jinan ve bigihîje vê kûrahiyê. Roja me pêwîst dike ku pêşengiyê bide şoreşa jinan a sedsala 21an. Dirûşmeya "Yan jiyan an barbarî" şoreşê ferz dike. Çawa ku civaka Rojhilata Navîn hewceyê şoreşek duyemîn a gund-çandiniyê ye, vê civakê hewceyê şoreşek duyemîn a jinan e!"
Paradigma û nîqaşên hunerî -2
Armanca guhertina paradîgmatîk gihîştina cewhera mirovahiyê ye, ango komînalîteyê.
Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ye. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna xwe weke xweparastinê şîrove bike. Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.

















