HEMÛ NÛÇE
Ji heyeta ji 39 kesan ku di çarçoveya kampanya 'Ez dixwazim serdana Abdullah Ocalan bikim' di bin sîwana Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) de ava bû re, ji aliyê Rêber APO ve peyamek hat şandin.
Nivîsa derbarê Şehîd Zîlan de ji aliyê Şehîd Alî Haydar Kaytan ve hatî nivîsandin…
Hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) berî ku ber bi wê çalakiya dîrokî ya mezin ve biçe, di nameya xwe ya ji bo Rêveberiya Partiyê de nivîsandiye, "Angaşta min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin."
Em salvegera bîranîna pêşengên Kurd ên ku sed sal berê birin darvekirinê dijîn. Pêşengên me di nefesên xwe yên dawî de li ser darvekirinê wesiyetnameyek nivîsandin: "Bila neviyên min min li hember dijmin mehcûp nekin."
Şehîd Zîlan di nameya xwe de ku beriya çalakiya mezin a ku pêk aniye nivîsandiye, rola rêberan di pêşxistina karakter û çarenûsa mirovan de tekez dike. Ew dagirkirina Kurdistanê, trajediyên ku gelê Kurd jiyan dike, rewşa kaotîk a avahiya civakî û rastiya ku ferd bi astek hişmendiyê ya ku ew nikare di mijarên neteweyî, çînî û zayendî de li ser piyan bisekine, bi têkçûna eşkerekirina serokatiya rast rave dike.
Rêber APO peyamek ji konferansa ‘’100 saliya Serhildana Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, bîr û itiraza kolektîf’’ re şand.
Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:
"Ji bo Konferansa Sedsaliya Serhildana 1925'an
Di berxwedana Agiriyê de, ji bo tepisandin an jî teslîm girtina serhildana Kurdan, gelek rayedarên dewletê ji pêşengên berxwedanê re name şandin.
Nivîs û bersivên serokên berxwedanê ji van nameyan re di rûpelên dîrokê de mane.
Jina ku di destpêka dîrokê de bi nasnameya xwe ya civakî ya mezin rola xwedawenda dayik lê hatibû danîn, mixabin li Rojhilata Navîn a îro bûye kelûpeleke herî bêqîmet. Derfeta me tune ku em li ser vê dîrokê, ku divê çîrokeke trajîk bi xwe hebe, hûrgiliyan bidin. Lê em dikarin encamên wê rexne bikin. Yek ji erkên civakî yên lezgîn ew e ku rastiya jinê ku ji hêla destên mirovan ve bi belavkirina ewrên mijê li dora wê hatiye peyda kirin, were kifş kirin.
Carnan seknek û carnan kenek heqîqetê bi awayê wê yê herî sade, zelal û xweşik dide nasîn. Evîn û keda dîrokî ya di nav erdnigariya me de ewqas bihêz di me de hatiye çandin em hinekî jî lê dinerin, ew yekser îfadeya xwe ya herî xurt di meşa me de nîşan dide. Dibe ku diyardeya gerîla di dîroka Kurdistanê de vegera herî xurt a ji bo cewhera Kurdan temsîl bike. Zanîna hinekî li ser vê dîrokê dihêle mirov bigihije vê encamê. Ma her gavek dikare bibe azadî?
Lîberalîzm peyveke bi eslê xwe Latînî ye, ku tê wateya azadîxwaziyê. Ew ji koka "Liber" tê, ku tê wateya azadiyê. Ev peyv di Fransî de wekî "Liberte" tê bikar anîn. Têgeha lîberalîzmê ji sedsala 16an vir ve ji bo îfadekirina îdeolojiya navendî ya modernîteya kapîtalîst tê bikar anîn. Ew yek ji têgehên dirûşmeya şoreşa Fransî "Liberte, Egalite, Fraternite" ye, ku tê wateya "Azadî, Wekhevî, Biratî".
Bi êrîşa dawî ya Îsraîlê ya li ser Îranê re, li gorî gotarên derdorên Think Tank ên DYA û Îsraîlê û li gorî rastiya Rojhilata Navîn ji nû ve nirxandinek pêwîst e. Divê neyê jibîrkirin ku li ser siyaseta hegemonîk a Rojhilata Navîn dîzaynek ji bo sedsala bê, li ser asta navneteweyî lihevkirinek heye.

















